logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Bandora Mishef û Berheman

Vê sibê, min çavê xwe li twîterê gerand. Qet naşibe facebokê. Heger mirov her du medyayên civakî bi taybetmendiyên endam

  • Dîrok: 02/08/2019
  • Beş: Serbest

Berfîn Dîcle


Vê sibê, min çavê xwe li twîterê gerand. Qet naşibe facebokê. Heger mirov her du medyayên civakî bi taybetmendiyên endamên wan û bi peyamên li ser têne nivîsandin, kategorîze bike gelek ji hev cuda ne!

Endamên twîtterê, pir çalak û şopînerên rojevê ne! Endamên wan, bi piranî heman kes bin jî; enerjiya xwe ji bo twitterê xerc dikin!

Rojnamegerek qala nijadperest û xwedê giravî demokratan kiribû! Pir nivîsek baldar bû. Mijar li ser xelqê Sûrî yên penaber û piştperdeyên oldar bûn! Bi hezaran şîrove li bin hatibûn kirin! 

Min, ji meraqan çend ji wan şîroveyan xwendin! 

Di hemû şîroveyên min xwendin de, heqaret û çêr hene. Tuyê bêjî qey; her yek ji wan li welatekî ne û her welat jî li ser parçeyek erdnîgariyê ye. Ew ê tu car neyên cem hev û çav bi hev û din nekevin! Heger bêhemdî ber bi hev bikevin jî ew ê goştê canên hev bînin xwarê!

Xulqê wan ji hevûdin re teng e. Bê raman û feraset in! Awê ji tiştên nedîtbar re bi rêz û hez in, tiştên dîtbarî ne di xema wan de ne!

Li hemberê zilm û zora li ber çavên wan tên kirin, ker û kor û lal in! Lê; bi heft destan, tiştên ku bi qandî serê misqalekê jî ji wan ve nexuya ye, girtine û bernadin!

Fizîkzan Nicola Tesla, wiha gotiye:

Kesên, mishefên pîroz xwendine û bîrbirine, bûne ateîst.

Ê xwendine û tiştek bîrnebirine, bûne oldar.

Û ê bê xwendin baweriya xwe pê anîne jî bûne "yobaz"!

Gava min gotinên Nicolayê dahî wergerandin kurdî di, ferhengê de li peyva "yobaz" ê geriyam. Ji bo yobaz ê dibêje: bawerîhişk, bawerîhişkî...

Heger vê peyvê di hevokekê de bikar bînim: Serhed yekî bawerîhişk e! 

An jî hevokek din: Bawerîhişkan tu tahm di civatê de nehiştine! 

Dilê meriv (dilê min, ez bi dilê kesî nizanim), li vê bêjeyê ronî nade!

Hema dilê min heye ez ji kesên bi kurdî dizanin, wekî kesên li hemberî misfehên pîroz hatine qategorîzekirin, ji hev biqetînim!

Kesên li ferheng û pirtûkan dinêrin; heger, peyvên çêkirî û ê resen ji hev û din biqetînin û ên resen di nivîs û axaftinên xwe de bikar bînin, dibin zimanzan!

Kesên hema di ferhengê de çi peyv dîtin û di nivîs û axaftinên xwe de heta êdî tu tiştek ji wan neyên fêmkirin, bikaranîn dibin zanyarê kurdiya akademîk!

Û kesên ku tenê bi ferhenga dê û bavê xwe diaxifin jî dibin kurdîzanên devokî an jî heremî û rojane!

Helbet; kesên ferheng û pirtûkên kurdî tomarkirine û danîne ber destên xwendevanan, evdên ji rêzê ne! 

Lê; nizam çima ew xwedayê min ê rebilalemîn, hucre û atomên ku bi mîqroskobên, tiştekî bi hezaran caran mezin dikin li wan dinêrî, ew qas bi pîrûpergalek zelal afirandiye û tav û gilovera dinyaya, bi çapên xwe yên, bi mîlyon kilometreyî hene, wisa bi esmên ve girêdayî afirandiye, lê gava dor hatiye ser misfehên wî yên pîroz, hema ji serê xwe dehf kiriye?

Ev mishef, ne zû bi zû têne xwendin, ne jî bi xwendinek ji rêzê kes pê têdigihîje! Xwezî; bi zimanê hemû gelan û bi hesanî bihata fêmkirin biafirandina!

**

Nivîsên Berfîn Dîcle yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Notên Qarneyê

- Zanîngehên Japonî

 


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Heskîfê pergala binesaziyê a 3 hezar salî hat dîtin

ad

Gotina Hefteyê: 'Dengên me sedî 17 ne'

ad

Dîroka mîtîngên bi beşdariya Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn

ad

‘Nexşeya Rewanê Bêdengiyê’ derket

ad

Berendamên Siyadê: ‘Tereddut Çizgisi’ û ‘Yurt’ li pêş in

ad

'Bila rêveberiyên herêmî perwerdehiya kurdî bidin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname