logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Evîndarên Franz K - medîtasyonek li ser arşîva nivîskarekî ya jiyana piştî mirinê

  • Dîrok: 09/04/2025
  • Beş: Serbest

___Natalie Perman___ 
___Werger Ramazan Kaya___

Sala borî, Pirtûkxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê mêvandariya nîqaşeke ji gel re vekirî kir. Li ser aliyekî panelekê, bi tîpên mezin û rengê sor "BIŞEWITÎNE" hatibû nivîsandin. Li aliyê din jî "BIWEŞÎNE" dinivîsand. Mêvanên ku hatin pêşangehê, ji bo ku dîtinên xwe nîşan bidin, stîkerên biçûk li cihên taybet danîn. Ev pêşangeha dawî ya ku bi boneya sedsaliya mirina nivîskarê mezin Franz Kafka hatibû lidarxistin, ji dilê kûr ve bersiva daxwaza dawî ya Kafka ji dostê wî û paşê edîtorê wî Max Brod re dida: "Maxê hêja... ez ji te hêvî dikim ku tu hemû rojnivîskên min, destxetên min, nameyên min... bi awayekî tevahî û bêyî ku bên xwendin bişewitînî." Balkêş e ku gelek ji wan kesên ku dengê xwe dan - berevajî helwesta Brod - tercîha xwe ji bo bicîanîna wesiyeta dawî ya Kafka bi kar anîn û gotin ku divê ev nivîs hemû bişewitin.

Pirtûka şeşemîn a romanivîsê navdar ê kurdê Tirkiyê Burhan Sonmez, ku navê wê "Evîndarên Franz K" ye, xwendevanan dibe nav cîhana Berlîna sala 1968'an. Ev pirtûk, ku rastî û xeyalê di paşeroja protestoyên xwendekaran ên li bajarên mezin wekî Berlîn, Stenbol û Parîsê de bi hostatî dihûne, bi lêpirsîna zilamekî ku ji ber kuştina xwendekarekî hatiye girtin dest pê dike. Ev kesê ku di bin gumanan de ye, Ferdy Kaplan e, xortekî ku salên xwe yên ciwaniyê li bajarê Stenbolê di nav rûpelên nivîsên Frans Kafka de derbas kiriye. Hevbehara rihê wî, ku hezkirina wî ya ji bo edebiyatê bi par ve dike jî, evîndara wî Amalya ye, ya ku guman jê tê kirin ku di vê bûyerê de bi wî re hevdest e.

Ev her du dildar, di her sê bajarên mezin de jî, di nava tevgerên radîkal ên xwendekaran de cih girtine û hatine nasîn. Lêbelê, ne wekî ku polîsê lêpirsîner texmîn dike, sedema vê kuştinê ne ji siyasetê tê, lê ji hestyariya parastina mîrateya Franz Kafka tê. "Pîremêrekî ku ji birîna xwe êşiyabû û ji cih û warê bûyerê reviyabû" armanca rastîn a vê qetilê bû: Max Brod. Ferdy di berîkê xwe de xelet kiribû. Em li ser kesê ku bûye qurbanê vê qezayê, ji bilî navê wî Ernest Fischer (ku ev nav îşareteke ber bi nivîskarê Awisturyayî yê pirtûka "Pêwîstiya Hunerê" ve ye), tu agahiyên berfireh nastînin. Ew tenê bûye qurbaneke bêyî guneh di nava vê hezkirina kûr a Ferdy ji bo Kafka de: "Kafka êdî nayê jêbirin ji dîrokê, lê Max Brod... dikare her dem berdêla vê xeletiyê bide".

Vegotina meta-fîksîyonal a Sonmez di navbera nûnerên qanûnê û tawanbaran de Kafka teqlîd dike.

Roman, ku bi piranî wekî lîstikekê tê pêşkêşkirin, ji bûyera lêpirsînê dadgehê ber bi vegêrana helbestî ya ciwaniya Ferdy dirêj dibe, bi wergera lîrîk a Samî Hêzil. Şêwaza metafîksîyonal a Sonmez, di navbera nûnerên qanûnê û tawanbaran de Kafka teqlîd dike: Komîser Muller, ji Ferdy re dibêje "Karê me ev e ku em li dijî tiştên ku hûn ji me re dibêjin tiştan texmîn bikin." Teqlîdkirineke wiha, bi taybetî bi îdîaya çaplûskirina nivîskar re, dikare wekî zêdegavî bê hîskirin: "Franzê me"; "Ew Franzê me ye".

Danpêdana (îtiraf) fîksîyonal a Brod digihîje astên komîk - "Ez êdî xwe wekî Îblîs dibînim... Kafka Xwedayê min bû û min îradeya wî binpê kir" - lê belê Sonmez, bi ramaneke hinekî siviktir li ser jiyana piştî mirinê ya arşîva nivîskarekî, dramayeke yasayî ya ku bi hestiyariyeke zêde tije ye, rizgar dike. Destkarî û pêkoliyên Brod ên di warê edîtoriyê de dibe ku di nav lêkolînên li ser Kafka de ne populer bin, lê ew bingeha serkeftina wî ava dikin. Argumana Ferdy ya der barê safbûna metnê wekî angaşta zarokekî xuya dibe: "Guherandina metnekê tê wateya xirabkirina wê". Dîsa jî dema ku lêkolîner "pirtûkên Max Brod û Franz Kafka vedikolin û wan dinirxînin", rêyeke nû ya navberê di xwesteka komîserê polîs de "ku asoya me ya edebî firehtir û dewlemendtir bike" derdikeve holê û dibe pêşniyara çareseriyekê.​​​​​​​​​ 

Sonmez, ku berê wekî parêzerê mafên mirovan dixebitî û niha serokê rêxistina PEN'a Navneteweyî ye, di salên 1990î de ji êrîşa polîsên tirk rizgar bûbû. Çend romanên wî, wekî romana "Stenbol Stenbol" ku di sala 2015'an de hatibû weşandin, li ser desthilatdariyên zordar disekinin. Ji ber vê yekê, cihê matmayînê ye ku pirtûka wî ya pêşî ku bi zimanê wî yê zikmakî kurdî hatiye nivîsandin - zimanekî ku ji aliyê hikumetên cur bi cur ên Tirkiyeyê ve demeke dirêj hatiye tepeser kirin - ne bi awakî eşkere siyasî ye, lê li pey mijareke edebî diçe. Têgeha "Kafkaesk" li vir ne rexneyeke li dijî pergaleke zordar e, lê tewşî û romantîzma Kafka ye ku pirî caran tê jibîrkirin; dengvedana nameyên evînê yên Kafka di nameyên ku Ferdy û Amalya ji hev re dişînin de jî heye.​​​​​​​​​​​​​​​​

Ferdy, di vê pirtûkê de du caran çîroka Kafka û keçikeke ciwan a ku bûka xwe ya lîstikê winda kiriye vediguhêze, lê her car bi dawiyeke cuda. Ev ji nû ve nivîsandina heman çîrokê ya bi encamên cuda, dibe rexneyek li ser avahiya meta-fîksîyonal a romanê û xwezaya bêşikil û netemamkirî ya belgename û nivîsên Kafka yên ku piştî wî mane. Sonmez, bi zimanekî şûx û rihekî henekdar, sînorên cîhana edebî ya Kafka berfirehtir dike, û bi ceribandinek edebî xwendevanan teşwîq dike ku ew ji nû ve berhemên netemamkirî yên qehremanên xwe di hişê xwe de ava bikin.​​​​​​​​​​​​​​​​ 

Lovers of Franz K
Burhan Sönmez, Wergera ji Kurdî bo Îngilîzî: Sami Hêzil
Open Borders Press £12.99/Other Press $22, 112 rûpel

*Ji Financial Timesê hatiye girtin û wergerandin
 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bê pere li 'Zer' temaşe bikin

ad

TRT ji bo spîkeriyê li kurdekî sicîla wî ‘temîz’ digere

ad

Nirxandina li ser 'Lênûska Leyla'

ad

Ji Enqereyê heta Amedê şahiya fîlman

ad

Ligel Kawa Nemir atolyeya helbestan li benda beşdaran e

ad

2021'ê de jî havîneke normal nîn e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname