Amed
Bavê Selahattin Dermirtaşî Tahir Demirtaş îro li Amedê mir. Tahir Demirtaş di meha gulanê de qeyrana dil derbas kiribû.
Li gor agahiya ku hat belavkirin Cenazeyê Tahir Demirtaş sibê saet 16'an de li Goristana Mardinkapi ya Amedê dê bê definkirin.
Parêzerê Selahattin Demirtaş parêzer Mahsuni Karaman ji bo Arti Gerçekê got "Demirtaş ji bo şermezarkirina dîlbûna siyasî wê beşdarî merasima cenazeyê nebe."
DEM Partî jî got "Demirtaşê ku dîl tê girtin wê li hucreya xwe şînê bigire."
Li aliyê din hat gotin ku dê li Amedê li Şînxaneya Licêyiyan şîn bê danîn.


