Rasîm Ozan Kutahyali
Min di nivîsa xwe ya berê de qala ên ku xwe bi navê weke “laîk,hemdem,Kemalîst” dihesibînin û li hember elewîyan di nava helwestên biçûkdîtinê de ne kiribû. Min gotibû ku ez ê di vê nivîsê de bi awayekî berfirev li ser vê mijarê bisekinim…
Di rewşa îro de hemwelatiyên me yên Elewî weke hevalbendên pergalê tên îdraqkirin. Ji ber wê sedemê, feraseta dewletê ya ku wextekê bi her awayî li ser Elewîyan zilm kirî, îro weke ku di pozîsyoneke alîgir de ye xuya dike…Hêviyê ji rewşa giraniya ku wê zindî bê hîştin ya di nav oldarên sunî û elewiyan de dikin. Em bûn şahidê operasyonên avakirinên kûr ên cidî, yên ji bo van tiştan jî…Min gelek caran nivisîbû ku, di nav beşeke raya gişti ya oldarên sunî yên Tirkiyeyê de “fobiya Elewîtiyê” heye û bi saya vê, dibe ku operasyonên avakirinên kûr dikarin fonksiyonel bin. Gava ku hinek herêmên me bînî ber çavan, peyvên weke “ Em elewî û sunî bi sedan salan e ku weke birayên hev bi hev re dijîn” fort in… Oldar wisan in le, hinekên ku di koka xwe de sunî ne û ji xwe re dibêjin “laîk,Kemalîst” ma pir cuda ne? Li van kesên ku gelekî laîk in jî fobiyeke nixumandî ya ji bo elewitiyê nîn e? Qet nebe jî, di der barê elewiyan de ma helwesteke biçûkdîtinê û kêmxistinê nîn e?
Ji vê re şik nîn e …Bûyera Onur Oymen a dawî ku me jiyayî jî, binehişiya kemalîzmê ya di der barê têgihana elewitiyê de mînakeke balkêş e. Tirkên Elewî yên Kemalîst û herî hişk jî, di mijara “Tevkujiya Dêrsimê” de ji Kemalîstên sunî yen desthilatdar vediqetin. Bi hurmetî Seyît Rizayê ku hatiye qetlkirin bi bîr tîne. Halbûkî ji bo Kemalîstên sunî, Seyît Riza “eşqiyayekî talanker ku hatiye tunekirin e.” Onur Oymen binehişiya mirovdewletê desthilatdarê Tirk nîşan daye…Lêbelê qet tu elewî di der barê vê tevkujiyê de tu caran nabêje “heke ku Atatirk kiriye rast e.” Ên ku gotinên tewş weke “elewî mirovên pergalê ne,gelekên xwe derbeker in û Ergenekonvan in” dibêjin jî, divê vê rewşê li ber çavan bigrin. Divê derûniya hemwelatiyên me yên elewî baş tehlîl bikin. Neteweperest, kevneperest û rastgirên ku dema ku elewî dihatin qetlkirin, her tim ji feraseta dewletê re bûbûn alîkar, heta bûbûn piyon jî, divê pêşkêşkirina xwe rexnekirineke rastîn bikin.
Ji bilî tevkujiyê, rewşa dîmena buyerê li qada jiyana rojane ya civakî jî ne xweş e…Heke hinek hemwelatiyên vî welatî mecbûr dane hiştin ku ji bo ku hebûna xwe biparêzin û bigihêjin astekê û ji bo vê nasnameya xwe veşêrîn,ew tê wateya ku ev der welatekî berbat e…Divê em vê biguhêrin…Em li ser qada medyayê bisekinin. Îro di çapemeniyê de hêjmareke mezin ya Kurd, elewî û oldar ku nasnameya xwe vedişêrin heye. Ên ku îmam xetîpbûyîniya xwe û an jî kurdbûna xwe jî vedişêrin hene. Sedema vê, li qada herî “hemdem” be jî hîna jî, hebûna biçûkdîtin û nepejirandina nasnameyan ya ji aliyê feraseta dewleta Tirkiyeyê ve ye. Dema ku ew nasname eşkere dibin, ziyan pê gihandina wan mirovan e. Hefteya borî jî, ji çapemeniyê hinek nav hatin rojevê,gava ku di der barê elewiyan de gotinên biçûkxistinê dikirin, digotin “karê min bi van gundiyan re nîn e.” Bila ev tişt kesî metel nehêle. Hewcedarî bi agahiya paşgotiniya di der barê kesên mina Fatîh Altayli de ku di vê ferasetê de ne nîn e. Jixwe ên ku dizanin, dizanin ku nasnameya rastîn ya van kesan çi ye û xwedî feraseteke faşîzana çawanî ne...Fatîh Altayli bi awayekî eşkere, ji Eren Keskînê re gotibû “ bila hemû artêş di ser jineke weke te re derbas bibe.” Piştre ji ev gotinên xwe yên kepaze parastibûn… Altayli ji Gulay Gokturkê re gotibû “ev dewlet nava çîmên te jî diparêze.” Feraseta vî serî ya ji elewiyan re jî , ji Kurdan re jî , ji oldaran re jî û ji Ermeniyan re jî di nava xwe de bi heman şêweyê ye… Bêguman di jiyana xwe ya taybetî dikare hîn bi azadî çêr bike. Jixwe ji mînakên jorin jî diyar e ku “azadî” ya vî kesî ya li qadên ji raya giştî vekirî re hîna jî berdewam dike.
Bi navekî weke Zafer Mûtlû jî ku nasnameya wî ya Elewî Kurd daye veşartin ev derdora çapemeniya Tirk e…Ji ber ku Fatîh Altayli ne bi tenê ye. Mirovên xwedî vê feraseta faşîzan ên “laîk, hemdem” di çapemeniya Tirk de gelek in. Zafer Mûtlû bi îfadekirina nasnameya xwe nikaribû bihata van deran. Ûfûk Guldemîrê rehmetî jî bi heman awayî her tim nasnameya xwe veşart.Rojnameger Yavûz Semercî û birayê wî gerînendeyê fîlma Nefes Levent Semercî jî wisa ye. Hîn gelek mînak hene…
Ma Dorhêla hunerî ji vê pir cuda ye… Va ye me du roj berê salvegera mirina Ahmet Kaya yê ku bi “kuştineke domdarî” hatiye qetilkirin ku xwe ji îfadekirina nasnameya xwe ya Kurd ranedigirt û ji bo ku li dijî asîmilekirinê derdiket bi bîr anî… Li welatê ên ku ji ber gotina “Ez Kurd im. Ez ê bi Kurdî stranê bibêjim” hatine qetlkirin, bêguman Hulya Avşar bi salan nikaribû Kurdbûna bavê xwe îfade bike. Heke bi serbestî îfade kiribûya, vê gavê dikaribû li vê astê bûya? Ji ber wê sedemê Îbrahîm Tatlises ku ji her derê re xwe dizirtikîne, mecbûr ma ku li hember talankerên ku digotin “heke tu stranên Kurdî bêjî em ê te li Taksîmê bi dar de bikin” bimelise. Yilmaz û Birayê wî Mistefa Erdogan ji bo îspatkirina xwe yan “dilsoziya bi Dewleta Tirk re” hergav dugav ji weqfa Mehmetçîk re mecbûrî bexş dayinê kirin. Mahsûn Kirmizigul di fîlma ku çêkiriye de, fikarê ji bi kar anîna peyva “Pirsgirêka Kurd” jî dike…Hikmet Çetinê ku ji vî welatî re bûye wezîrê karê derve jî, “ heke gotina ku divê em kurdên derve jî wekî xizmên xwe bihesibînin, ku ez bêjim wê şaş were fêmkirin, divê pêwîste ku tu vê bibêjî û wê hîn rast be Yalim” wekî ku bi vê gotinê mecbûr ma ku lavayî Yalim Eralpê karmendê ku di bin emrê wî de bike. 86 salên Tirkiyê bi vî awayî derbas bûn.
Lê belê ji vê şûn de wê wisa nebe…Edî cin ji şûşeyê derket..
Ji Tarafê hatiye girtin
Wergera: Sabrî Oymak


