Stenbol
Polîsan destê sibê saet li dor 3'yan, di dema ku kes li avahiya navendî ya HDP'ya Stenbolê de nîn bû derî şikenandin û ketin hundir. Di bin navê lêgerînê de avahî tar û mar kirin. Her wiha beşa çapemeniya HDP'ê ya Stenbolê ragihand ku kasaya ji pola ya jimarkariyê jî vekirine. Ji "lêgerîna polîsan" ev wêne man. Hevserokên HDP'ya Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel li gel komek HDP'yiyan nîvrokî daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku ev serdegirtin gave bêhiqûqî ye û ji Waliyê Stenbolê xwest eşkere bike ku yên ku bi ser avahiyê de girtine kî bûne, ji Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê jî xwest ku eşkere bike ku fermana bi serdegirtina avahiya wan kî daye...




