Diyarname
Germa global û guherîna kişwerê bi xwe re talûkeyên mezin tîne. Di encama guherîna kişwerê de cemed dihelin û her diçe asta behran bilind dibe. Hat gotin ku gelek bajar di nav 100 salan de wê di bin avê de bimînin. Li ser vê yekê lîsteya bajarên ku dê noqav bibin hate amadekirin. 25 bajar di nav vê lîsteyê de hene. Di nav lîsteyê de herî zede ji DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) bajar hene, ku bi 5 bajaran cih girtiye. Paşê Japonya, Tirkiye, Hindistan û Mîrektiya Yekbûyî ya Ereban her yek bi 2 bajaran têde cih girtine.
Va ne ew bajar:
- New Orleans / DYA
- Bostan / DYA
- Mîamî / DYA
- San Francisco / DYA
- New York / DYA
- Osaka / Japonya
- Tokyo / Japonya
- İzmir / Tirkiye
- Stebol / Tirkiye
- Kalküta / Hindistan
- Mumbaî / Hindistan
- Abû Dabî / Mîrektiya Yekbûyî ya Ereban
- Dubaî / Mîrektiya Yekbûyî ya Ereban
- Lizbon / Portekiz
- Sîdney / Avustralya
- İskenderiye / Misir
- Ho Cih Minh / Wîetnam
- Dakka / Bangladeş
- London / Qraliyeta Yekbûyî
- Cakarta / Endonezya
- Bangkok / Tayland
- Vancouver / Kanada
- Kopenhang / Danimarka
- Amsterdam / Hollanda
- Venedik / Îtalya


