Diyarname
Nivîskar û wênesaz Huseyîn Ozsoy piştî 30 salên girtîbûnê cara pêşî derket pêşberî xwendevanên xwe û pirtûka xwe bo wan îmze kir. Çalakiya gotûbêj û îmzekirina pirtûkê li Culemêrgê li Cafe Dariusê li dar ket. Ozsoy pirtûka xwe “Xêr û Şerên Dûrî Çavan” ji bo mêvanan îmze kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Culemêrgê Oznur Bartin, endamê DEM Partiya Culemêrgê, Hevşaredarê Culemêrgê Şoreş Dîrî, Şaredarên berê yên Culemêrgê Salih Yildiz û Nejdet Buldan, Hevserokên DBP yên Navendê Gulcan Ceylan û Reşît Guneç, Serokê Cemiyeta Rojnamegerê Culemêrgê Alî Yîğît, Parêzer Nevzat Anuk û Hevserokên TUHADER ên Navendê Pinar Yilmaz û Alî Bulbûn û gelek hemwelatî di dema çalakiyê de amade bûn.
“Di her rêzikên de berxwedan û hêvî heye!”
Ozsoy pêşî li ser pirtûka xwe axivî û qala pêvajoya nivîsandina xwe kir. Ozsoy diyar kir ku pirtûka xwe di demên dirêj ên girtîgehê de nivîsandiye, ji aliyekî ve çîroka êşê ye, lê ji aliyê din ve çîroka hêviyê ye jî û got: “Ev pirtûk ne tenê bîranîn e; di heman demê de rûbirûbûn û rêwîtiyeke dûdirêj e. Di her rêzikên wê de berxwedan, lêgerîn û hêvî heye.”
“Edebiyat bîra gelan e”
Dûre Parlamenter Oznur Bartin jî axivî kir û bal kişand ser girîngiya edebiyata kurdî û dîrokê û got: “Edebiyat ne tenê şaxekî hunerê ye, di heman demê de bîra gelan e. Her peyv, her çîrok, rabirdûya gel û paşeroja wê hildigire. Ji ber vê yekê ev cure xebat xwedî wateyeke mezin e.”
Nivîskar û wênesaz Ozsoy piştî axaftinan, derbarê berhemên xwe yên di pêşangeha wêneyan de jî agahî da û destnîşan kir ku piraniya tabloyên bi destên xwe çêkiriye, di girtîgehê de xêz kirine.
Piştî axaftinan Ozsoy pirtûka îmze kir.
