logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

MA ji gundên Bazarcixê radigihîne: Kevir li ser kevirê nemaye

  • Dîrok: 12/02/2023
  • Beş: Nûçe

Azad Altay - Abdurrahman Gok / MA / MEREŞ

Li 6 gundên Bazarcixê bi sedan avahî hilweşiyane. Li van gundan herî hindik 107 kes canê xwe ji dest dane. Welatiyek ku di bereqeyeke naylonîn de dijî bersiva pirsa nav dide: “Çi girîngiya navê min maye?”. Ev rewş bi kurt û kurmancî rewşa karesat û bêçaretiyê ya li gundan radixe ber çavan. 

Li navandên du erdhejên mezin navçeya Bazarcixa Mereşê waliyê Kirikkaleyê Bulent Tekbiyikoglû wekî “koordînatorê” erdhejê hat wezîfedarkirin û daxuyand ku li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê temam kirine. Tekbiyikoglû diyar kir ku ji 872 xirbeyan 41 welatî sax hatine derxistin û bi giştî 413 welatî canê xwe ji dest dane. Nayê zanîn ku hejmara daneyên li gundan mudaxilî daneyên ku Tekbiyikoglû eşkere kiriye an na. Lê belê li gundên Buyuknacar Kocadere, Buyuknacar Fatîh û Buyuknacar Navend 156 kesan canê xwe ji dest daye. Bîlançoya qurbaniyan a herêma Narli ku piştî erdhejê agahî jê nedihat girtin û daneyên fermî hev nagirin. 

Em wek nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) çûn gundan û me rewşa gundan şopand û dîmen û wêneyên gundan girtin. 

BERÊ XWE DAN GUNDAN

Piştî me li navenda cihê alîkariyê ya ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve hatiye avakirin, taştê xwar, em bi sê dilxwazên erdhejê Erkan Ozdaş, Enver Ozmen û wênesaz Ercan Altuntaş derketin rê û me berê xwe da gundê Narliyê bi ser Bazarcixê ve. Seranserî rê avahiyên ku xesar dîtine derdikevin pêşiya me. 

Beriya em bigihîjin Narliyê li ser rê em dibînin ku siloyên garis xesarek mezin dîtine û hin aliyên van siloyan bi temamî hilweşiyane. Pişt re bi dorê me dîmen û wêneyên gundên Karaçay, Osmandede, Ordekdede, Evrî-Kumeevler, Evrî merkez, Sarierik û Emîroglû-Betizler girtin.

JI FELAKETÊ RIZGAR BÛYE 

Rawestgeha me ya ewil gundê Karaçay e û 60 mal lê hene. Ji ber erdhejê hema bêje xaniyê ku xesar nedîtine û hilneweşiyane tune ye. Em çûn ber hewşa malekê û ferdên malbatê li ser maseyê çay vedixwin. Me got em rojnameger in, me çawa wisa got, malbatê dest bi axaftinê kir û tiştên hatiye serê wan vegotin û diyar kirin ku gundê wan ji felaketê rizgar bûye.  

Malbat dibêje siûda mezin ew e ku xelkê herêma wan di mehên zivistanê de diçin bajarên rojavayê Tirkiyeyê û Ewropayê. Her ku me xwe bera nav gund da xisara mezin û dîmenên karesatê derdiketin pêşiya me. Hin malan tenê xesar dîtiye û hin mal jî hilweşiyane û kevir li ser kevirê nemaye. Gelek wesayît jî di bin xirbeyan de mane. Hin welatî kelûpelên wan ku sax mane, ji bin xirbeyan derdixin. 

‘ÇI GIRÎNGIYA NAV MAYE?’  

Welatiyek ji baraqeyek naylonîn ku kesek dikare lê bimîne derket pêşiya me. Ev welatiyê mexdûr dibêje ku ew perîşan bûne. Me navê wî pirsî. lê wî bersiva “Çi girîngiya nav maye?” dide, û paşê dibêje ku navê wî Akin e. 

4 KES CANÊ XWE JI DEST DANE 

Piştî gundê Karaçayê me em derbasî gundê Osmandedeyê bûn. Li vî gundî derdora 70 malî hene. 2 jê zarok 4 kesan li vî gundî canê xwe ji dest daye û 5 kes bi alîkariya gundiyan ji binê xirbeyan hatine derxistin. Alîkarî û konên AFAD’ê piştî 4 rojan gihîştiye gund. Hê jî hin malbatên li gund bê kon in. Rewşa gundê Osmandede ji rewşa gundê Karaçayê ne cudatir e. 

JI ŞER REVIYAN DI BIN ERDHEJÊ DE MAN  

Em li gund malbatek ku ji şerê Sûriyeyê reviyaye û li vir bicih bûye dibînin. Du zarokên keçik ên malbatê mirine û lawek wan jî bi giranî birîndar bûye. Dayika zarokan ji bo ferdên malê ku sax mane xwarinê amade dike û ferdên din ên malbatê jî hewl didin ku motorsîklêta xwe ji bin xirbeyê derxin. 

Me ji malbatê pirsî “gelo ne talûke ye” wan wisa bersiv da: “Ka em çi bikin, tekane wesayîta me ya veguhestinê ev e.” 

KEVIR LI SER KEVIRÊ NEMAYE 

Paşê jî me berê xwe de gundê Ordekdede û em bi manzereyek dijwartir re rû bi rû dimînin. Hema bêje derdora 300 mal û dikan li gund hene û hema bêje hemû hilweşiyane an xesar dîtine û serobin bûne. 10 jê zarok bi giştî 33 kes li vî gundî mirin. Gelek sewalên gundiyan jî telef bûne. 

Li gorî ku gundî agahî didin me, tîmên rizgarkirinê ji Mêrsînê roja duyemîn a erdhejê hatine û du kes ji bin xirbeyan derdixistine lê belê paşê jî her du kesan canê xwe ji dest dane.

PÊDIVIYA SEREKE KON IN 

Xelkê gund dibêjin ji ber wan xizmên xwe din rizgar nekiriye pir xemgîn in û destnîşan dikin ku bi hev re birînên xwe dipêçin û hewcedariya wan sereke kon in. 

Hin welatiyên ku bêxew û bêhal mane û di nava xirbeyan de ne, di heman demê de li dijî desthilatdarê bi hêrs in jî û dibêjin ku alîkarî negihîştiye wan. 

DILXWAZ ALÎKARIYÊ BELAV DIKIN 

Dilxwazên ku bi me re hatin gundan cil û xurekên ku li cem xwe anîne li gundiyan belav dikin. Xelkê gund herî zêde betaniye, kon, bakliyat, mamayê zarokan, bezên zarokan û extiyaran û pedên jinan daxwaz dikin. Daxwazên hin welatiyan hatin dabînkirin û daxwazên hin welatiyan jî ji Maseya Krîzê re tê ragihandin. 

Tenê hewcedarî ne ev in. Ji bo welatiyên nexweş daxwaza derman û tîmên mobîl tê kirin. Her wiha gundî dixwazin ku av û ceyrana wan bê berdan. Şêniyên li taxê her kes li gorî pêdiviya xwe alîkariyê dixwaze. 

ŞERTÊN DIJWAR ÊN ZIVISTANÊ Û TÊKOŞÎNA JIYANÊ  

Piştî gundê Osmandedeyê jî me berê xwe de yek mezintirîn gundê Evrî yê Bazarcixê û li vir jî em xanî û avahiyên hilweşiyayî ango gundek bûye xirbe re rû bi rû dimînin. Tê gotin ku nêzî du hezar nifûsa vî gundî heye. Gelek malbatan kon vedane û bi şertên dijwar ên zivistanê re dijîn. Em ewilî berê xwe didin Evrî-Kumeevler û li vir 15 mal bi temamî hilweşiyane. 

 

KUMEEVLER TUNE BÛYE 

Tenê ne xanî ew qas axur jî hilweşiyane. Herî hindik 14 kes li vir mirine. Çimkî rewşa birîndarên ku rakirine nexweşxaneyan nayê zanîn. 7 kesên qurbanî ji heman malbatê ne. Ramazan, Sultan, Done, Hasan, Sevcan, Mehmet û Yûnûs Kizik in. Her wiha Cuma û Cafer Aksumur jî xizmên hev in ku mirine. Gundî dibêjin zarokek jî di dema kêliya erdhejê de sobe bi ser de ketiye, şewitiye û canê xwe ji dest daye. 

Li gund bi sedan sewal telef bûne. Sewalên di bin xirbeyan de mane bêhn didin. Ji ber ku welatî ketine nav hewldana ku cihê lê bi hêwirin çêbikin, nikarin bi termê sewalan re eleqedar bibin. 

HÊSIRÊN WAN TÊN XWARÊ 

Hin welatî ji bo sewalên xwe axûrên xwe tamîr dikin û çêdikin. Hin welatî jî bêhal ketine û agir pêxistine ku xwe li berê germ bikin û bêhna xwe berdin. Welatî ji aliekî ve hewl didin birînên xwe bipêçin ji aliyekî ve jî xemgîn ji bo qurbaniyên xwe û hêsir ji çavên wan tên xwarê. Haya zarokan ji tiştekî tune ye û bi sewalên sax mane re dilîzin. 

Me xatir ji welatiyên Kumeevlerê xwest û me dîsa berê xwe da navenda Evriyê. Li serê girekî me li gund nihêrî û rûxandina gund hin bêtir xwe radixe ber çavan û tê dîtin. Welatî ji aliyekî ve hem di nava metirsiyê de ne û hem jî ji neçarî konên ku hatine gund ji xwe re vedidin ku lê bimînin.  

HERÎ KÊM 40 KESAN CANÊ XWE JI DEST DAYE

Em hem ji aliyekî ve bi dilxwazan re li cadeya sereke ya gund koliyên alîkariyê belav dikin û hem jî ji aliyekî ve li pirsgirêkên gundiyan guhdar dikin. Li navenda Evriyê herî hindik 40 welatî canê xwe ji dest dane. Daxwaza herî zêde gundiyan kon in. Zarok li derdora dibistana xwe ku hilweşiyaye dilîzin û dê û bav jî derdê wan ew e ku ji bo zarokên xwe kincên ziwa peyda bikin. 

HER DEVER BÛYE XIRBE 

Piştî gundê Evriyê em berê xwe didin gundê Sarierîkê. Li gund 60 mal hene û tenê 17 malbat lê dijîn. Li vî gundî 3 kesan canê xwe ji dest daye. Li ber deriyê her malê kon tên vedan. Her wiha alîkariya ku xizmên gundiyan ji Ewropayê şandine mal bi mal tê belavkirin. 

Rawestgeha me ya dawî jî gundê Emîroglû ye. Ji ber karesatek mezin li gund çêbûye û xanî rûxiyane, meriv dibêje qey şerek dijwar li gund qewimiye. Her kolan bi xirbeyên avahiyan tije bûye. Li gund 6 jê zarok bi giştî 12 kesan canê xwe ji dest daye. 

 

 


**

Nûçeyên Eleqedar:

- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin 

- 12'yê mehê, nûçeyên rojane 

- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o 

- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya 

- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne 

- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin 

- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)

- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike 

- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê 

- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe 

- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin 

- Demîrtaş dijî OHAL'ê derket 

- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...  

- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir 

- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine 

- Rewşa Elbistanê 

- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê 

- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin 

- 9'ê mehê agahiyên rojane

- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê) 

- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin 

- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva' 

- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin 

- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro  

- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike 

- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin 

- DEPREM/ERDHEJ MALPER  

- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê 

- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin 

- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê 

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê                


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Bandora Mishef û Berheman

ad

Li Amedê li dor 100 kesî di bin çavan de ne

ad

Bi hezaran kesî Vedat Aydin bi bîr anî

ad

Nivîskar Hayrettîn Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehên girtîgehê hat berdan 

ad

Hejmara nû ya Nûbiharê derket

ad

Hemû partî li aliyekî, PDK li aliyekî…

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname