___Brahîmê Alûcî___
Destpêk
Di binyad û avahiyên civakî û takekesî yên ku têkiliyên hêz û qewetê di wan de hene, ew takekes û civakên ku di rewş û helwesta bindestiyê de ne lêbelê li ser vê jî carinan xwedî li gotinên li dijî xwe yên takekes an komeke serdestên xwe derdikevin. Çima? Ji bo çi? Sedem? Ev diyardeyeke derûn(nas)iyê ya balkêş e. Ev hal û rewş tenê bi xapandineke hişmendane an bi kêmasiya zanînê û bindestiyê nikare were rave û şîrovekirin, ne jî dikare wisa were nirxandin ku hemû civak û takekesên bindest bi heman awayî tevdigerin. Nêzîkatiya derûnkolerî (psychoanalysis) vê diyardeyê li ser hêmanên wekî hundirînkirin û navxweyîkirina otorîteya/serdestiya derxweyî (internalization of external authority) ji aliyê civak û takekes ve, xwewekdîtina bi êrîşkar re (identification with the aggressor), pêkhatina bilindezî (superego) û mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) yên li dijî rageşî, dudilî û fikar û gumanan dide rave û şîrove û lêkolînkirin. Ji bilî vê, xebatên Erich Fromm, Frantz Fanon û Paulo Freire dibin alîkar ku rê û pêvajoyên derûnşîkarî (psychodynamic) yên civakî û takekesî bi têkiliyên hêz û qewet û serdestiya civakî û takekesî re bêne nirxandin.
Mirov ne tenê di nav têkiliyên takekesî de, lê di heman demê de di nav têkiliyên hêz û qeweta civakî de jî dijîn. Di nav malbatê, dibistanê, jiyana kar, saziyên siyasî û avahiyên civakî yên-din de, gengaz e ku takekes li ser hev xwedî astên cuda yên hêz û qewetê bin. Di rewşên ku hêz û qewet bi awayekî ne wekhev tê belavkirin de, dibe ku aliyek zor û zextê li ser aliyê din ferz bike û şiroveya rastiya xwe an jî derewên xwe bi darê zorê an bi propagandayê bike rastiya her kesî.
Di vir de pirseke girîng derdikeve holê: Çima carinan takekesê ku di nav têkiliyeke hêz û qewetê de ye ku zerarê dide wî/wê an sînoran li ser wî/wê ferz dike, dîsa jî dest bi berevanî û parastina sedemên vê têkiliyê bi xwe jî dike?
Ji aliyê derûnkolerî ve, bersiva vê pirsê bi vê rastiyê ve girêdayî ye ku takekes ne tenê hebûneke pasîf e ku bi rûdanên li dinyaya derxweyî ve têne dîtin. Otorîte, qedexe, nirx û hikmên ku ji derve tên, bi demê re dibin beşek û binbeşek ji dinyaya derûnî û navxweyî ya takekes an jî dibin bîra hevpar (collective consciousness) a civakê. Bi vî awayî, dengê ku di destpêkê de ji derve dihat, dikare bibe dengê hundirîn (navxweyîn) ên ku takekes wê wekî xwebûna (self) xwe dijî – ku bi awayekî derhişî (unconscious) û bêhemdê xwe vê rewşê dihebîne.
Ji ber vê yekê, xwedîderketina li gotinên serdestên xwe nikare tenê wekî "bawerkirina ji derewên serdestên xwe" were nirxandin. Pêvajoya behskirî divê bi hewcedariya ewlehiyê ya takekes, lêgerîna girêdanê, rageşî û guman û fikara wî/wê, mekanîzmayên berevaniyê û têkiliya wî/wê ya bi otorîteyê/serdestiyê re, bi hev re were nirxandin – civak bi xwe jî ne dûrî vê nirxandinê ye.
Navxweyîkirina Serdestiyê û Otorîteya Derxweyî
Di modela avahiya derûnî (psychological structure) ya Freud de, bilindezî (superego) bi navxweyîkirina qedexe, rêzik û nirxên civakî û yên dêûbav ve girêdayî ye. Di serdemên destpêkê yên jiyana xwe de, zarok bi giranî reftar û tevgerên xwe li gorî rêberiya otorîteyên (authority) derxweyî bi rêk û rêz dixe. Bi demê re, beşek ji vê otorîteya derxweyî vediguhere mekanîzmayeke kontrolê ya navxweyî.
Ev mekanîzma ne tenê bi navxweyîkirina nirxên erênî ve, lê bi navxweyîkirin û nirxandinên neyînî yên li ser takekes ve jî têkildar e. Bo nimûne, takekesek ku bi domdarî bi peyamên wekî "tu têr û bes nakî", "tu bêfêm î" an "pirsgirêk di te de ye" re rû bi rû dimîne, dibe ku di pêvajoyê de van gotinan ne wekî nirxandinên ji derxweyî, lê wekî fikr û ramanên xwebûna xwe yên navxweyî bijî.
Bi vî awayî, sînorê di navbera dengê serdest û otorîteya derxweyî û dengê takekes ê xwebûna xwe de dikare tarî û aloz bibe. Gotina serdest êdî ne tenê îdiayeke ji derxweyî ye; dikare bibe beşek ji awayê ku takekes bi xwe xwebûna xwe dinirxîne ango navxweyîkirin.
Ji vî aliyî ve, yek ji şêweyên herî bihêz û qewet ên serdestiyê ew e ku takekes dest bi hilgirtina hin hikman di hundirê xwe de dike, bi awayekî ku êdî hewceyê kontrolkirineke domdar a ji derve namîne.
Xwewekdîtina bi Êrişkar (Serdest) re
Di edebiyata derûnkoleriyê de, yek ji têgehên herî giring ji bo fêm û têgihiştina vê pêvajoyê, xwewekdîtina bi êrişkar re (identification with the aggressor) ye. Anna Freud (1936) destnîşan kiriye ku xwewekdîtin di hin rewşan de dikare bibe rêyek ku takekes bi takekesê ku wî/wê ditirsîne re, bi awayekî derûnî hevşibînekê (xwewekdîtin) ava bike.
Ev mekanîzma nikare bi awayekî hêsan wekî "takekesê bindest ji serdestê xwe hez dike" were rave û şirovekirin. Bêtir, ew dikare wekî awayekî berevanî û parastina xwebûnê were raman û fikirîn ku li hemberî rageşî û metirsiyê derdikeve holê. Takekes dikare di asta derhişiyê (unconscious) de bigihêje rewş û helwesteke derûnî ya bi vî rengî: "Heke ez bizanibim ku ew (serdest) çi difikire, heke ez li gorî rêzikên wî (serdest) bimeşim û li aliyê wî bisekinim, ez dikarim xwebûna xwe zêdetir di ewlehiyê de hîs bikim." Lêbelê di rastiya razber û şênber de, ev xwe-xapandineke derûnî û derûncivakî ye ku her tişt berevajî hev dibe.
Di vê rewşê de, takekesê bêhêz û qewet (bindest), bi xwewekdîtinkirina bi hêz û qeweta ku wî/wê ditirsîne û rageşiyê di dilê wî/wê de çêdike, hewl dide hesta bêçaretiya fêrbûyî (learned helplessness) li dijî wî/wê kêm bike. Ji ber vê yekê, xwedîderketina fikr û ramanên serdest ne her tim ji veguherîna rastîn a fikr û ramanan tê; di hin rewşan de dikare encama hewldana takekesî ya berevanî û parastina xwebûna xwe ya derûnî û derûncivakî li hemberî rageşî û metirsiyê be.
Pênasekirina Rastiyê ji Aliyê Serdestan ve
Di têkiliyên bindestî û serdestiyê de, ne tenê hêz û qeweta fizîkî an aborî, lê hêz û qeweta pênasekirina rastiyê jî giring e — hêz û qeweta diyarkirina ka "rastî" çi ye. Gava komek an takekesek ji bo dema dûvedirêj xwedî hêz û qeweta destnîşankirina "çi rast e", "çi siruştî û normal e" û "kî tawanbar û sûcdar e" be, kapasîteya aliyê din a rave û şirovekirina serpêhatî û ezmûna xwebûna xwe dikare qels bibe, heta vebiguhere û bermeqlûp bibe.
Frantz Fanon (1963), di çarçoveya kolonyalîzmê (colonialism) de destnîşan kiriye ku serdestî ne tenê awayekî rêveberiya derxweyî ye; ew dikare awayê fikr û ramîna mirovan a li ser xwe, xwebûna xwe û civaka ku ew tê de dijîn jî bandorê bike. Ev nêzîkatî ji bo ravekirina vê yekê giring e: takekesê bindest, dema ku rewş û helwest û xwebûna xwe pênase dike, dikare kategoriyên koma serdest li ser xwe û civaka xwe bi kar bîne.
Bo nimûne, heke pergaleke civakî bi domdarî taybetmendiyên diyar li koma bindest bar bike, dibe ku takekes bi demê re heman pîvanan bo nirxandina xwe û xwebûn û hebûna xwe, heta bo civaka ku tê dijî de jî bi kar bîne. Bi vî awayî, serdestiya derxweyî li asta derûnî (navxweyî) jî dikare ji nû ve were hilberandin.
Xala ku divê were destnîşankirin ew e ku meriv nekeve texmîna ku takekes bi tevahî pasîf e. Nêzîkatiya Fanon, dema ku bandorên derûnî yên serdestiyê nîşan dide, di heman demê de lazim e ku ev têkilî di nav mercên dîrokî û civakî de bên nirxandin.
Tirs, Rageşî, Ewlehî û "Xirabiya ku Ez Dizanim û Pêşbinî Dikim"
Sedemeke din a ku takekesê bindest gotina serdest dihebîne û qebûl dike, dibe ku ew nediyariya ku veguherîn dikare wê bi xwe re bîne be. Hiş û mêjiyê mirovan ne tenê encamên erênî, lê pêşbîniyê (predictability) jî giring dibîne. Kesê ku demeke dûvdirêj di nav têkiliyeke hêz û qeweteke diyar de dijî, tevî ku vê têkiliyê zererdar bibîne jî, dikare wê wekî heyber (object) û tiştekî nas û pêşbînbar bijî ango xerabiya ku dê di siberojê de bê sere wî/wê bi awayekî derhişî pêşwazî bike.
Ev rewş ji aliyê derûnkolerî ve dikare bi tirs û rageşiyê (anxiety) ve were girêdan. Rewşeke nenas û nediyar, dibe ku ji rewşeke naskirî lê zererdar bêtir rageşî û fikareke tund biafirîne. Bi vî awayî takekes dibe ku di navbera fikr û ramana "ev pergal ne dad û adilane ye" û rageşî û fikara "lê ez nizanim li derxweyiya vê pergalê wê çi biqewime" de dimîne ango qetl û qûtlên berê di bîra hevpar de bi qeyd û bendkirinî ne.
Di rewşeke wiha de, berevanî û parastina rêza heyî ne mecbûrî tê wê wateyê ku takekes bi rastî wê rêzê baş dibîne. Parastin û berevanî dikare wekî rêyekê jî derkeve holê ji bo serederiyê bi nediyarî û rageşiyê re bike – bi şemaleke binhişî û derhişî ve, ev fikr û raman tên holê.
Navxweyîkirina Gotina Serdestan û Fromm
Xebatên Erich Fromm giring in, lewre ew fikr û ramana derûnkolerî bi mercên civakî ve girê didin. Fromm (1941) bal kişandiye ser tirs, rageşî û tengasiya di navbera azadî û ewlehiyê de, û lêkolîn li ser kiriye ku mirov di hin rewşan de ji bo reva ji berpirsiyariyê û nediyariya ku bi azadiyê tê çê an xerab, ber bi otorîteyê (serdestiyê) ve diçin.
Ev nêzîkatî dibe alîkar e ku em fêm bikin ku têkiliyên serdestiyê nikarin tenê bikaranîna zûr û zorê bidomin. Mirov carinan ji ber hewcedariya ewlehî, girêdan û rêkûpêkiyê, dikarin xwe, hebûn û xwebûna xwe bi otoriteyeke bihêz û qewet ve girê bidin. Ev girêdan carinan dibe sedema ku takekes piştgiriyê bide pergaleke li dijî berjewendiyên xwe yên nijadî û hebûnî û xwebûnî.
Meseleya bingehîn li vir ne pirsa "çima takekes li dijî hebûn û xwebûna xwe tevdigere?" ye, lê pirsa "ev reftar û tevger bersiva kîjan hewcedariya derûnî (navxweyî) ya takekes dide?" ye.
Azadîxwaziya Bindest û Paulo Freire
Paulo Freire (1970), di derbarê azadîxwaziya bindestan de giringiyeke taybet daye pêvajoyên perwerdehî û hişmendîbûnê (consciousness). Li gorî Freire, bindest xwedî kapasîteyekê nin ku bi awayekî rexnegir (critical) rastiya civakî ya ku ew tê de dijîn binirxînin û vebiguherînin. Lêbelê, awayên fikr û ramanê yên pergalên zordar û serdest, dikarin awayê fêm û têgihiştina bindestan a li ser dinyaya wan bandorê bikin.
Ji ber vê yekê, azadîxwazî ne tenê rakirina fizîkî ya zordariyê ye. Divê awayê ku takekes xwebûn û dinyaya xwe dinirxîne jî vebiguhere. Herçend nêzîkatiya Freire ne derûnkolerî be jî, xala hevbeşiyê ya giring bi fikr û ramana derûnkoleriyê di xwe de vedihewîne: têkiliyeke hêz û qeweta derxweyî dikare dinyaya navxweyî ya takekes û awayê wî/wê yê fêm û têgihiştina li ser hebûn û xwebûna wî/wê bandorê bike.
Ji vî aliyî ve, azadîxwazî ne tenê tê wê wateyê ku takekes "fêrî vê bibe ku gotinên serdest çewt in", lê di heman demê de tê wateya ku ew rewş û helwesteke rexnegir û xweser pêş bixe ku bikare serpêhatî û ezmûnên xwe bi tena serê xwe binirxîne.
Nîqaş
Baweriya bindestan çima bi gotinên serdestan wan tê, ne diyardeyeke hêsan e ku bi tenê mekanîzmayeke derûnî ve were ravekirin. Ji aliyê derûnkolerî ve, pêvajoyên wekî navxweyîkirina otorîteya derxweyî, xwewekdîtin, mekanîzmayên berevaniyê, kêmkirina tirs û rageşiyê û avakirina fêm û têgihiştina xwebûnê, ango xwe-têgihiştin (self-perception), dikarin fêm û tevkariyê bidin têgihiştina vê diyardeyê.
Lêbelê, sepandina van ravekirinan bi awayekî otomatîk li ser hemû takekesên bindest ne rast e. Takekesên ku li ber heman def û mercên zordariyê dimînin, dikarin bersivên cuda bidin. Dema takekesek li gotina serdestên xwe xwedî derdikeve, takekesekî din dikare li dijî wê têkoşîn û berxwedanê nîşan bide; takekesekî din jî dibe ku di hin waran de gotina serdestan qebûl bike û di hin warên din jî de red bike.
Ji ber vê yekê, forma rasttir a pirsa "bindest çima ji derewên serdestên xwe bawer dike?" dikare wiha were avakirin: "Têkiliyên hêz û qewetê, bi rêya kîjan mekanîzmayên derûnî dikarin awayê nirxandina takekes a li ser rastiya xwe, xwebûn û hebûna xwe û kesên din (yê-din) bandorê bikin/dikin?"
Ev pirs, gengaz dike ku têkiliya di navbera derûn(nas)iya takekesî û avahiya civakî de bi hev re were lêkolîn kirin.
Encam
Dema ku ji aliyê derûnkolerî ve were nirxandin, xwedîderketina takekesê bindest bi gotinên serdestên xwe nikare tenê bi kêmasiya zanînê an bêteqetiya hiş û ramanê ve were ravekirin. Hundirînkirin û navxweyîkirina serdestî û otorîteya derxweyî, xwewekdîtina bi êrişkar (serdest) re, berevaniyên ji bo kêmkirina tirs û rageşiyê û hewcedariya ewlehiyê, dikarin aliyên giring ên derûnî yên vê pêvajoyê pêk bînin.
Yek ji xalên herî giring ji bo berdewamiya serdestiyê, ew e ku hêz û qeweta derxweyî bi demê re di dinyaya navxweyî (hundirîn) ya takekes de ji nû ve tê hîn û hilberandin. Fikr û ramaneke ku di destpêkê de "dengê serdest" bû, bi demê re dikare bibe dengê navxweyî yê ku takekes bi xwe wekî xwebûna xwe bijî û bibihîse.
Lêbelê ev pêvajo ne neçarî (bêçaretiya fêrbûyî) ye. Takekes dikare serpêhatî û ezmûnên xwe ji nû ve binirxîne, hikmên hundirînkirî (navxweyîkirî) pirs bike û fêm û têgihiştineke rastiya cuda pêş bixe. Ji ber vê yekê, nêrîna derûnkolerî ne tenê pirsa ka zordarî (serdestî) çawa di dinyaya derûnî ya takekes de cih digire rave dike, lê di heman demê de pirsa ka takekes çawa dikare xwe ji van avahiyên navxweyîkirî (hundirînkirî) veqetîne û azad bibe jî derdixe pêş.
Çavkanî
Anna Freud. (1936). The ego and the mechanisms of defence. Hogarth Press.
Fanon, F. (1963). The wretched of the earth (C. Farrington, Trans.). Grove Press. (Original work published 1961)
Freire, P. (1970). Pedagogy of the oppressed. Herder and Herder.
Freud, S. (1923). The ego and the id. Internationaler Psychoanalytischer Verlag.
Fromm, E. (1941). Escape from freedom. Farrar & Rinehart.
Termên Sereke
Derûnkolerî (psychoanalysis) Rêbazeke derûnterapî û teoriyeke fêmkirina hiş û aqilê mirov e ku Sigmund Freud ava kiriye; li ser vê baweriyê radiweste ku beşek mezin a jiyana derûnî ya mirov di derhişî de diqewime û bandorê li reftar û hestên wî/wê dike.
Derhişî (unconscious) Beşa hiş a ku takekes rasterast pê nizane, lê xwedan raman, tirs û daxwazên ku bandorê li ramîn û tevgerên wî/wê dikin e. Di derûnkoleriyê de, gelek pêvajoyên giring — wekî xwewekdîtin an berevanî — di vê astê de diqewimin, ne di ya hişmend de.
Xwebûn (self) Wekhevîya (nasnameya) navxweyî ya takekes; awayê ku ew/ew bi xwe hîs dike û xwe nas dike. Di vê nivîsê de, pirsa bingehîn ew e ku çawa gotin û nirxandinên derxweyî dikarin bibin beşek ji vê xwebûnê.
Bilindezî (superego) Di modela Freud de, yek ji sê beşên avahiya derûnî (bi tevî id û ego); beşa ku qedexe, rêzik û nirxên civakî û yên dêûbavan di xwe de dihewîne û wekî dengê exlaqî/kontrolker tevdigere.
Hundirînkirin / Navxweyîkirin (internalization) Pêvajoya ku tiştên ji derve — otorîte, qedexe, nirx — bi demê re dibin beşek ji dinyaya derûnî ya takekes, wisa ku êdî ne tenê wekî zextek ji derve, lê wekî dengê hundirîn tên hîskirin.
Otorîteya Derxweyî (external authority) Kes, sazî an hêz û qeweta ku li derxweyî takekes qedexe, rêzik û ferman datîne (wekî dêûbav, dewlet, an koma serdest); di vê nivîsê de, li hember otorîteya navxweyî (hundirîn) tê bikaranîn.
Xwewekdîtina bi Êrişkar re (identification with the aggressor) Mekanîzmayeke berevaniyê ku Anna Freud (1936) rave kiriye: takekesê ditirse an tê tehdîtkirin, bi awayekî derhişî xwe li gorî kesê ku wî/wê ditirsîne saz dike, da ku hesta bêhêzî û metirsiyê kêm bike.
Mekanîzmayên Berevaniyê (defense mechanisms) Stratejiyên derhişî yên ku hiş bi kar tîne da ku xwe ji rageşî, tirs an fikarên nehiştî biparêze — wekî xwewekdîtin, înkarkirin an rengvedan (projection).
Rageşî (anxiety) Hesteke fikar û tengasiyê ya li hember metirsî, nediyarî an tehdîdek; di derûnkoleriyê de wekî sedema sereke ya gelek mekanîzmayên berevaniyê tê dîtin.
Kolonyalîzm (colonialism) Pergala ku tê de gel an welatek bi hêz û qewet li ser gelek/welatek din serwerî û kontrolê datîne; Frantz Fanon (1963) fêmkirina bandorên derûnî yên vê pergalê li ser bindestan pêş xistiye.
Derûnşîkarî (psychodynamic) Nêzîkatiyeke ku li ser hêz û qewetên derûnî yên di navbera aliyên cuda yên hişê mirov de radiweste (wekî id, ego, superego), û fêm dike ku ev hêz û qewet çawa reftar û hestan diyar dikin.
Hişmendî (consciousness) Di bîrdoziya Paulo Freire (1970) de, asta fêmkirin û hişyariya rexnegir a takekes derbarê rewşa xwe ya civakî; bingeha pêvajoya azadîxwaziyê ye.
Pêşbînî (predictability) Taybetmendiya rewşek ku encama wê were zanîn an texmînkirin; di nivîsê de wekî sedemek tê destnîşankirin ku çima kes tercîh dike di têkiliyeke naskirî — tevî ku zererdar be — bimîne, li şûna nediyariya guherînê.
Xwe-Têgihiştin (self-perception) Awayê ku takekes xwe, taybetmendî û cihê xwe yê di civakê de dinirxîne û fêm dike; di nav têkiliyên hêz û qewetê de, ev têgihiştin dikare ji aliyê koma serdest ve bandor bibe.
Dudilî (ambivalence) Rewşeke derûnî ya di navbera du hest an biryarên li hember hev de; li vir wekî yek ji hîseke ku takekes li dijî wê berevaniyê pêş dixe (li gel rageşî û fikaran) tê bikaranîn.
Bîra Hevpar (collective consciousness) Bîr (memory), nirx û fikrên ku ne yên takekesekî bi tenê ne, lê ji aliyê tevahiya civakê ve têne parvekirin.
Avahiya Derûnî (psychological structure) Di modela Freud de, sazbûna hiş a ji sê beşan pêk tê nizimezî, ezî û bilindezî (id, ego, superego); çarçoveya ku pêvajoyên navxweyîkirinê tê de diqewimin.
Nizimezî (id) Beşa herî hov û seretayî ya avahiya derûnî ya Freud; navê hêza siruştî û xwezayî ya arezû û daxwaz û ajo û nihişkan (drive) e ku li gorî rêgeza kêfê (pleasure principle) dixebite, bê ked û rêzik.
Ezî (ego) Beşa navîn a avahiya derûnî ya Freud; navbeynkariyê di navbera arezû û daxwazên nizimezî (id), rêzikên bilindezî (superego) û pêwîstiyên rastiya derxweyî de dike; li gorî rêgeza rastiyê (reality principle) dixebite.
Xwewekdîtin (identification) Pêvajoya giştî ya derûnî ku takekes bi awayekî hişmend an derhişî hin taybetmendî, nirx an reftar û tevgerên kesekî din digire ser xwebûna xwe.
Bêçaretiya Fêrbûyî (learned helplessness) Rewşeke derûnî ku takekes, piştî ceribandineke dûvdirêj a bêhêziyê, hîs dike ku ti tişt nikare rewşa wî/wê vebiguherîne — herçend îmkan û derfet hebe jî.
Xwe-xapandin (self-deception) Pêvajoyeke derûnî ku takekes bi awayekî derhişî rastiyeke zererdar ji xwe û xwebûna xwe vedişêre an wê ji xwe re bi awayekî din rave û şirove dike, da ku ji tirs an rageşiyê xwe biparêze.
Pênasekirina Rastiyê (definition/social construction of reality) Hêza diyarkirina ka "rastî" çi ye, "normal" çi ye û "sûcdar" kî ye; kesên xwedî vê hêzê dikarin şiroveya xwebûn û serpêhatiya kesên din jî bişikînin.
Heyber (object) Di zimanê derûnkoleriyê de, tişt an kesê ku hest û daxwazên takekes lê ne meyldar in; li vir wekî awayê ku takekes rewşeke naskirî ya zererdar bi tena serê xwe "dibîne", tê bikaranîn.
Rexne (critical) Awayê fikirînê yê ku rastî, pergal û têkiliyên hêzê ne wekî diyardeyên xwezayî û neguherbar, lê wekî heyber û tiştên ku dikarin bên pirsîn û veguherandin têne dîtin.
Azadîxwazî (liberation / emancipation) Pêvajoya ku takekesên bindest, ne tenê ji zordariya fizîkî, lê ji awayên fikirîna hundirînkirî jî xwe azad dikin; li gorî Freire (1970), bi hişmendîbûneke rexnegir ve girêdayî ye.
Çavkanî
Alûcî, B. (2025, Gulanê). Ferhenga derûnnasiyê (Dictionary of psychology), Mêrdîn.
https://drive.google.com/file/d/1JGrAqsqv5sUN9JZqyq0scdYW9YcR13-q/view
https://online.pubhtml5.com/oawgi/chnn/
*
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'
- Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de
- Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
- Narsîsîzm Wekî Avahiyeke Damezrîner
- The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)
- Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê
- Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf
- Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
- Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan
- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan
- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e
- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî
3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve
2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)
1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)
- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî
- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî


