Diyarname
Li Erebistana Siûdî piştî destûrdayîna ji bo vekirina sînemayan yekem fîlmê ereb bi navê "Bedle" (Unîforma) dikeve vîzyonê. Serlîstikvana fîlm stranbêj û lîstikvana Misrê Tamir Husnî ye. Husnî ji ser hesaba xwe ya tora civakî re got ku fîlm 20'ê rezberê li Erebistana Siûdî dikeve vîzyonê.
Di Cejna Qurbanê de ev fîlmê bi cureyê komedî li Misrê û li hin welatên Ereban hat nîşandayîn. Ev fîlm dê wekî yekem fîlmekî ereb ku li Erebistana Siûdî piştî rakirina qedexeyê bê nîşandayîn.
Wezîrê Çand û Înformasyonê yê Erebistana Siûdî di berfanbara 2017'an de biryara destûrdayîna sînemayan dabû û salon yekem car di adara 2018'an de vebûbûn. Piştî vê yekem fîlm wekî "Black Panther" hatibû nîşandayîn. Niha jî fîlmekî ereb dikeve vîzyonê.


