Diyarname
Koma muzîkê Mahabad di Festîvala Çand û Xwezayê ya Dêrsimê de dê derkeve pêşberî muzîkhezan.
Koma Mahabadê ji 5 endaman pêk tê. Ji wan Yeqîn H. û Serham Hemdem digel muzîkê di heman demê de bi nivîsê re jî eleqedar in û her wiha Yeqîn H. nivîskarê malpera me ye. Endamên din ên komê Arif Adali, Serdar Turkmen, Yurdal in ku di warê muzîkê de xwedî îdîayê ne.
Mahabad ku zêdetir muzîka slow pêşkêş dike, di çarçoveya festîvalê de dê di 2'yê gelawêjê de tevî Metin Kahraman, Grup Munzur, Ferhat Tunc û Wenzel derkeve ser dikê. Amadekarên konserê di heman demê de ev konser diyarî bîranîna Ahmed Arîf kiriye.
Li gor agahiya ku me ji endamên komê girt, Mahabad dê yek jê bi tirki "Barişa gerek var" (Pêdivî bi aştiyê heye) û stranên din bi kurdî bistrê. Di nav repertuaran Mahabadê de stranên wekî "Keçika Mehabadê", "Pel û Payîz", "Hevalno" hene.
Konsera wan dê saet 19,30'yan de li Stada Bajêr li dar bikeve.
Festîvala îsal a Mûnzûrê bi diruşma "Cem û cemat berîme pêser, Mûnzûr rê sema şîme / Werin canino em bibin yek li Mûnzûrê semah bigrin" di navbera 31'ê tîrmehê û 3'yê gelawêjê de tê li dar xistin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.


