logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Notên Qarneyê

Ji meheyek zêdetire ji ber xeletiya xwe dilê min kul bibû!... Li terziyek nêzî karê xwe digeriyam. Min got, a baş ez li

  • Dîrok: 30/07/2019
  • Beş: Serbest

Berfîn Dicle


Ji meheyek zêdetire ji ber xeletiya xwe dilê min kul bibû!...

Li terziyek nêzî karê xwe digeriyam. Min got, a baş ez li malbatên xwendekarên xwe bigerim. Heger hebe ew ê bizanibin. Min têlefonî diya yekî ji wan kir! Piştî min silavan lê da û li rewşa teva pirsî şûn de, min terzîyên pê dizanin jê pirsî. Bi dengekê sar û xalî bersîva min da! Min xwebixwe got, hebe nebe hê serê siba zû ye, dibe ku min ew ji xew şiyar kiribe loma wisa sar e. Min axaftina xwe qut kir û min go, ez ê paşê li te vegerim.

Nêzî nîvro yê car din lê geriyam, dîsa dengê wê wisa sar bû. Min hew xwe ragirt û sedema sarbûna wê pirsî. Dengê wê bi kelogirî bû: ma qey qîza min qasî hevalên xwe nedibû te, notên wê kêmî wan da ye!

- Çawa kêmî wan e? Heta ji min hatiye min pûanên teva bilind û herî baş lêxistiye!

Wê jî êdî hew xwe ragirt û ji kezeba şewîtî giriya! 

-Ez her ro dihatim cem te, li rewşa qîza xwe dipirsî,  te digot, gelekî baş e! Te dilê min xweş dikir, lê waye di qarneya wê de wisa nabêje! 

-Çi dibêje? 

- Du dersên wê orte ne! 

Navê du xwendekarên min wekî hev in. Yek jê kurik e! 

Wekî ez dizanim, rewşa xwendekarên min tev, gelek baş in lê lawik ê ku hevparê nav e, ji ber ku çend hewariyên wan ketin serhev, piçek aliqî û paşê, di demekî kin de bixweve hat. Ez ketim sistemê, nizam ji ber çi bû şîfreyên me guhirandibûn, min kir nekir venebû! Dotira rojê li ser kar min ji rêvebiran pirsî gotin sîstem venabe! 

Bi rastî dêya vê keçikê pir alîkariya min kiribû. Salek salewaxt min her hefte deftera xwe didayê dibir mal, ji dêlva min ve tijî dikir û tanî. Polê paqij dikir, çend cara tirşînê ji min re anî bû. Qîzik jî wekî bilbil dixend, pirsê min tavilê dibersivand. 

Do tevî ne li bajêr bûm jî xwendekarek min a kemoterapî dibîne heye, dêya wê têlefonî min kir got : Xoce  belgeyek me heye, divê tu îmze bikî. Sibê jî roja dawîn e! Gere em bişînin Lösev ê!

Ez vê sibê bê taştê, ketim rê hatim. Çûm ku belga wê îmze bikim. Dîtina min dî şûna îmza min tune.  Heye tomarek kaxiz daniye ber min. Min tevî hûr û kûr xwend. Tenê nav û têlefona min xwestine. Ne hewcê îmzeyê ye. Hê saet 8 ê sibê bû hema li hewşa wan rûniştim, min nexwest herim mala wan, ew ê bi çûna min biwestiyana. Keçik baş bibû, jidiyabû, bejn avêtibû. Bi dîtina wê bêhna min derket. 

Min ji wir da rê çûm mala wê xwendekara xwe, min êdî nikaribû qarneyek nû derxista, de min go ez ê hema dîsa li ser binivisînim, ji ber xeletiya min pûanên wê kêm xûya dikin û min ê îmzeyek bavêtina binê nivîsa xwe. Heyfa keçik û diya wê ye ewqas kesirîne.

Ne çûm mala wan jî, hema li bin dêliya hewşê rûniştim û min têlefonî wan kir. Min cixara xwe vêxist, bala min bi jinikek ket ber bi min ve dihat. Min go qey cîranên wan e. Min înca baş lê mêzekir, ez çi bibînim baş e? Diya wê keçikê ye. Reng di rûyê wê de nema ye. Qîza wê jî paşve xûya kir. Diranên wê ketine, zeîf bûye çilmisiye, heger ne hewşa wan bûya min ê ticar pê dernexista ku ew e! 

Ez ji ber wan rabûm piya, min dilê keçikê car din xweş kir, û li qarnê nihêrt. 

Çavê xwe li nota gerand tu kêmasî tune. Dewra yekem, min orte dayê, wekî teva. Lê dewra duyem tev pekîyî ne... 

Min dîsa jî sitêrkek bi qarnê ve danî û îmze kir. 

Jinik pir şermî bû. Uzrê xwe xwest û kelogrîbû. Got: va mehek e ez bêhiş tevdigerim. 

Min jî qet gumanan jê nekiribû û neketibûm sîstemê, carcaran ku diket bîra min, dilê min jan dida! Zarûk in kêfa wan dişkê û ez zanim malbat jî di tesîra notên nebaş de dimînin. 

Meheyeke nahêle qîzik bi dilê xwe tatîlek bike û ji xwe re têr bileyze! Çûye çend pirtûkên nû kiriye qîzikê dixwebitîne. Tevî min gotibû: ji ber xwe de ranebin li dersan nexebitin. 

Axir çawa min dît xeletî ne ji min e, min ew li tenişta xwe da rûniştandin û got: ev mehek e hişê min li we bû. Madem xeletî ne ji min e, sala pêşiya me jî dîsa tê deftera min tijekî.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2010: 20 fîlmên serketî yên salê hatin hilbijartin

ad

15 baroyan qala aliyê hiqûqî ya meseleyê kirin

ad

‘Michael’ û yên din

ad

'Yêkê Yêkê' hişt û çû

ad

Li Arjantînê fûtbol di grevê de ye

ad

‘Efendiyê Gustîlan’ dê 50 saetan bidome

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname