Ehmed ESEF / REQA
Komîteya Çand û Hunerê ji bo pêşxistina rastiya çand û turîzmê bi rêya vekirina pêşangeh û mîhrîcanan û birêxistinkirina xebatên şano û muzîkê li ser asta herêmî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite.
Têkildarî plansaziyên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokê desteyê Murhef El Fehid got: “Zêdekirina çalakbûna desteyê li ser asta çalakiyên hunerî û arkolojiyê, xebatên me yên pêşîn in. Em dê rewşenbîran bi desteyê û komîteyên çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girê bidin.”
MÎHRÎCANÊN ÎSAL
El Fehid da zanîn ku deste sponseriya tevahî çalakiyên hunerî dike jê pêşangehên pirtûkan ku sereke û gelek girîn in.
El Fehid destnîşan kir ku îsal dê mîhrîcana helbest û çîrokan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin. Her wiha hewl didin ku ev mîhrîcan xwedî pîvanên herî bilind be da ku bibe navenda hemû wêjevan û helbestvanên ji hemû pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser.
SEMPOZYÛM
Têkildarî xebatên desteyê El Fehid ev agahî parve kirin: “Em hewl didin ku asta çalakiyên navendî pêş bixin. Dê sempozyûmek li gorî pîvanên herî bilind ji bo hunermend û şêwekaran bê amadekirin çi yên ji derve yan jî huner yan jî li ser asta navneteweyî tev lê bibin. Wê werşeyek ji bo pêşandana tabloyan bê lidarxistin, em hêvî dikin ku em bigihîjin asta şêwekariyê û hunerên din.”
El Fehid da zanîn ku ew sponsoriya hin karên muzîkê dikin ku dê peyama aştî û yekîtiya di navbera gelên herêmê de û pêşxistina jiyana civakî û hevgirtina civakê rave bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dê di nava vê salê de temam bibin. Me plan daniye ku rewşenbîr, hunermend, muzîkar, arkeolog, helbestvan, wêjevan bi komîte û desteya çandê ve girê bidin.”
RESTOREKIRINA KELEHA NECIM Û ÊN DIN
Der barê vê mijarê de jî El Fehid got: “Ji bo sererastkirina şûnwaran, me lêkolînek amade kiriye. Ji xebatên pêşîn, Keleha Necim a Minbicê. Ji bo sererastkirina sûrê kevnar ê Reqayê jî me lêkolîneke giştî amade kiriye ku di encama şiliyê de beşên mezin ji tebeqeya derve ya sûrê hilweşiye. Wê di çend rojên bê de, dest bi vî karî were kirin.”
El Fehid wiha dom kir: “Ji bo sererastkirina depoya Herqele ku tabloyên muzaîk di nav de hene, me lêkolînek amade kiriye. Em dê wan tabloyan, arşîv bikin, bibin cihekî baş û hay jê hebin.”
Di dawiyê de El Fehid behsa astengiyên li pêşiya xebatên wan derdikevin kir û got: “Ji ber nebûna pirsporiyê gelek astengî li pêşiya me derdikevin. Em hewl didin ku wê derbas bikin bi rêya hevkariya bi hin rêxistinên ku di vî warî de kar dikin. Em dixwazin şûnwarên li herêmê biparêzin.”
ANHA


