logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ji Enstîtuya Kelepûrê Kurdî 8 pirtûkên bi kurmancî û zazakî

Enstîtuya Kelepûra Kurdî vê carê 8 pirtûk bi hev re weşand. Pirtûkên hatine weşandin hin bi kurmancî, hin bi zazakî ne.

  • Dîrok: 09/05/2010
  • Beş: Berhem
Enstîtuya Kelepûra Kurdî vê carê 8 pirtûk bi hev re weşand. Pirtûkên hatine weşandin hin bi kurmancî, hin bi zazakî ne.

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku kar û barê xwe li başûrê Kurdistanê digêre, 8 pirtûkên nû çap kirin ku li ser folklor û kelepûrê kurdî ne. Yek ji van berheman ku li ser xwarinên kurdî ye, pirtûka pêşîn ya enstîtuyê ye ku bi zimanê îngîlîze tê belavkirin. Pirtûkên dî jî bi çar zaravayên kurdî, kurmanciya jorîn û jêrîn, kirdkî (zazakî) û kelhûrî ne ku bi tîpên erebî û latînî li ser erkê Dezgeha Aras hatine çapkirin. Ciyê gotinê ye, bi van 8 pirtûkan ku di dawiya sala 2009ê de bo çapê hatibûn şandin, hejmara pirtûkên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî gihîşt sedî.


Zargotina Kurda – Gotinêt Mezinan

Berhevkirin û Amadekirin: Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl

Veguhartin ji tîpên latînî: Prof. Bedirxan Sindî

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Dihok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 182 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kurmancî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Ev pirtûk ku ji sê beşan pêk tê, du beş jê 1650 gotinên pêşiyan bi xwe ve digirin ku 1150 bi kurmanciya jorîn û 500 jî bi kurmanciya jêrîn in. Beşa sêyem jî ji çîrokên birek gotinên pêşiyan pêk tê. Amadekaran pêşgotineke têr û tijî bo pirtûkê nivîsiye û tê da qala taybetî û naveroka gotinên pêşiyan yên kurdî kiriye û her weha amaje bi wan berhem û xebatan kiriye ku heta wê gavê di vî warî de hatine kirine. Ciyê gotinê ye, ev pirtûk cara pêşîn di sala 1972ê de li Moskovayê bi tîpên latînî hatiye çapkirin.


Arwûnçî û Lûy / Sonikî Çoligî

Arêkerdox: Seyîdxan Kurij

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Dihok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 223 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kirdkî, Bi tîpên Latînî, 1000 heb

Ev pirtûka hanê ku bi zaravayê kirdkî (zazakî) ye, 39 çîrok û 28 pêkenokên devera Çewlik (Bîngol) bi xwe ve digire ku dikeve bakurê Kurdistanê. Berhevkarê çîrokan Seyîdxan Kurij, nivîsarek bi navê “Tayê Xususîyetî Fekî Çolîgî” nivîsiye ku tê de qala taybetiyên kirdkiya Çewlikê û cudahiyên wê ji binzaravayên dî yên kirdkî kiriye. Wekî dî tevî jiyannameya goyendeyan, ferhengokek jî di pirtûkê de cih digire ku peyvên taybet bi Çewlikê tê da hatine ravekirin.

Hêjayî gotinê ye ev pirtûk, berhema duyem e ku li başûrê Kurdistanê bi zaravayê kirdkî tê çapkirin ku ya yekem jî her ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve hatibû çapkirin bi navê Guldesteyek ji Çîrokên Diyarbekirê ku ji aliyê Roşan Lezgîn ve hatibû amadekirin.

 

 

Kurdish Cookbook / Over 252 pages of recipes of Kurdish Cuisines From Greater Kurdistan

Collected by: Louisa Attar

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 252 rûpel, 17x24cm, Îngîlîzî, 1000 heb

Ev pirtûk ku bi zimanê îngîlîzî ye, bi kaxiza art û rengîn hatiye çapkirin û çendîn xwarinên kurdî yên çar parçeyên Kurdistanê dihewîne ku bi wêneyan bi awayekî hûrgilî hatine ravekirin. Hêjayî gotinê ev pirtûka pêşîn ku di vî warî de li başûrê Kurdistanê bi zimanê îngîlîzî hatiye çapkirin.

 

Dîtin Hizarê

Berhevkar: Mehdî Bamernî

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Dihok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 131 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kurmancî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Pirtûk 15 çîrok û serpêhatiyên folklorîk bi xwe ve digire ku ji devera Bamernî, Doskî, Rêkanî û Şêladizê hatine berhevkirin ku dikevin başûrê Kurdistanê.

 

 

Zerîne û Sîmîne / Dûrik û Lorî – Bergê Sêyem

Berhevkar:Abbas Celîlyan

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 171 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kelhurî, Bi tîpên Erebî-Latînî, 1000 heb

Di vê pirtûkê de dûrikên çar-rêzî û loriyên herêma Kirmaşan hene ku bi tîpên erebî û latînî hatine nivîsîn û her weha bi kurmanciya jêrîn perawêz jê ra hatine danîn. Her wekî dî Cdyek jî pê ra ye ku dûrik û lorîk tê da hatine xwendin. Hêjayî gotinê ye, her ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve di sala 2009ê de du bergê pêşîn yên kitêbê hatibûn belavkirin ku li ser gotinên pêşiyan û mamikan bûn.


Zerîne û Sîmîne / Giyayên Dermanî û Hin Bîr û Baweriyên Kurdewarî li Herêma Kirmaşan – Bergê Çarem

Berhevkar: Abbas Celîlyan

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 172 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Soranî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Ev berhema hanê hin nexweşiyên mirov û giyanweran û dermanên giyayî bi xwe ve digire ku jê pê ve tê da behsa hin rewişt û tîtalên Kirmaşanê jî tê kirin.

 

 

Efsaneyli Wilati Medya (Efsaneyên Welatê Medya)

Berhevkar: Secad Cehanferd

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 204 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kelhurî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Di vê berhemê de ku bi zaravayê Kelhurî ye, 13 çîrokên folklorîk yên herêma Kirmaşan wekî deverên Şahabad û Gîyelan cih digirin ku bi awayekî zanistî hatine berhevkirin û şîrovekirin. Ciyê gotinê ye ev kitêba şeşem e ku Enstîtuya Kelepûrê Kurdî bi zaravayê kelhurî belav dike.

 

Dermansazî Folklorîk Le Deverî Kerkûk – Berhevkirin û Şîrovekirin: Herdewêl Kakeyî

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî - Kerkûk, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 410 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Soranî, Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Di vê pirtûkê de ku projeyeke şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Kerkûkê ye, behsa çendîn babetên nexweşiyên mirov û ajelan hatiye kirin ku her di mêj de bi awayekî gelêrî hatine çareserkirin. Di dawiya pirtûkê jî wêneyê dehan gil û giyayan bi awayekî rengîn hatiye çapkirin.

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî, Dihok û Kerkûkê şaxên wê hene, di sala 2003an de li Silêmaniyê hate damezrandin. Wê heta niha bi çar şêwezarên kurdî/kurmanciya jêrîn û jorîn, kirdkî û kelhurî 100 pirtûk belav kirin ku li ser folklor û kelepûrê kurdî ne. Her weha 20 berhemên muzîkî yên dengîn û dîmenî belav kirine ku ji bilî muzîka kurdan, muzîka ereb, turkman, kild û aşûriyan jî bi xwe ve digire. Jê pê ve wê li ser qereçiyên Kurdistanê, benîştê kurdî yê li devera Pişder, koçerên Qendîlê û masîgiriya li devera Qeladizê, devera Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî Bala, Qale Mere belgefîlm durist kirine.

Bo têkilîdanînê:

Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DYA'yê Sûriye ji nav lîsteya 'Welatên piştgirî dide terorê' derxist

ad

HDP û ‘Ciwyana Newî’

ad

Weşangerên Tirkiyeyê li hev civiyan

ad

Berendamên Xelatên Siyadê bi heyecan in

ad

Piştî 100 salan 25 bajarên dê noqav bibin

ad

Li hemberî rojnamegerên kurd konseptek nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname