Diyarname
Siyasetmedar Haydar Tekîn ku ji Batmanê bû ji ber vîrusa koronayê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil a li Amedê wefat kir. Cenazeyê wî li Goristana Misircê hat definkirin.
Haydar Tekîn di sala 1969'an de li Misirca Batmanê hatiye dinê. Di sala 1992'yan de li ser îfadeyên cerdevanekî hatiye girtin û 9 salan girtî maye. Piştî hatiye berdan di sala 2001'ê de bûye Serokê Rêxistina DEHAP'a Batmanê. Sala 2007'an wekî Rêveberê Îdarî di Azadiya Welat de dest bi kar kiriye. Di sala 2011'an de ji doza "KCK Çapemenî" hatiye girtin û demek girtî maye.


