Diyarname
Stenbolê yekem car Newrozeke wisa mezin dît. Vane notên ji Newroza Stenbolê:
Stenbolê yekem car Newrozeke wisa mezin dît. Nêzî 500 hezar kesî li Kazliçeşmeya Zeytînburnuya Stenbolê hat cem hev û qad dagir kir.
* Ji qadê heta Topkapiyê rê hatibû dagirtin, beşdarên Newrozê ji ber tijebûna rê ji Topkapiyê heta qada Newrozê meşiyan.
* Li ser rê çi afîş û pankartên AKP'ê hebûn ciwanan ew dadan û qetandin. Di dema daxistin û qetandina afîşan de ciwanan diruşmên li ser Ocalan avêtin.
Hemû rêyên ku li der û dora qadê bûn li trafîkê hatibûn girtin.
* Pîştî lêgerîna li 3 cihan girse kete qada Newrozê. Heta nîvro êdî di qada Newrozê de cih nema. Gelek kes derveyî qadê man. Carnan di navbera polîs û beşdaran de xirecir derket.
* Kurd ku ev çend sal in li Kazliçeşmeyê Newrozê pîroz dikin yekem car hemû qadê û beşek li derveyî qade jî tije dikin. Bi gotineke din yekem car Stenbolê Newrozeke wisa bi girseyeke ew qas mezin dîtiye. Ger bi gotineke din jî em bibêjin: Piştî Amedê Newroza herî mezin li Stenbolê hate li dar xistin.
* Pankarta "Ne tunekirin ne tunehesibandin, Xweseriya Demokartî" û "Newroz pîroz be" li dikê hatin daliqandin.
* Di qadê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate vekirin.
* Jin bi kincên xwe yên neteweyî tevlî Newrozê bûn û flamayên kesk, sor û zer hilgirtin.
* Coşa gel a di qadê de baş dixuya. Her kes ji beşdariyê dilgeş bûbû.
* Beşeke mezin ji girtiyê ciwan bûn.
* Di qadê de digel alên DTP'ê di destê çend kesan de ala DEHAP'ê jî hate dîtin.
* Di qadê de posterên Mazlum Dogan, Kemal Pîr û yên kesên di Newrozan de jiyana xwe ji dest dane wekî al hatin hilgirtin.
* Nêzî sedî zarok winda bûn.
* Alên kes yên Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê hatin vekirin.
* Hevseroka DTP'ê Emine Ayna, mebûsê DTP'ê Akin Bîrdal, mebûsê ODP'ê Ufut Uras, Serokê EMEP'ê Levent Tuzel, berendamên şaredariyan ên DTP'ê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di dema nasandina berendamên DTP'ê yên şaredariyan de herî zêde berendamê şaredariya Esenyurtê yê DTP'ê Tuncer Bakirhan ku di heman demê de serokê DEHAP'ê bû çepikên zêde girtin.
* Gelek kesî benên kesk, sor û zer, egal û bandên 'Newroz pîroz be' firotin. Li cihekê jî digel van, atqiyên Diyarbakirsporê jî hatin firotin.


