Diyarname
Mebûsa DEM Partî û Endama Heyeta Îmralî Pervin Buldan û mebûsê DEM Partî Sirri Sakik wêneyên xwe û yên ligel Selahattin Demirtaşî belav kirin.
Buldan û Sakik serê meha borî çûbû Girtîgeha Edîrneyê û ligel Hevserokê berê yê HDP'ê siyasetmedar Selahattin Demîrtaşî hevdîtin pêk anî bû. Di vê hevdîtinê de wan foto kişandibû lê foto nû gihîşt ber destên wan.
Her du mebûsan fotoyên xwe li ser tora civakî belav kirin û diyar kirin ku nû gihîştine ber destê wan.




