logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Bajar bi bajar pîrozbahiya Newrozê -3

Di 23'yê mehê de jî li gelek bajaran Newroz hate pîrozkirin. Vane pîrozbahiyên îro:

  • Dîrok: 23/03/2009
  • Beş: Nûçe

 

Di 23'yê mehê de jî li gelek bajaran Newroz hate pîrozkirin. Vane pîrozbahiyên îro:

Sêrt

Ligel barana zêde jî deh hezar kes li Sêrtê ji bo pîrozbahiya Newrozê hatin cem hev.
Di pîrozbahiyê de  Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk, Emîne Ayna, parlementerê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle, parlementer û şaredarên DTP'yî amade bûn. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasiyê Berendamê Sêrtê Selîm Sadak gel silav kir û agirê Newrozê pê xist.

***

Tetwan

Li Navçeya Tetwana Bedlîsê di seatên serê sibê de gel bi armanca pîrozkirina Newrozê li ber avahiya DTP'ê hate cem hev. Bi hezaran kesên li ber dahol û zirneyê govend girêda, bi beşdariya rêveberên navçe û bajarokan ên DTP'ê re ber bi qada Newrozê dest bi meşê kirin. Di pîrozbahiya li Qada Fuarê de pankartên, "Em bi agirê Newrozê rojê silav dikin", "Newroz pîroz be" hatin vekirin.

***

Elbak

Li navçeya Elbaka Wanê jî ku yekemîn car agirê Newrozê lê bilind dibe, bi hezaran jinên kincên neteweyî li xwe kirin, li ber avahiya DTP'ê hatin cem hev. Girseya li vir demekê govend girê da, piştre ber bi qada li cem Dibistana Leylî ya Herêmê ve dest bi meşê kir.
Girse piştî di noqteyên lêgerînê de derbas bû, kete qada mitîngê. Di mitînga zêdeyî 10 hezar kesî beşdar bûyî de piştî axaftin û vêxistina agirê Newrozê girseyê li ber stranên kurdî govend girêda.

***

Isparta

Li Ispartayê jî Newroza ev 4 sal in destûra pîrozkirinê nayê dayîn, îsal ligel hemû zordariyan jî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Taşa Gulistanê pêk hatî de hezaran kes hatin cem hev.

***

Gihadîn

Parlamenterê bere yê DEP'ê Hatîp Dîcle ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Navçeya Gihadîn a Agiriyê bi tevlîbûna 5 hezar kesan hate lidarxistin bû, bal kişand ser dîroka Cejna Newrozê û wiha got: "Kawayên nûdem ên kurdan hene. Lê bi qasî Kawayên nûdem Dehaqên nûdem jî hene. Berî niha wekî Suleyman Demîrel derket pêşberî me, îro jî wekî Recep Tayyîp Paşa derdikeve pêşbarî me."

***

Altinoluk

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Bajaroka Altinoluk a Balikesîrê hate lidarxistin de gelek kes hatin cem hev.
Rêxistina DTP'ê ya Bajaroka Altinolukê, li Salona Dawetê ya Altinolukê şahiya Newrozê lidar xist. Endamên DTP'ê û 600 kesên din tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de Grup Rozerîn û Sosyete Şexo derketin ser dikê. Di şahiya ku sloganên "Bijî Newroz", "Bijî biratiya gelan", "Ji şer re na" hatin avêtin de, govend hate girtin. Di axaftinan de polîtîkayên AKP'ê hatin rexne kirin û hate xwestin ku hemû kes dengê xwe bide DTP'ê.

***

Dêra Hênê

Li Bajaroka Dêra Hênê ya girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê piştî 35 salan cara yekem agirê Newrozê hate vêxistin. Namzetê Şaredariyê yê Bajarokê yê DTP'yî Alî Bayram, diyar kir ku ew naxwazin li herêmê xwîn bê rijandin û diyar kir ku êdî naxwazin di pevçûnan de leşker, polîs û gerîlla jiyana xwe ji dest bidin.

***

Şemrex

Li Navçeya Şemrexa Mêrdînê pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya hezaran kesî pêk hat. Parlementera DTP'ê Ayla Akat Ata diyar kir ku agirê Newrozê dê heta 29'ê Adarê pê bikeve.

***

ÎTU

Xwendekarên Zanîngeha Teknîk a Stenbolê li kampûsê agirê Newrozê bilind kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîk a Stenbolê li Kampûsa Ayazaga agirê Newrozê bilind kirin. Xwendekarên pankarta, "Bijî Newroz" vekir, sloganên, "Bijî Newroz", "Ji Mazlum ê Newroz afirandî re hezar silav" avêtin. Xwendekarên li nav zanîngehê meş li dar xistin, bi şewitandina lastîkan Newroz pîroz kirin. Xwendekaran piştre li ber stranên kurdî govend girêdan.

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

 

Nûçeyên din ên li ser Newroza 2009'an:

- Bajar bi bajar Newroz -2

- Li Wanê 300 hezar kes li ser piyan bû

- Şivan Perwer: Emê dev ji azadiya xwe bernedin

- ŞEV DIŞEWITE

- Bajar bi bajar Newroz -1

- Notên ji Newroza Stenbolê

- Axaftina Turk, Zana û Baydemîr

- Notên ji Newroza Amedê

- Piştî 30 salan Newrozek li Amedê

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Partiyên Başûr têkildarî Rojava Hikumeta Başûr şiyar kirin

ad

Dr. Kerîm: YNKpiştgiriya rêveberiya demî dike

ad

Hozan Canê hat tewqîfkirin

ad

DBP li bajarên kurdan 'xweseriya cewherî' dide nîqaşkirin

ad

Bi wêneyan li herêmê 'zarokên karker'

ad

Levent: Ez pereyan nadim tu saziyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname