logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Jiyana Ebdirehman Bedirxan bû pirtûk

Yek ji şexsiyetên kurd ê navdar û ê têkoşer Evdirehman Bedirxan e. Niha li ser jiyana Bedirxan pirtûkek derket.

  • Dîrok: 12/04/2009
  • Beş: Berhem

Diyarname
Yek ji şexsiyetên kurd ê navdar û ê têkoşer Evdirehman Bedirxan e. Niha li ser jiyana Bedirxan pirtûkek derket.

Pirtûk ji aliyê lêkolînvan û zimanzanê kurd Malmîsanij ve hatiye nivîsandin û pirtûk ji Weşanên Vateyê derket.
Pirtûkak ku bi tirkî bi navê "İlk Kurd Gazetesi Kurdistan'ı Yayımlayan Abdurrahman Bedirhan" hatiye weşandin, kîteyan ji jiyana Bedirxan pêşkêş dike.
Malmîsanij heta niha li ser malbata Bedirxaniyan gelek lêkolîn kiriye û ev lêkolînên xwe wekî berhem pêşkêşî raya giştî kiriye. Di pirtûka navborî de jî digel Evdirehman Bedirxan kîteyên ji malbata Bedirxaniyan jî hene.
Li gor pirtûkê Evdirehman Bedirxan di 1868'an de li wekî kurê begê cizîra Botan ê navdar Bedirxan Beg û jina wî Delalê hatiye dinê. Navê wî yê rastîn Evdirehman Sami Bedirxan e lê zêdetir wekî Evdirehman Bedirxan tê nasîn. Ew dema hê pênc salî ye bavê wî dimire. Bedirxan li Lîseya Galatasaraya Stenbolê (navê wê yê wê demê Mekteb-i Sultanî ye) dest bi xwendinê dike.
Bedirxan di 13'yê tîrmeha 1904'an de bi keçikek bi navê Elisabeth-Eugenie van Muyden re dizewice. Elizabeht yek ji malbata navdar a fransiz, Evdirehman Bedirxan jî yek ji navdarên kurd e û ev zewaca wan di çapemeniya fransiz de ciheke fireh digire, nûçe li ser têne nivîsandin.
Bedirxanê ku di hin rojnameyên Kurdistan de gerînendetiya rojnameyê dike, qîmetê dide rêxistibûnê, girîngî dide têkiliya di navbera kurd û ermenan de, qîmetê dide pêşketina jinan, ji bo kurdan û zimanê wan her têdikoşe.
Evdirehman Bedirxan ku gelek caran tê sirgûnkirin, di zindanê de dimîne, gelek zehmetiyan dikişîne. Di pirtûkê de digel qalkirina van yekan, nameyên Bedirxan ên ku ji keça xwe Leyla re şandine, broşurên ku wî weşandine jî cih digirin.
Evdirehman Bedirxan heta sala 1936'an dijî. Dema li Tirkiyeyê zagona paşnavan derdikeve paşnavê "Çinar" li wî dikin û gora wî li Karacaahmet a li Uskudara Stenbolê ye. Jina wî Elisabeth jî ji bo dema bimire wê li cem wî defin bikin di salên 1940'î de dibe misilman û navê "Emel"ê li xwe dike, heta sala 1963'yan ku wefat dike navê wê yê fermî Emel Çinar e.
Bi navê Leyla, Muveddet, Kerim û Ferît çar zarokên wan çêdibin. Li gor pirtûkê Ferît zû ji weremê dimire. Kerim ku tevî Avni Şasat ticaretê dike di sala 1994'an de dimire. Muveddet jî (diya Wezîrê Karên Derve yê DYP'ê Prof. Emre Gonensay, sal 1996) hê dijî (2008).

İlk Kurd Gazetesi Kurdistan'ı Yayımlayan Abdurrahman Bedirhan / Malmîsanij / Weşanên Vate / 211 rûpel

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

(Hat nûkirin) Li Tirkiyeyê REWŞA AWARTE hat ragihandin

ad

Li Amedê li ser çareserî û ziman konferansek

ad

Encamnameya Konferansê: Bila Êzîdîtî bi fermî bê nasîn

ad

Maradona û Zico bûn reqîbên hev

ad

"Commedia Dell'Arte ya Kurdî" Tartuffe

ad

Tîmên bajarên kurdan ên bi ser ketin diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname