Diyarname
Li Tirkiyeyê Meclis TV civînên koman ên partiyên siyasî yên li Meclisa Tirkiyeyê yekser belav dike. Îro civînên koman hebûn, ya DEM Partî ji hebû. Meclis TV ku civîna koma DEM Partî yekser belav dikir, jinan diruşma "Jin jiyan azadî" bilind kir, kanalê cih de weşand sansur kir û deng qut kir.
Jinên kurd ji Amedê heta Enqereyê meşiyabûn û di meşa xwe de ji bo Ocalan daxwaza berdanê dikirin. Ew jin îro gihîşt Meclisa Tirkiyeyê. Li bexçeyê Meclisê û dûre jî di civîna koma DEM Partî de diruşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bilind kirin.