Diyarname
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) îro bi diruşma "Bi hêvî û berxwedanê, bi hev re ber bi azadiyê ve" kongreya xwe li dar xist û hevserokên nû hilbijartin.
13'emîn Kongreya HDK'ê li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadir Toptaş ya li Stenbolê li dar ket.
Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, nûnerên partiyên siyasî, delegeyên HDK'ê amade bûn.
Bi kurdî, tirkî, erebî, bi 6 zimanan pankarta "Bi hêvî û berxwedanê, bi hev re ber bi azadiyê ve" li salonê daliqandin. Li salonê dengê diruşma "Jin, jîyan, azadî" bilind bû.
Piştî axaftinan hilbijartin li dar ket û Meral Daniş Beştaş û Ali Kenanoglu wekî Hevserokên HDK'ê hatin hilbijartin.
Beştaş piştî hilbijartinê got, "Emê HDK'ê cawa mezin bikin ev yek bi keda em bidin re eleqedar e. Helbet niha pirsgirêka kurd heye ku bandorê li jiyana me hemûyan dike. Meseleya hebûna kurdan ev 100 sal e didome. Di vir de çi bar dikeve ser milê hDK'ê? Li ser vê gere em pir bixebitin. Rola danqebûlkirina aştiyê ji bo civakê dikeve ser milê HDK'ê. Gere em ji bo gel vebêjin ku ev şer, tecrit çi bi me dide windakirin."


