Adil Harmanci*
Îskender Ertuş ê sercerdewanê berê ku roja şemiya çûyî derbasî BDP’yê bû, di sala 1993’yan de li Enqereyê li bernameyeke TRT 1’ê pêyvek ku modaretor û kesên li salonê bûn di matmayî de hişt kir: “Ger TV’yek bi kurdî vebe wê bûyer rawestin, wê pêşiya derketina ser çiya were girtin..” Serokê Eşîra Jirkî Sercerdewan Tahîr Adiyaman jî ku ji ber tirkî nizanîbûna xwe ligel wergerekî tevlî vê bernameyê bûbû. ‘Baskê nismo’ pêyva nayê jibîrkirin a Adiyaman e. Di wan rojan, di TV’ya dewletê de bi kurdî axaftin û TV’yek bi kurdî xwestin wisa ne karê her camêrî bû, jixwe ji bo sercerdevanek zêdetir ne mimkûn bû. Lê wê çaxê Tahîr Adiyaman bi kurdî axaftinê qedexeya kurdiya li TRT’yê bin pê dikir, Îskender Ertûş jî digot: “TV’yek kurdî hebe wê çêtir be.”
Nizanim hûn ji bo vê dibêjin ramanê wan e, an jî kesên din ev got pê dane gotin, lê wan rojan tiştekê wisa qewimî. Helbet em hemû li bendê bûn ku wê tiştên ne baş bê serê îskender Ertûş, lê berevajî wî wekî mirovê herî sadiq yê dewletê jiyana xwe domand. Ertuş, piştî 21 salan hem tişteke balkeş kir hem jî gotineke balkeş kir. Roja şemiyê di vekirina buroya hilbijartina BDP’yê li pêşberî hezaran kesî derket ser otobusa hilbijartinê, piştî ku ji Demîrtaş rozeta partiye girt, gotinek wisa kir: “Serokwezîrê me tiştên baş kir, lê ger Abdullah Ocalan were serbestberdan wê hîn baştir be.” Helbet ev peyv jî ji bo kesên ku Ertuşî nas dikirin pir balkêş bû, mîna peyva ku di sala 1993’yan de hatibû kirin. Hin kes bişirîn, hinan li çepikan da… Hinan hewl da ku maneyek jê derxin, lê di navbera xulekek de tişteke wisa sosret pêk hat. Û di vê navberê de wî qada xwe jî guherand, ji ba dewletê derbasî ba gelê xwe bû. Niha gava em li vî wêneyî dinêrin bi rastî jî piştî gelek salan TV’yek kurdî ya bi navê TRT ŞEŞ dest bi weşanê kir. Bûyer neqediyan, rêya çiya nehat girtin lê bila be, di dawiyê de li vî welatî tiştekî wekî xeyal pêk hat, TV’yek kurdî vebû.
Ma serbestberdana Abdullah Ocalan bi qasî vekirina TRT ŞEŞ’ê hêsan e? Lewre ew kanal di binê qontrola dewletê de ye, jixwe kes nikare bibêje bi kêrî kesî tê jî, lê ger Ertuş behsa vê tiştê kiribe îxtîmal e ku ew hin tiştan dizane! Gelo ew bi siyaseta pêşerojê dizane? Lewre kesên mîna wan mirovan wisa hêsanî derbasê refa hêza siyasî a dijberê dewletê nabin. Heq ne heq, gora xwe senaryoyek wan heye. Helbet em nizanin ka wê kengê Abdullah Ocalan bê serbestberdan lê rastiyek heye ku gava bi saya têkoşîna zarokên kurdên xizan kesên wekî Tahîr Adiyaman li herderê bi serbestî dikare zimanê dayika xwe bikar tîne Îskender Ertûş jî tirsa salên bi şer ji ser xwe avetiye û bi rewşê re di partiya ku zarokên wî gelê xizan avakiriye de xwe nîşan dide. Ma xirab e, ev pêşveçûneke baş e! Doza ziman û nasnameyek wê, tenê xwediyê vî ziman û nasnameyî û ew ligel dostên xwe dikarin vê bi rê ve bibin. Di vê dozê de cudahî nabe. Lê em nizanin ka armanca her kesên ku tevlî vî karî dibin ev e an na, lewre em dizanin ku her tim berî hilbijartinan tiştên sosret dibin! Lê li aliyê din “zarokên kurdên xizan” ku bi salan e ku di nav vê têkoşînê de cih girtine, bûne sazûmankarê/a van rojan û carnan jî hatine nehesibandin, hene.
Ew zarokên ku xirûra wan hatiye binpêkirin, xwedî hesteke xesas in ku qet wekî sercerdevanekî bi rehetî nikarin herin ber deriyek! Kesek heye ku ji bo wan jî bernameya saz kiribe? Ger mesele yekîtî be, ya gîrîng ev e.
*25.02.2014, Prestij Haber
Wergera ji tirkî: Rûşen Aslan


