logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Cenaze ji Bakur şandin Rojava

  • Dîrok: 13/02/2023
  • Beş: Nûçe


19.00

Cenaze ji Bakur şandin Rojava

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa ji bo malpera fermî ya Rêveberiya Xweser axivî. Mistefa ragihand ku wan cenazeyên 5 qurbaniyên erdhejê yên li Bakur û Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane, ji deriyê Ewn Dadat wergirtine.

Navên qurbaniyan wiha ne: Ferîde Orfelî (27), Evîn Şêxo (32), Mistefa Hemê (4) ji Kobanê ne, Nedîm Yûsif (42) ji Reqayê û Rîm El Hac (45) ji Hemayê ne.

Rêveberiya Xweser heta niha cenazeyên 73 qurbaniyên erdhejê ku li Bakur û Tirkiyeyê miribûn ji deriyên sînorî wergirtine.

17.00

Kesên roja 8'an ji bin erdhejê zindî hatin derxistin

Îro 13'yê mehê roja 8'an a erdhejê ye. Hê jî mucîze çêdibin û bi saxî gelek kes ji bin erdhejê têne derxistin. Va ne yên ku îro bi saxî hatine derxistin:

SEMSÛR:

- Li Semsûrê zarokek bi navê Hivay Uşer (6 salî) hat derxistin.

- Li Semsûrê zarokek 6 salî bi navê Mîray ji bin Avahiya Bozbey hat derxistin.

- Li SemSûre Bunyamin îdaci ji Avahiya Kiliç hat derxistin. Ew 35 salî ye.

HATAY

- Li Antakyaya Hatayê kurekik bi navê Kaan Kuruoglu ê 12 salî hat derxistin.

- Li Ankatyaya HAtay jinek 70 salî bi navê Nûray Gurbuz hat derxistin.

- Li Hatay Derya Akdogan a 26 salî bi birîndarî hat derxistin.

- Li Antakyayê Serap Donmek hat derxistin.

- Li Navenda Hatay Naide Umay hat derxistin.

ENTAB

- Li Entabê Sibel Kaya a 40 salî hat derxistin.

MEREŞ

- Li Mereşê jinek bi navê Hatice Akan li Taxa Hayrullan ji ber avahiya Altinkoşk hat derxistin. Akan 39 salî ye. 

16.00

NATO: Em piştgirî didin Tirkiyeyê

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg li Brukselê di Civîna Wezîrên Parastinê ya NATO'yê de axivî. Stoltenberg li ser erdhejê sekinî û got "Em bi awayekî xurt li pişta mutefîkê xwe Tirkiyeyê ne."

Civîna Wezîrên Parastinê ya NATO'yê 14-15'yê mehê li Brukselê li dar dikeve, Stoltenberg ji bo vê yekê hat vê derê. 

14.30

'Min nebin nexweşxaneya taybet, pereyên min tune ne'

Jineke bi navê Emine Dogu li Hatayê piştî 138 rojan îro ji ben erdhejê bi awayekî zindî hat derxistin. Jina 51 salî ji bo kesên ew derxistine re got, "Ez qurban, min nebin nexweşxaneya taybet, pereyên min tune ne."

Emine Dogu bi ambulansê birin nexweşxaneyê û li wir dest bi dermankirina wê kirin.

14.00

Li Amedê Yûrdên KYK'yan bi zorê vala dikin

Midûrê Yûrda KYK'yan a Halid Bin Velid a li Amedê ji xwendekaran re gotiye ji yûrdê derkevin. Li hemberî xwendekarên ku gotine "cihek ku em herin nîn e, em herin ku" jî gotiye, "Em mesûliyeta tiştên we nagirin ser xwe. Tiştên hûn bihêlin hebin emê bixin naylonan û bavêjin embarê."

Hikumeta Tirkiyeyê bêyî rêyek bide ber xwendekaran yûrdên ku xwendekar têde val dike, wan ji wir derdixe. Xwendekar bêçare ne. Gelek xwendekaran ji mecbûrî çend tşitên xwe dane hev û derketine.

13.00

Li Amedê dê 60 avahî mohrkirin

Erdheja dawî li Amedê bû sedema hilweşandina 8 avahiyan û li aliyê din gelek avahiyên din jê zirar dîtin. Heta niha li Taxa Huzurevlerî 8 avahî ku derzên mezin li wan ketibû hatine mohrkirin. Hat gotin ku dor 50-60 avahiyên din hene ku gelek derb xwarine ku dê mohr li wan jî bidin. Komên zabiteyan ji gel xwestiye ku dest nedin mohran û nekevin ev avahiyên bi talûke. 

12.00

31 hezar û 643 kes 

Li erdheja ku navend Mereş bû her ku diçe hejmara kesên canê xwe ji dest dane zêdetir dibe. Li gor agahiyên fermî ku AFAD'ê eşkere kirin heta niha 31 hezar û 643 kes mirine.
11.10

Texmîna zirarê madî ku ji erdhejê derketiye

Keda 10 bajarên ku erdhej lê çêbû ya ji bo butçeya giştî ya sala 2022'yan 128 mîlylar û 133 mîlyon TL bû. Yanê van bajar ew qas pere xistine nava butçeya giştî ya Tirkiyeyê. Li aliyê sedî sedî 9'ê îhracatê (malên ku ji bo derveyî Tirkiyeyê tê firotin) Tirkiyeyê ji van 10 bajaran çêbûye. Û niha erdhej çêbû û texmîna zirarê madî tê kirin: 100 mîlyar dolar.

11.00
TTB: Li herêmê nexweşiyan dest pê kir

Seroka Konseya TTB'ê (Yekîtiya Tabîbên Tirk) Şebnem Korur Fincanci û endamên Konseya TTB(ê ji bo nirxandina rewşa herêmê civîneke online saz kirin. Endamê Konseya TTB'ê yê Hatayê Onur Naci wisa got, "Li vir pirsgirêkên cihê mayînê, xwegermkirin, tiwalet, çopê didomin. Gav nayên avêtin. Li derve çawa dixuye ez nizanim lê xebat nîn e. Dibêjin bajarên ji konan hatine vekirin tê têrê nakin."

TTB'ê gotiye ku ji herêmê nexweşî belav dibe. Nexweşiyên emelê (vijikê) dest pê kirine. Pirsgirêkên tenduristiyê, ji aliyê paqijî ve didomin.
10.30

Almanya ji bo erdhejzadeyan vîze hêsan dike

Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock got ku ji bo hemwelatiyên Almanyayê xizmên xwe yên bandor ji erdhejê dîtine girtine bînin Almanyayê dê dayîna vîzeyê hêsantir bike. Bookê got ku ew li ser vê yekê dixebitin ku armanc ew e ji bo wan prosedurên vîzeyê ji bo demkî hêsantir bikin.

10.00

Konek jî ji we

HDP'ê bi navê "Konek jî ji we" kampanyayek da dest pê kirin. Di vê kampanyayê de wisa hatiye gotin, "Ji Ewropa û her derê dinyayê banga me ji bo kesên dixwazin alîkarî bikin e."

Nimreyên Navenda Kordînasyonê ya Qeyranê ya HDP'ê bi vî rengî ne:

0553 096 0706

0552 032 5649

 

 

 

**

Nûçeyên Li Ser Erdhejê: 

- Bo Zîlanê (Dîlan Kuçuker) 

- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye 

- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin 

- 12'yê mehê, nûçeyên rojane 

- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o 

- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya 

- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne 

- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin 

- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)

- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike 

- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê 

- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe 

- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin 

- Demîrtaş dijî OHAL'ê derket 

- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...  

- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir 

- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine 

- Rewşa Elbistanê 

- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê 

- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin 

- 9'ê mehê agahiyên rojane

- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê) 

- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin 

- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva' 

- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin 

- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro  

- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike 

- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin 

- DEPREM/ERDHEJ MALPER  

- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê 

- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin 

- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê 

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê           

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Temamê Spanyayê ji Barselonayê re got: Qral tu yî

ad

Orhan Pamuk li Brukselê mêvanê rûmetê bû

ad

Oxfordê peyva salê hilbijart

ad

Hostayê meqamê, dengê muzîka kurdî Elî Merdan

ad

Kaboglu bî Serokê Baroya Stenbolî

ad

120 deqe têrê nekir, bi penaltiyan Arjantînê heq kiribû firiya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname