logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Newroza me û Nevruza wan, psîkolojî û peyv

Peyvên kurdewar yên ku di nav çerxa zimanê tirkî (dewletê) re derbas bûne min gelekî aciz dikin. Peyvên ku dikeve nava d

  • Dîrok: 28/03/2009
  • Beş: Serbest

Mehmet Diyar Serhedî

Peyvên kurdewar yên ku di nav çerxa zimanê tirkî (dewletê) re derbas bûne min gelekî aciz dikin. Peyvên ku dikeve nava dev û diranên wan dilewitin. Tu dibêjî qey peyv têne sivirandin (tecawiz). Peyva Newroz(Nevruz) jî yek ji wan e. Ji aliyê fonetîka tirkî ve jî bilêvkirina peyva Newroz mimkûn e, dibe ku nikaribin W'ya kurdî telafûz bikin, ger V'yê deynin şûna wê, dibe Nevroz. Çima peyvê ditewînin dikin 'Nevruz'.
Her peyv dema dikeve nava çerxa zimanekî din kirasê xwe diguherîne, li gorî fonetîka wî zimanî teşe digire. Ev tiştekî normal e. Bo nimûne, 'para'ya tirkî li gorî dengsaziya kurdî dibe 'pere'. Yan jî 'katık'a tirkî dibe 'qatix' (li Serhedê mast). Dîsa 'çar-çov-e'ya kurdî gava derbasî nav tirkî bûye veguheziye 'çerçeve'yê. Yanê dema gotinek dikeve nava zimanekî din ditewe, an hin deng lê zêde dibin an jî jê kêm dibin. Ev tiştekî xwezayî ye. Lê dema ku gotinek bi serwextî bê guherandin, wê çaxê di nav xwe de qesteke neçê dihebîne.
Şerê wanî li hemberî kurdan xwe di ferh û gotinan de jî dide der. Çima têkilî W û X'ya îngilizî nabin lê heman ferhên ku di kurdî de tên bilêvkirin wan ew qasî aciz dike? Bi rastî jî rejîmên ku li ser ferasetên paranoyak hatine danîn gişt li hemberî sembol û nirxên cuda bêzar in. Di serê wan de timî guman peyda dibin, di derûniya xwe de nexweşînên patolojîk dihewînin. Ev yek jî, ji nerewabûna wan der tê, ji xwe bawer nîn in.
Ji kal û bavan vir de xisletekî wanî bi vî rengî heye: Pêşî red bike eger tu nikarî red bikî lê xwedî derkeve. Ev feraseteke wisa qirêj e, bi rastî wexta ez çav bi van kirinên wan dikevim hêrsa min di dilê min hil nayê, ez dikim ku porê xwe birûçikînim. Xwedêgiravî tv'yek bi kurdî vekirine. Gelê kurd axa xwe bi xwîna sor ren kir, bi hezaran ciwan, zarok, kal, pîr, karker, cotkar, rewşenbîrên kurd bi canê xwe berdêl dan, di encama vê berxwedana giran de ev TV hate pê û dewleta tirk jî hate vê rojê. Lê dibêje televîzyona kurdî jî bê vekirin ezê vekim, tu dibêjî qey qenciyeke mezin kiriye, xelateke mezin bexişandiye kurdan. Maden hûnê bihatana vê radeyê hûn çima bûne musebîbê mirina bi hezaran însanan, şewitandina hezaran gundên kurdên reben. We çima bi qasî butçeya welatekî, pere bo vî şerî xerc kir. Gotineke pêşiyan heye: aqilê sivik barê giran e.
Serokomarê wan pêlek berî niha çû Başûr, li wir peyva Kurdistan bi lêv kir, lê piştî ku vegeriya Tirkiyeyê got: Na, min tiştekî wisa negotiye. Bi rastî jî ev xwedî ferasteke durû ne, tu car ji dil nêzî kurdan nabin. Dema gotinên kurdewarî tê ser ziman, ziman li wan giran dibe, nizanin yê çi bikin.

Newroz û paranoya
Newroz bi sedan sal e ji aliyê gelê kurd ve hem wekî şahî û cejn tê pîrozkirin hem jî wekî sembola berxwedanê li serê çiyan, li deşt û zozanan dibe agir, geş û gur dibe. Bi tevgera azadiyê re li serê çiyan ew çirûskên ku ji agirê azadiyê pekiyan, li tevaya welêt belav bûn, bû agirê azadiyê, zarokên kurd li ber reqisîn, jin û keçên kurd pê re govend gerandin, xortên kurd bi vî agirî îradeya xwe jenandin. Gelê kurd di her Newrozê de kirasekî din li xwe kir, têkoşîna azadiyê di her Newrozê de berz û bilind bû. Dewletê li hemberî vê berxwedana muqades xwe ranegirt, mîna gurê çile li gelê kurd qelibî, xwîn pekande nav agirê Newrozê, bi sedan kulîlkên ku bi Newrozê re dibişkivin, çilmisand. Çima? ji ber ku mîna gurê har ji roniya agirê Newrozê ditirsiyan û har dibûn. Dawiyê de ji mejbûrî li hemberî berxwedana kurdan serê xwe tewandin. Lê îcar jî xwestin li Newrozê xwedî derketin, kirin 'Nevruz'. Hesin danîn ser hors û kutan, di ser agir re baz dan û devlingên xwe şewitandin, gotin Nevrûz destpêka derketina tirkan a ji Ergenekonê ye. Lê nizanin ku hesin bi germî ditewe. Gelê kurd bi hezaran sal berê ew hesin hîn bi germî tewandibû, dirûvê azadiyê pê xistibû. Wan dil hebû ku hesin îcar bi sarî bitewînin, lê her gava ku tevşo li hesinê azadiyê xistin, pirîskên agir (ku hezaran sal berê kurdan dadabû) li wan vegeriya, nav çavê wan ket.
Dîroka wan tev de qirkirin û pişaftin e. Wan bi sedan salan her bedewî û hêjahiyên miletên din dizî, lê xwedî derketin, ji kakilê wan dûr xistin. Her wiha ziman û hêjahiyên miletan ha bigre, kalên wan zarokê biçûk ji dergûşê derxistine, ji qalik û kakilê wan dûr xistine. Di heyama Osmaniyan de Devşîrmetî heye. Ez bawer im gotineke kurdî ye: dev-bi-şîr an jî zarokê ber şîr. Zarokê ne-misliman (xeyrî-muslîm) ji pêçekê der dixistin, dibirin li gorî çanda tirkewarî digihandin, perwerde dikirin. Ew zarok piştî ku mezin dibûn pêşî dibûne dijminê bav û kalên xwe. Ji Barbaros Hayretin Paşa bigire hetanî Mimar Sinan gelek kesên navdar ku wekî tirk tên zanîn, devşîrme ne. Kesên devşîrme êdî xulam û xizmetkarên dilsoz ên serdestan in. Lewre her kes an jî tiştê ku ji kakilê xwe dûr ketî bîj e û xêra wî-wê ji xwe ra tune. Wan bi vê tecrubeya bav û kalên xwe xwestin mîna gelek nirxên din Newrozê jî ji naveroka wê dûr bixin û bîj bikin, lê agirê Newrozê yê ku her diçe gur dibe destûr neda wan, her gava ku wan xwest bi vê neytê nêzî Newrozê bibin, tîna agir daw û devlingê wan girt. Kir û nekirin xwe ji vî agirê pîroz nefilitandin, lewma jî îro dixwazin Newroz bibe cejneke fermî. Bi rastî kenê guran bi wan tê. Wexta dikevin milê hev û di ser êgir re baz didin mirov ji kenan zikopişto dibe. Zarok laqirdiyan bi wan dikin. Tiştê ku ji rastiya xwe dûr dikeve, dibe karîkatûr. Mîna TRT Şeşê.
Heman serenomî di Newroz îsal de jî dubare bû. Bi qasî ku me şopand ew agirê muqades li Amed, Wan, Batman, Botan û Serhedê veguhezî tofanê, bû lehiya êgir. Gelê kurd careke din nîşan da ku Newroz nabe 'Nevruz'. Ew gotina pîroz careke din di nav çerxa dev û diranên xwe re derbas kirin, nav lê kirin: Nevruza fermî. Lê rastiyek keye ku: eger tu rast û baş nêzîkî agir bibî, bi tîna xwe mîna dayikeke diltenik te germ dike û dihewîne lê eger tu şaş nêzîk bibî te dişewitîne. Di nava jiyanê de hiqûqeke xwezayî heye, eger tu baş (qenc) nêzî bibî ew aheng didome û her kesî bextewar dike lê eger tu şaş nêzî bibî xweza li te tê xezebê. Newroz jî tiştekî wisa ye.

mehmet78_cagdas@hotmail.com

---

 

Nivîs û nûçeyên li ser Newroza 2009'an:

- Bajar bi bajar pîrozbahiya Newrozê -3

- Bajar bi bajar Newroz -2

- Li Wanê 300 hezar kes li ser piyan bû

- Şivan Perwer: Emê dev ji azadiya xwe bernedin

- ŞEV DIŞEWITE

- Bajar bi bajar Newroz -1

- Notên ji Newroza Stenbolê

- Axaftina Turk, Zana û Baydemîr

- Notên ji Newroza Amedê

- Piştî 30 salan Newrozek li Amedê

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2021: Vane hemû pirtûkên salê

ad

Çend weşanxaneyên kurdan diçin Mêrsînê?

ad

YPG'ê û Artêşa Azad 'Navenda Çalakiya Hevbeş' ava kirin

ad

(Hate Nûkirin) Li Amedê pîrozbahî dest pê kirin

ad

‘Çavkaniyên Çanda Gel’ hat weşandin

ad

Li Amedê berf heliya: 'Çîrokeke Zivistanê' hate lîstin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname