Diyarname
Baroya Amedê, li ser girtîmayîna Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û zagona DMME'yê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) daxuyaniya nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de li ser biryara DMME'yê ya roja 8’ê tîrmeha 2025’an sekîn û got ku biryara ji nû ve girtina Demîrtaş ne hiqûqî ye, siyasî ye û got, "DMME’yê di biryara xwe de gotiye ku mafên azadî, ewlehî, dema maqûl a darizandinê û venêrîna darazê ya têkildarî rewşa girtî hatine binpêkirin. DMME’yê ji Tirkiyeyê xwestiye ku Demîrtaş di cih de berdin.
Baroyê got ku DMME’yê di biryara xwe de gotiye ku divê Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên di çarçoveya Doza Kobanî de hatine girtin bêne berdan. Baroyê diyar kiriye ku biryareke bi vî rengî gavekî mecbûrî ya pêvajoya civakî ye û divê ev yek neyê paşguhkirin.
Baroyê, bi bîr xist ku îtîraza li dijî biryara DMME’yê dê di 8’ê kewçêra 2025’an de bi dawî bibe û heke îtîraz neyê kirin dê biryar teqez bibe û hewceye biryar tavilê bê bicihanîn.


