Diyarname
5'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî îsal wê di navbera 16-19'ê mehê de li dar bikeve. Diruşma îsal a festivalê "Çanda Kurdî û Zimanê Zikmakî" ye.
150 FÎLM TÊNE NÎŞANDAYÎN
Merasima destpêkirina festîvalê 9'ê mehê saet 17'an de wê li Salona Zanîngeha Silêmanî li dar bikeve. Fîlmên festîvalê wê li Salona Kongreyan a Zanîngeha Silêmaniyê û Salona Sîtî bêne nîşandayîn. Dor 150 fîlmên ku ji fîlmên hatine şandin hatine hilbijartin û wê bêne nîşandayîn.
Di festîvalê de 7 beşên pêşbaziyê hene. Di vê çarçoveyê de wê di 19 waran de xelat bêne dayîn.
4 XELATÊN RÛMETÊ
Ji bilî van îsal 4 xelatên rûmetê têne dayîn. Li gor agahiyan Xelata Ahmet Kaya wê bidin civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî; Xelata Taha Kerîmî wê bidin Mam Pola; Xelata Şehîd Perçem wê bidin lîstik Jiyan Îbrahîm Xeyat û Xelata Serbilindiyê jî wê bidin hunermendê navdar Bîjen Kamkar.