Diyarname
Balafirê kargoyê bi nimreya C130 a aîdê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ji Azerbaycanê dihat, li erdê ket. MSB'ê (Wezareta Parastina Millî ya Tirkiyeyê) di daxuyaniya li ser tora civakî belav kir de got ku 20 xebatkarên me têde hebûn.
MSB'ê got, "Balafirê me dema ji Azerbaycanê rabû û dihat Tirkiyeyê li Gurcistanê ketiye. Li ser lêgerînê me dest bi xebatê kiriye."
Der barê balafirgeh çima ketiye de tu agahî nehat belavkirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya got ku saet 17'an de me xwe gihandiye cihê balafir lê ketiye.