logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Bo Zîlanê (Dîlan Kuçuker)

  • Dîrok: 12/02/2023
  • Beş: Serbest

Hemdilla ARDA 

Cara ewil wexta min dest bi rojnivîska xwe kir nozdehê tebaxa (gelawêja) sala hezar û nehsed û nod û neh ê bû. Yano wextê erdheja Golcuka Kocaeliyê bû. Di rûpela ewilî de min ev nivîsiye "Rojên mirin û xerabûnê ye!". Jê û pê ve bi rojan dest û hestên min negeriyaye ku tiştekî binivîsim. Îro li dû wê rojê nêzîkî bîst û sê salan derbas bûne. Hestên min dîsa eynî ew hest in. Lê vê carê destên min piştî nûçeyeke vê sibê divên bilivin û binivîsin.

Ev bû roja hefta ye ku em sewsî, gêj û hiş ji serîçûyî ne. Her kêlî bi nûçeyeke hîn giran û bi hejmarên pir bi reqem dibûre...

Wekî gelek kesan bi şiyarbûna vê sibê re min jî destê xwe avît telefonê, li peyam û nûçeyên rojê nerîm. Di gruba WhatsApp ê ya hevalên me yî Zanîngehê de hevalekî nûçeya mirina xweh û mamosteya me ya hêja Zîlanê parvekiribû û pirsa ka gelo ew tê bîra me kiribû. 

Di sala 2000'î de em hevalên Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Fen û Edebiyatê Beşa Biyolojiyê bo xebateke kulturî em hatibûn ba hev. Tabî di wan salan de xwendekaran hema xwe buxranda hew me didît polîsan xwe li dora me girtine bo ku xwendekar qet xwe li hev negrin û yekîtiya wan çênebe. Jixwe zanîngeh ji aliyê rektorekî bi eslê xwe sûbay ve dihat îdarekirin û çewisandin. Zanîngeh wê wextê bo sosyalîtan,  xwendekaran tu derfetên wê nebûn. Heke me bixwesta projeyekê bi cih bînin diviya bû me ji gelek berpirsiyaran destûr werbigirta. Her yekî/ê ji wan em jî ji ser guhê xwe diavêtin.

Sinifa me bi rastî jî wekî mozaîkê bû. Hin ji me kurd, hin tirk û hinek jî jê ereb bûn. Em gelekî aciz bûn wê wextê. Jixwe xortaniya ewilî aciziyek e. Û bi fikra hevalekî me projeyek derket holê. Me jî got ka em bo xebata xwe li ciyekî ewle bigerin û me serî li şaredariyê da. Bê teredut camêran pêşniyaza me qebûl kir. Wê çaxê HADEP'ê nû Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dest xistibû. Saloneke avahiyê gelekî xweşik hebû. Grubeke personelan jî ji bo şanoyê veqetandibûn. Di wan salan de ji her alî ve ecemîtiyek hebû lê em ji wan sed qat xerabtir bûn. Îja wexta ku em dixebitîn xebatkarên şanoyê jî li me dinêrîn. Paşê nêrîn ku em bi timî nikarin ji nav derkevin wan jî bi xêra xwe dest avêtin xebatên me. Çend sikeçên me hebûn û koroyeke biçûk me ava kiribû. Ez jî di koroyê de bûm. Bo sikêçan lîstikvanên lîstika Murathan Mungan a bi navê "Mehmûd û Yezîda" alîkarî dikirin. Xweha me Zîlanê û Alî Aktaş û sazbendên xwe jî ji bo ahenga dengên me alîkariya koroyê dikir. Gelekî keda wê gîhaşt me. 

Derheqê wê de tiştê ku ez wê çaxê hîn bûm; keçeke wê hebû (ne xelet bim Zîlan navê keça wê ye), hevjînê wê gelekî entelektuel bû û ji ber fikrên xwe di girtîgehê de bû.

Em çend heval li mala xwe ezimandin. Mala wan li taxa Cezaeviyê bû, ji dîwarekî heta bi yên din tije bi pirtûk, albumên  muzîk û fîlman bûn, mal wekî pêşangehekê bû. Dengekî wê yê qedîfokî hebû ku biaxifiya yan jî sitran bigota em sermest dibûn. Bi ya min herî zêde ji gotina sitrana "Edlê" (*) hez dikir, ji ber ku gava distra li rûyê wê kêfeke negotî peyda dibû.  (Aniha hevalekî min ê wê grubê, ji Semsûrê telefonê min kir û me behsa wê kir. Gote min sitrana herî xweş dixwend "Çarşambayi sel aldi" bû.) A rast hemû stran xweş dixwend. Xwediya sebreke mezin bû. 

Qederê mehekê bi me re xebitî. Em detone dibûn, ji me hinekan berî yê din dest bi stranê dikir yan jî dereng dima, lê wê qet xwe aciz nedikir. Piştî pêşkeşkirina xebata me, ji wê rojê şûn de tekîliya me qut bû. Lê car bi caran li ser peyarêkên Kolana Qesaban a Taxa Ofîsê em li rastî hev dihatin. Bi pirs, kenîn û henûniya xwe enerjiyeke mezin dida me û wê em bi rê dikirin. Mirovên xebatkar û meşkûl bûn, me nedixwest wan zêde aciz bikin.

Wa ye îro min di nûçeyêkê de xwend ku mala wê li Taxa Ofîsê, Apartmana Sozelê de bû ye. Ez bawerim wekî mirovên wê wextê destên wê jî ji Ofîsê nebûye ku bo me hemûyan ciyekî bi qedr bû. Nava Sûrê û Ofîs bo hezkiriyên Amedê bihûşta serpêhatiyan e.

Lê ew roj qet ji bîra min neçûn û va bi vê xeberê ez dîsa çûm wan rojan. Albumeke me ya risman ji wextê mayî jî heye, berî niha bi bîstekî ez çûm min lê nerî. Çi fêde, ji ber dilnizmiyê xwe li pişt hevalekî me xwe veşartiye bo ku di risman de xuya nebe.

Xwedê bi rehma xwe wê şa bike.

Xwedê sebrê bide malbata wê û temama malbatên miriyên vê bobelatê.

12.02.2023


*https://youtu.be/uqGg6OxLOEk 

 

hamdullaharda@gmail.com

 

 

 

 

 

Nûçeyek li ser Zîlan Tîgrîs:
 

 - Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs defin kirin 

 

**

Nûçeyên Li Ser Erdhejê: 

- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye 

- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin 

- 12'yê mehê, nûçeyên rojane 

- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o 

- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya 

- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne 

- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin 

- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)

- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike 

- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê 

- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe 

- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin 

- Demîrtaş dijî OHAL'ê derket 

- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...  

- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir 

- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine 

- Rewşa Elbistanê 

- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê 

- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin 

- 9'ê mehê agahiyên rojane

- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê) 

- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin 

- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva' 

- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin 

- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro  

- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike 

- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin 

- DEPREM/ERDHEJ MALPER  

- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê 

- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin 

- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê 

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê           


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Ahmet Onal: Weşanger ji berhemên kurdî pere qezenc nake

ad

Demirtaş: 'Dest, mil û dengê min ciwan û jin in

ad

FBI bi ser mala Trumpî de girt

ad

Pirsgirêka netewetiyê: Gelo ez alman im?

ad

Ji bo Kerkûkê YNK'ê bang li PDK'ê kir

ad

Kişanak: Dewamkirina agirbestê firsendeke

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname