Diyarname
Êvara 26'ê mehê maça fînalê ya Kûpaya Qral a Spanyayê hebû. Di fînalê de jî her du tîmên mezin Barselona û Real Madrid hatin hemberî hev. Barselona bi 3-2'yan bi ser ket û kûpa bir mala xwe.
Di nîveka yekemîn de Barselona gelek serketî bû. Di temamê 45 deqîqeyan de hema bêje atakek tirsnak a Real Madrîdê nîn bû. Her ku Barselona bû reqîbê xwe wekî alê dihejand. Di deqîqeya 28'an de Lamine Yamal defansê Realê têkilhev kir û bi nav wan re gog ji Pedriyê dihat re û vala bû re şand. Pedri bi nava lingê xwe şûtek mikemel pêk anî û god di torê de çikand: 1-0.
Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Realê Vazquez derxist û kaptanê xwe yê her demî Modric xist sehayê. Dîsa ji dêvla Rodrygo lîstikvan Mbappe, ji dêvla Ceballos jî Arda Guler xist sehayê. Van guherînan kir ku Real Madrid bê ser hemdê xwe. Ji serê nîveka duyemîn re serdestî kes destê Real Madridê û vê yekê di deqîqeya 70'yî de encam da: Mbappe ji lêdana serbest a ber sehayê de gog şand nava torê: 1-1.
Vê yekê moral da Real Madrîdê û piştî 7 deqîqeya vê carê Tchouameni li ser navê Realê gotina xwe got: 2-1.
Di van kêliyên ku temaşevanên Real Madridê bi coş bûn û hema hindik mabûn strana azadiyê bistrên, Barselonayê got, "Ka bisekinin." Vê carê Lamine Yamalê ê 17 salî gog teslîmê Ferran Torres kir: 2-2. Maç bi vî awayî xilas bû û derbasî 30 deqîqeyê zêdek bû.
Di deqîqe 116'an de ji defansê Jules Kounde hat û fûzeyeke bi ser Realê de avêt û got: "Kûpa a me ye."
Di meha yekem a îsal de Barselonayê di Kûpaya Super de bi 5-2 Real Madrid têk biribû û kûpa girtibû. Bi vê îsal bû du kûpa digire, her duyan jî di fînalê de ji destê Realê.


