Kawa Şêxê
Pêşî, ji bo kesên ku almanî nizanin û wateya gotina Beg nizanin, ez dixwazim wan her du gotinan bidim naskirin. Eger ew her du gotin hatin famkirin, dê hemû mijar hêsan bibe.
Hinek gotin hene, ji bilî gotina orîjînal ya bi zimanê wê yê resen be, dilê mirovan rehet nakin û wergerandina wan ji bo zimanên din hinekî ji hestê mirov diguherîne. Ji ber vê, gava ku ew peyv bi zimanê wê yê resen were gotin, çêtir e. Mînakên vê gotinê jî pir in, ji wan gotina MUXABERAT, yanî hêzên ewlekariyê yên dewletekê, lê tenê peyva Muxaberat dikare wateya wan hêzan li dewletên ereban bide.
Wekî wê jî gotina ku Helîm Yûsiv di vê pirtûka xwe de bi kar aniye, bêyî ku dest bide reseniya wê, ew jî gotina Auslander e. Ew tê wateya kesên biyanî, yanî ne xelkên welat, me ji wan re digot; ejnebî. Li ba me ejnebî dihat wateya pêşketin, turîzm û xweşikbûnê, ku li ba almanan ji ber ku ew miletekî pêşketî ne, gotina Auslander tê wateyeke din, ku hinekî kêmtir e (bi kêmanî di mejiyê me Auslanderan de wisa hatiye famkirin).
Ji ber wê jî nivîskar gotina Auslander bi reseniya wê bi kar aniye, da ku dûrî wateya turîst û zanebûn û xweşikbûnê bikeve. Ew gotin Şivan Perwer jî di stranek xwe de dibêje; “welat berdane hatin almanya, bûne Auslander hey gidî dinya.”
Beg jî, yek ji rutbeyên Osmaniyan bûn, didan kesên nêzîkî dewletê û li gora hejmara kesên ku li dû wî kesî hene. Yanî axe hebû ku li ser gundekî bû, beg li ser bajarekî bû û wisa jî efendî û tiştên din hebûn. Li ba me, yanî li wê herêma ku nivîskar çavkaniya peyvên xwe jê standiye, ew gotin nema bi wê wateyê tê bikaranîn. Peyva beg bûye wekî peyveke tinazî û ji bo wî kesî tê gotin ew ê ku kar neke, an jî qedrekî ji qedrê xwe bêhtir bixwaze, an jî xwe nasnekiribe û xwe ji rastiya xwe mezintir bibîne.
Di hevgirtina di nava her du peyvan de, gotina “Auslander beg” ya ku nivîskar ji bo pirtûka xwe ya nû hilbijartiye, mijara wê jî tê fêmkirin.
Mijara vê pirtûkê penaberên rojhilatî ne, ku li Almanyayê bi cih bûne û ew bi çavê Began li xwe dinêrin, lê her ew di çavê almanan de Auslander in.
Helîm Yûsiv, yê ku bi hêsanbûn û herikîna peyvên xwe tê naskirin, herdem li bingeha peyvên xwe di nava kûrahiya zimanê kurdî yê resen de, digere û dûrî wergera ji zimanên din dikeve, ji ber wê, tu carî serê mirov ji xwendina berhemên wî naêşe. Gotinên wî hemû jî nû ne, lê ji wê ferhengek kevnar in, ku timî xwe nû dike. Nivîskar bi kurdî difikire û bi kurdî dinîvisîne û ji ber wê jî her kes ji me dikare pirtûkek wî hilgire û ji dê û bavê xwe re bixwîne. Bê guman, wê ew dê û bav heya dawî jî guhdar bikin, bê ku li wateya tu gotinan bipirsin.
Nivîskar, ji ber ku bi wî zimanî dinîvisîne, gelekî nêzîkî rastiya jiyanê dibe, gelek caran ez dibêjim qey behsa tiştên rastî qewimîne dike û gelek caran jî ez dibêjim qey behsa xwe dike û bi rastî jî ew gelek caran behsa xwe dike, eger ne behsa xwe dike, ez dibêjim qey ew behsa min dike.
Ev berhema nû ya Helîm Yûsiv ji derdekî giran dest pê dike, ew jî hêviyên xortekî ne. Gava dixwaze bibe nivîskar, ew nivîskarî, li ser milê wî, dibe sedema barekî giran ku nahêle jiyana xwe rehet bijî, hem jî dibe sedema ku ji welatê xwe derkeve û li welatên biyanî bibe Auslander. Îcarê derdê biyaniyê ne tenê derdê bêrîkirina xelk û axê ye, na, li xerîbiyê ew derdê herî rehet e. Derdê giran di xerîbiyê de berî her tiştî, xwebicihkirina di nava civata nû de ye. Ew xwebicihkirin di nava civaka nû de dikare şaş be û ji ber wê jî dê gelek çîrok û cîvanok û pêkenok derkevin û ev pirtûk jî li ser wan çîrokan hatiye nîvisandin.
Nivîskarê pirtûkê bi derdê nivîskariyê û xortaniyê dest pê dike û dikeve nava jiyana Auslanderan. Geh bi ken û geh jî bi girî çîrokên wan vedibêje û di dawiyê de, bi mirinê û tehliyê bi dawî dike. wekî ku piştî civateke xweş û berî xatirxwestinê, xwediyê civatê qehweya tehl bide mêvanê xwe û wî bi rê bike, da ku em ji bîr nekin ku ken tenê jiyanê ava nake, lê li kêleka wê jî girî heye û hêsir jî çendî veşartî bin, lê di qorzîkên jiyanê de derdibin.
Piştî bîranîna nivîskarekî Auslunder, Helîm Yûsiv beşa yekê bi navê rengê ken reş e dinivîse û têde bi derdê yekemîn yê Auslanderan dest pê dike. Li pey wê, ketina kampên penaberan, bi destxistina mafê rûniştandinê, stendina pereyên ji bo jiyanê û bendewariya malbatê ji bo alîkariyê. Her sê derdan bi çîrokjeke kin û şêrîn bi dawî dike, dibêje ku “Auslander Beg li Hayim, hem li benda bersivê, hem jî li benda serê mehê bû, ji bo meaş, Bersiv nedihat, lê serê mehê dihat, ev bû deh sal in ku diya wî li benda wî ye da ku hinekî ji meaşê xwe jê re bişîne”.
Di beşa yekemîn de nivîskar berdewam behsa Auslander Beg û Dîwarên asê, mêritiya du jinan, Auslanedrê helbestvan û Ker, çawa Auslander dibe bav, dibe nivîskar û bi îngilîzî zane, dike.
Lê herî balkêş, gava ku behsa Auslanderê xwedî namûs û kultur dike û çawa Auslander beg welatparêz e, lê carinan nexweş e, carinan turîst e û carinan ji xwe re cihekî dibîne. carinan derdê xesûyê dikşîne, carinan jê jî pirsa ‘sen turk musun’ dibe bela serê wî, lê di dawiyê de demokrat û entelektul e.
Carinan jê dibe xwedî mal û carinan jê dibe xwediyê bankekê, carinan jê jî dibe qiral, lê êşa serî her dimîne û herî bêhtir jî serê wî diêşîne, şoreş in û nexweşiyên xerîb in. Carinan jê oldar e, carna jê xweziya xwe bi kûçikên van welatan tîne û halê kûçikan ji yê xwe baştir dibîne, û carinan jê, dikeve nava lepên xaltîka xwe ya xemgîn û bi saw ...û beşa wî ya duyem dest pê dike, dibe Xemgînî, û bi rengê girî sipî ye bi dawî dike..
Min pirtûka Helîm Yûsiv du caran xwend û her carekê min tiştên nû tê de didîtin. Nivîskar, derdê me hemûyan dinîvisîne, em hemû xwe tê de dibînin. Helîm Yûsiv me dinîvisîne ji ber ku xwe dinîvisîne.
Bi xwendina vê berhemê re xelkên li dûrî Almanyayê wê gelek tiştan li ser jiyana me Auslanderan nas bikin.Wê zanibin ku tevî wan sûretên xweşik û birqokî û maseyên tijî rengê fêkî ku em ji wan re dişîn, tevî wê jî jiyan bi gelekî ji wisa tehltir e, bi taybetî gava ku xwediyê axa welat bibe Auslander û di nava karker û zana de ji xwe re cihekî nebîne.
Auslanderên me xwe bikin Beg û li hêviya ziyareta Sultan bimînin, da ku wan ji begîtiyê hilde dereceyeke bilindtir, lê mixabin ku Ezraîl berî wî tê!!!
Elmanya , 04.08.2012


