Diyarname
Kovara çandî û hunerî ya du mehane W bi hejmara xwe ya 41’ê derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovarê di vê hejmara xwe de li ser “Wênekêşiya Kurdan” dosyaya xwe amade kiriye. Dêrsim Oramar (Kurtenêrînek li ser dîroka wênekêşiyê li Kurdistanê), Mehmet Masum Suer (Di bin siya dîrokê de Kurdistan), Rênas Newrozî (Dîrokî wêne le Kurdistan), Veysi Altay (Wênekêşiya Kurdan û çîroka ‘em ên winda’), Teymûr Evdikê (Wêne ji belegeyeke mang û sakîn ta bînahiyeke tevgeran e) bi nivîsên xwe di nav dosyayê de cih girtine. Her wiha li ser wêneyê bi Mehmet Masum Suer û bi Paşa Îmrek re hevpeyvîn hatiye kirin.
Her wiha hevpeyvîn, gotar, helbest û çîrokên cur bi cur di vê hejmarê de li benda xwendevanan in.


