STENBOL
Şaredarê Şîşliya Stenbolê Mustafa Sarigûl ku dixwaze bibe Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê beşdarî CHP’ê bû ku berê di dema Serokatiya Deniz Baykal de ji CHP'ê hatibû avêtin.
Sarigûl piştî serdana Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Adnan Keskîn û Serokê CHP'a Stenbolê Oguz Kaan Salici, civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand ku beşdarî CHP'ê dibe.
Sarigûl li ser namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî wisa got: “Bi destûra Xwedê û bi alikariya Serokê me yê Giştî birêz Kemal Kiliçdaroglu emê hemû hemwelatiyên xwe himbêz bikin. Li Cîhanê û Tirkiyê yê ku dibêje demokrasî, kesên ‘ser girtî yan ser vekirî yên me ne’ ez vê mizgîniyê didem welatiyên me ku li Stenbolê wê dema şer û hêrsê xilas bibe. Wê dema azadî û aştiyê dest pê bike.”


