logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

HDP û xeteriyên li pêşiya wê

Li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê nêzîk dibe û rojeva siyasî her ku diçe germ dibe.

  • Dîrok: 28/02/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Tayîp TEMEL

Li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê nêzîk dibe û rojeva siyasî her ku diçe germ dibe. Piştî bi salan, cara yekemîn e ku Tevgera Siyasî ya Kurd bi nav û rengê xwe tevli hilbijartinê dibe. Vê carê ne tenê xîtabî gelê kurd dike, bi proje û zimanê xwe bangî hemû gelên ku li Anatoliyayê dijîn dike. Bêguman ji niha de îşaretên şerê taybet û psîkolojîk ê ku dê dewlet li hemberî projeya HDP’ê bixe pratîkê, xuya dibin. Di serî de lazim e bê gotin ku ev pêkanîn û êrîşên fizîkî, siyasî û civakî teqez ji polîtîkaya hikûmet û dewletê cuda nîn in. Ceribandineke balkêş pêk anîn. Li Zanîngeha Egeyê di bin navê şerê ciwanên HDP’î û MHP’î de provokasyon pratîze kirin. Niha jî di gelek bernameyên televizyonan de hewl tê dayîn ku li ber çavê civaka Tirkiyeyê HDP’ê wekî partiyek nijadperest a kurd nîşan bidin. Armanc ew e ku her wekî HDP bi MHP’ê re ketiye qayişkêşanê, nîşan bidin. Ev operasyoneke jibîrbirin û tevlihevkirina têgihîştina civakî ye.

HDP ne tenê alternatîfa MHP’ê ye. Ew proje di serî de alternatîfa AKP’ê û hemû partiyên pergalê yên li Tirkiyeyê ye. Lîstika li Tirkiyeyê Xuya ye dê serî li hin rêbazên din jî bidin. Li Tirkiyeyê dê hewl bidin bi riya çeteyên faşîst pêşî li xebatên hilbijartinê bigirin û HDP’ê bikişînin nav atmosfereke aloz. Bi vî awayî dê propagandaya derew a ‘HDP yek ji partiyek nijadperest û teng e’ belav bikin. Ji ber vê yekê jî divê armanca esasî ya karbidestên vê partiyê ew be ku li Tirkiyeyê ziman, axaftin û xebatên xwe yên pratîk li gorî naverok û cewhera ‘Projeya Biratiya Gelan’ bimeşîne. Her wiha divê derfetê nede ku elemanên şerê taybet wê bi pevçûnên lokal re mijûl bikin. Lîstika li Kurdistanê Aliyê vê lîstikê yê Kurdistanê jî heye û ne hewce ye ku mirov xêwzan (pêşgo) be da ku mirov bibîne.

Dê hewl bidin ku bi derewan û di bin slogana ‘HDP ne partiyek Kurd û Kurdistanî ye’ de, kampanyayek berovajî ya li Tirkiyeyê bimeşînin. Ji niha de hem ji aliyê hêzên hevkarên dewletê yên ku xwe wekî ‘îslamî’ bi nav dikin, hem jî ji aliyê hêzên marjînal ên nijadperestiya kurd diparêzin ve, li hemberî HDP’ê hewlên reşkirinê pêş dikevin. Li dijî vê yekê jî lazim e HDP teqez hemû hêzên Kurdistanî di nava xwe de bihewîne û derfetê nede vê lîstîka bêbingeh. Yên ku neyên vê tifaqê, ji xwe dê ew hêz teşhîr bibin ku ‘benên wan di destê desthilatdaran de ye’. Lewre xuya ye ku ew ê bi tenê bimînin û tu bandora gotina wan jî namîne. Wekî encam hem ji aliyê atmosfera herêmî û hem jî ya cîhanî ve, ba û bahoz vê carê alîgiriya HDP’ê dike. Ji her demê zêdetir derfetên serkeftinê hene. Tişta pêwîst ew e ku ji hemû aliyan ve xebatek berfireh bê meşandin. Serkeftina HDP’ê ne tenê şandina çend parlementeran a meclisê ye. Her wiha diyarkirina qedera hevdîtinên çareseriyê ye

28.02.2015, Azadiya Welat


Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

250 hezar kes bûn mêvanê festîvalan

ad

Zarakolu, Ersanli û 44 hatin girtin

ad

Bi 3 golan 3 pûanên pêşî

ad

Xalê Mihemed

ad

71 fîlmên biyanî serî li Oscarê dan

ad

Efsaneyê alman Muller mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname