Diyarname
Pirtûka helbest/çîrok/destan a bi navê "Şebrona" ji Weşanên Nûbiharê derket. Pirtûk ji aliyê Mesut Ertak ve hatiye nivîsandin.
Di pirtûkê de helbestek/çîrokek belkî jî destanek dirêj heye. Belkî jî ya wê ew e ku pirtûk di nav van cureyan de diçe û tê. Pirtûk dikare wekî pirtûkek helbestan bê dîtin, belkî jî çîrok. Bi her halê xwe çîrokeke evînî ya nivîskar e û bi "Şebrona"yê xwe gihandiye xwendevanan.
Ev pirtûka yekem a Mesut Ertak e. Hestên evînê, azadiyê, veqetînê, lêgerînê di vê pirtûkê de dikarin bên dîtin.
Mesut Ertak kî ye?
Nivîskar Mesut Ertak di sala 1975'an de li Şirnexê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li wir, lîse jî li Konyayê xwendiye. Ew di sala 1994'an de dema hê 19 salî ye ji meseleyên siyasî hatiye girtin û 11 salan girtî maye. Piştî derketine di nav çapemeniya kurdan de cih girtiye, lê di vir de jî ji ber xebatên wî ew hatiye darizandin û dadgehê 12 sal cezayê hepsê lê biriye. Ji ber vê yekê Ertak berê xwe daye Başûr û li Mexmûrê bi cih bûye.
- Şebrona / Mesut Ertak / Nûbihar / Helbest / 2026 / 122 rûpel


