Diyarname
Meaşê Serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) salane nêzî 600 hezar dolar e lê gelo Trump çiqas meaşê digire? Trump piştî ku hatibû hilbijartin ragihandibû ku ew dê meaşê negire, wekî sembolîk 1 dolar meaşê bigire.
Û niha ev gotina xwe anî cih. Her Serokê DYA'yê mecbûr e meaşê bigire. Trump jî li ser vê yekê bi awayekî sembolîk 1 dolar meaş ji bo xwe xwest. Lê wî di 3 mehên pêşî yên mebûsiya xwe de meaşê xwe diyarî Xizmeta Parkên Neteweyî kir. Niha jî Berdevkê wî ragihand ku Serokdewletê DYA'yê Trump 100 hezar dolar ji meaşê xwe ji bo di xizmeta perwerdehiyê de bikar bîne diyarî Wezareta Perwerdehiyê kiriye.


