AMED
Dibistana Ferzad Kemanger a ku li Amedê bi kurdî perwerdehiyê dida li ser biryara Walîtiya Amedê girtin.
Li Baglara Amedê, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi kurdî perwerdehiyê dida zarokên temenê wan di navbera 5-11 salî hat girtin. Mufetîşên ku roja çarşemê hatibûn dibistanê û dest bi lêkolînê kiribûn raporek amadekiribûn. Di raporê de wiha hat îdiakirin: “Li dijî mewzûat û rêziknameya Perewerdehiya Neteweyî perwerdehî tê dayîn.” Li ser vê raporê Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê, bi daxwaza dibistan bê girtin serî iê Walîtiya Amedê da. Walîtî jî biryara girtina dibistanê da.
Ji ber roja yekşemê tu kes li dibistanê tune bû, polîs bi wesayîtên zirxî hatin dibistanê, deriyê dibistanê mohr kirin û çûn.
Dibistana Seretayî ya Ferzad kemanger di sala 2013’yan de hatibû vekirin. Di pola duyemîn de 50, di ya yekemîn de 60 û di ya 3’yemîn de jî 63 xwendekarên dibistanê hene. Her wiha li dibistanê 18 mamoste jî dixebitin.


