logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Ji Lîsê 6 pirtûkên helbestan
  2. ‘Ji Cegerxwîn Ta Arjen Arî Helbesta Nûjen A Kurmancî’ tê nîqaşkirin
  3. Festîvala Fîlman a Rojava bi fîlmê "Heval Birako" dest pê kir
  4. Ji DÎMDER'ê piştgiriyeke bi wate
  5. Amedsporê 5 lîstikvanên xwe qewirandin
news-details

Vê êvarê agahiyên nû

  • Dîrok: 07/02/2023
  • Beş: Nûçe

 

20.00

Vê êvarê encama nû hat eşkere kirin. Li gor agahiyên ku AFAD'ê eşkere kirin heta nih herî hindik 4.544 mirine. Li aliyê din 26 hezar û 721 birîndar hene. 

18.30

Emniyet dijî komkirina alîkariya HDP'ê ye

HDP'ê li Şirnexê li 5 navendan komkirina alîkariyê dabû dest pê kirin. Lê li Êlika Şirnexê Midûriyeta Emniyetê astengî derdixe. Emniyet li HDP'ê geriyaye û gotiye hûn alîkariyê kom bikin emê der barê we de lêpirsînê bidin dest pê kirin. Li gor nûçeya MA'yê emniyetê biryara Rewşa Awarte wekî serem nîşan daye.

Pêşî li alîkariya Şaredariya Panosê girtin

Li aliyêdin li Şaredariya Panosê ku di destê HDP'ê de ye ev du roj in alîkarî dabû ser hev ku dê îro bişanda lê nehiştin kamyonên alîkarî lê barkirî bişînin. Hevserokê Şaredariya Panosê Emrah Kiliç wisa gotiye, "Ji bo şaredariyên AKP'ê tiştek nabêjin, lê pêşî li alîkariyên me digirin. Destûr nadin tiştên me dane hev em bişînin. Emniyet dibêje tiştek kom nekin. Ji bo ev alîkarî bigihînin cihê xwe çi ji destê me bê emê bikin."

Li aliyê din hat gotin ku li Wanê jî alîkariyên ku saziyên sivîl dane hev pêşî li wan girtine.

15.00

Mereş: 941 avahî bi temamî hilweşiyan

Mereş yek ji bajarên herî zêde bandor lê hatiye kirin e. Heta niha li gor hatine diyarkirin 941 avahî tam bi temamî hilweşiyane. Her wiha gelek jî jî zirar dîtine. 

12.00

Oktay: 3 hezar û 419 kes mirine

Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay agahiyên nû belav kirin û got ku heta niha 3 hezar û 419 kes mirine. 10 hezar û 534 kes jî birîndar bûne. 

11.30

Erdhejên dûvik didomin

Vê sibê li gelek bajarên erdhejê dîsa erdhejên dûvik çêbûn. Ya herî mezin li Meletî çêbû. Navend Puturgeya Meletî saet 10.11'an de bi meziniya 5.0 çêbû. Li Elbistana Mereşê saet 10.26'an de bi meziniya 4,5'an çêbû.  Li Nurhaqa Mereşê saet 11.25'an de bi meziniya 4.4 çêbû. Di asta navbera 2 û 3'yan de gelek çêbûn.  

11.00

Sûrên Amedê jî zirar dîtin

Sûrên Amedê ku di nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê ya UNESCO'yê de ne ji erdhejê zirar dîtin. Hat dîtin ku li birca ku dikeve navbera Deriyê Çiyê û Çîftkapiyê derz çêbûye.

Duh li Keleha Endabê û li Keleha Necimê jî hilweşandin çêbûbû. 

10.30

Li Sûriyê hejmar derket 1508'î

Li bajarên Sûriyeyê yên di bin destê rejîmê de û yên di bin destên hêzên tundiraw de, heta niha bi temamî 1508 kesî canê xwe ji dest daye.

Li bajarên Heleb, Hema, Lazqiye, Tartûs û Îdbilê rewş giran e.

Li Herêma Xweser rewşa nû

Ji bajarên kurdan li Efrînê rewş giran e. Ji bajarên ku di bin destê Rêveberiya Xweser de ne li Reqayê, dîsa li taxên Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiye hin kesan canê xwe ji dest dane. Li van deran 6 kesî canê xwe ji dest daye.

Li bajarên din hin birîndar hene. Li gor agahiyên hatine li Kobanî û li Minbicê 6 birîndar hene.

10,00
3381 kes mirine

Vê sibê rayedaran hejmara kesên ji ber erdhejê canê xwe ji dest dan eşkere kirin.

Li gor daneyên hatine belavkirin heta vê sibê li 10 bajaran bi temami 3 hezar û 381 kesî canê xwe ji dest daye.

Bi temamî 20 hezar û 426 birîndar hene.

Dîsa bi qasî ku diyar kirine 5 hezar û 775 avahî xira bûne.

Li herêmê ji ber erdhejên dûvik didomin rayedar hişyarî didin ku xelk nekevin avahiyên xisar dîtî.

09,00

Bi mîlyonan mirov li derve bûn

Li Mereş, Entab, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Elezîz, Osmaniye, Edene û Hatayê bi mîlyonan kes şev li derve derbas kir. 

Dîsa bi hezaran kes di bin kavilan de ne û li gelek bajaran hê kesî nekariye dest bide, alîkarî bide wan, wan derxe.

 

Foto: Welat Dilken / Semsûr 

 


Nûçeyên eleqedar:

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê    

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

Pirek û 4 can...

news

'Agac Adam'

news

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 11 2025

Piştî 30 salan pirtûka xwe bo xwendevanan îmze kir

news
  • 12 11 2025

Li Kerkûk, Silêmanî, Duhok û Hewlêrê kîjan partî bi ser ket?

news
  • 11 11 2025

Biryara tehliyeya Şaredarê Esenyurtê Ozer hat dayîn

news
  • 11 11 2025

​​​​​​​PDK'ê 29, YNK'ê 18 kursî girtine

news
  • 11 11 2025

MSB: Di balafirê ketiye de 20 xebatkarên me hebûn

news
  • 11 11 2025

Barzanî û Talebanî peyam belav kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Li Bartinê hejmara kesên mirin derket 22’yan

ad

Li Erxeniyê mozaîkên dema Roma û Bîzansê hate dîtin

ad

Çima konserên Mohsen Namjoo li Tirkiyeyê hatin qedexekirin?

ad

Hayat TV şahiyeke li dar xist

ad

Evîndarên Franz K - medîtasyonek li ser arşîva nivîskarekî ya jiyana piştî mirinê

ad

Volkan Eryîgît hat bibîranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Ji Lîsê 6 pirtûkên helbestan

  • 13 11 2025
news

‘Ji Cegerxwîn Ta Arjen Arî Helbesta Nûjen A Kurmancî’ tê nîqaşkirin

  • 13 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Rojava bi fîlmê "Heval Birako" dest pê kir

  • 13 11 2025
news

Ji DÎMDER'ê piştgiriyeke bi wate

  • 13 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname