logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Rojîn: Çima "Erê" ji bo TRT 6'ê?

Hunermend Rojîn ji bo xebatê bersiveke erê dabû TRT 6'ê. Wê îro çima bersiva erê daye daxuyaniyeke da.

  • Dîrok: 28/12/2008
  • Beş: Serbest

 

Diyarname
Hunermend Rojîn ji bo xebatê bersiveke erê dabû TRT 6'ê. Wê îro çima bersiva erê daye daxuyaniyeke da.

Heta niha hin nerazîbûn li hemberî kurdên ku ji bo TRT 6'ê dixebitin derketin holê. Ji her derdorî dengekî dertê. Hunermend Rojîn jî îro daxuyaniyeke şand û çima bersiva erê ji bo TRT 6'ê daye bersivand. Em bêyî destê xwe bidin daxuyaniya wê, em pêşkêş dikin:

"Çima "Erê" ji Bo TRT 6'ê?
Bi weşana testê re TRT 6 dibe mijara gotûbêjên dijwar. Ev tişt ne xerîb bû û xweş dihat texmînkirin. Çima? Ji ber ku bi deh salan e ziman û çanda kurdî di bin giraniya zagonên qedexeyan de dijî. Ji ber ku bi zimanê xwe yê zikmakî axifîn bi mîlyonan însan li hember nexweşiyên bê sînor hatin. Bêguman vê rewşa tirş û tal psîkolojiyeke bêbaweriyê di hundirê gel de avakiriye li hember hemû livên dewletê. Mirov dikare vê tiştê xweş fêm bike.
 
Gelek kes vê livê mîna pêwîstiyekê dibînin ji bo çiyayên ji cemedê yên di navbera her du gelan werin helandin û ji bo nêzîkbûnên çewt ên heta niha li hemberî gelê kurd hatine pêkanîn werin berevajîkirin. Lê hinek jî vê yekê mîna lîstikeke hilbijartinan dinirxînin û tu cidiyetê tê de nabînin. Bila lehiyên ji nêrînên cuda û curre curre di rûpelên rojname û kovaran de û di ekranên televîzyonan de cih bigirin. Ev yek jî pêwîstiyeke bingehîn e ji pêwîstiyên demokrasiyê. Lê belê, tehdît, xwe-ferzkirin û gotinên tûj mîna "xwefiroş" û "xayîn" têzên kevn in û sedsal li ser re derbas bûne.

Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku Tirkiye gihaye qonaxekê dest bi avêtina gavên piçûk bike. Ger em van gavên piçûk bikar neynin, dibe ku em gavên mezin jî winda bikin. Ez li vir im ji bo hêjayên gelê xwe yên çandî û civakî pêşde bidim. Ezê tu caran di saziyekê de xebatê nekim ku hewil bide xwe, rûmeta gelê min birîndar bike û hêjayên wî piçûk bike. Ger em dest bidin hev û vê pêvejoyê pêşde bidin, di demeke ne dirêj de emê bikaribin psîkolojiya di kolanên Tirkiyeyê de biguherin û hêlîneke nû ji nasnameya xwe re di vê civakê de ava bikin.

Lewma ez dibêjim "erê" ji bo TRT 6'ê!

Ligel rêz û silavan

28.12.2008,
Rojîn"

***

Nivîskarên Diyarnameyê jî meseleya TRT'ê nirxandin. Vane nivîsên nivîskarên me:

Cemil Oguz: TRT kurdî dê çi li jiyana min zêde bike?

Şêxmûs Sefer: Te got ÇEND TV?

Evdile Koçer: Çend pêşniyar bo TRT Kurdî!

Şengul Ogur: TRT 6, Kurdolojî û pozîtîvîzma tirk û guherîn

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Xwendingeha folklora kurdî; Hesen Zîrek

ad

Hevşaredarê Amedê Anli di civîna Şaredariyên Ewropayê de axivî

ad

Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?

ad

Onder: Ji Enqereyê 2, ji Stenbolê emê 13 mebûsan derxin

ad

Eren Keskîn piştî îfadeyê hat berdan

ad

Wezîrê Karên Derve diçe serdana DTP'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname