Diyarname
Kovara sê mehane Nûbihar bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanên xwe. Nûbiharê di hejmara xwe ya nû ya 115'an de gelek nivîs hatine pêşkêş kirin.
Kovara Nûbiharê ku li ser xeteke olî weşanê dike, her sê mehan carekê dertê. Kovar ku gelek caran ne di dema xwe de derê jî ev 19 sal in weşana xwe didomîne.
Kovarê hejmara xwe ya 115'an jî hinekî bi derengî derxist. Di vê hejmarê de edîtorê kovarê Suleyman Çevik di nivîsa xwe ya bi sernavê “Beriya her tiştî samîmiyet” de bal kişanriye ser xebatên derdorên îslamî yên dema dawîn ku li heremên kurdan têne kirin. Di kovarê de bi rexnegir Remezan Alan re li ser pirtûka wî ya bi navê "Bendname" hevpeyvîneke hatiye kirin.
Zimanzan Zana Farqînî jî di nivîsa xwe ya bi ser navê "Şîroveya Mem û Zînê ya Perwîz Cîhanî" de nirxandinek li ser ziman, kesatiya Xanî, şêwaza Perwîz Cîhanî kiriye.
Nivîskar omer Dilsoz jî li ser romana kurdî nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
her wiha Ayhan Meretowar, Rahmetullah Karakaya, Murad Celalî, Abdulkadir Gok, Dr. Omer Uluçay, Perwîz Cîhanî, Abdullah İncekan, Abdulhakim Gunaydin, Zilkîf Xweşhêvî, M.Munir Timurtaş, Mûrad Dildar, Mihemed Feraşînî, M.Nezîr Basneyî, Cengiz Aytmatov, Hesen Polat, Dilazad, Evdirehîm Çekîn jî bi xebatên xwe di nav kovarê de cih girtine. Her wiha helbestên helbestvanên wekî Rojen Barnas, Nizar Qebbanî, Huseyn Şemrexî, Mahmud Derwîş, Mevlana Celaleddînê Rûmî, Sidîq Gorîcan, Mesûd Serfiraz, Kamran Simo Hedilî, S.Ahmed Kaya, Dilşad Mutî, Mehmed Ali Sadiq, Cemil Denli, Merdimîn, Seyda Ronahî û Osman îzol jî hatine weşandin.


