Diyarname
Vê hefteyê 5 fîlm li vîzyonê ne: Guneşî Gordum, U2 3D, Seven Pounds, Hotel For Dogs û Man on Wir.
Di nav fîlman de fîlmê Mahsun Kirmizigul "Guneşî Gordum" derdikeve pêş. Fîlmê ku beşeke ji pirsgirêka kurd pêşkêş dike, ji niha de gelek nîqaş derxistiye holê. Ji fîlmên vê hefteyê pêşniyara me ya ji bo temaşekirinê ye Guneşî Gordum.
Guneşi Gordum
Derhêner û senaryo: Mahsun Kirmizigul
Lîstikvan: Demet Evgar, Hande Subaşi, Yildiz Kultur, Altan Erkekli, Şerif Sezer...
Li Tirkiyeyê roja pêşkêşkirina fîlmên nû di vîzyonê de roja înê ye, lê fîlmên Mahsun Kirmizigul "Guneşî Gordum" ne roja înê, rojek berî înê roja pêncşemê di 12'yê adarê de ket vîzyonê. Li ser vê yekê Kirmizigul wisa dibêje: "Li Tirkiyeyê du derbe, derbeya 12'yê Adarê û 12'yê Rezberê her du jî di 12'yê mehê de derketine. Ji bo careke din derbe pêk neyên me fîlm di 12'yê mehê de xist vîzyonê."
Fîlm li ser bûyerên 25 salên dawî yên li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hatiye kişandin û di vî warî de gotinên bi cesaret, mînakên ku heta niha nehatine pêşkêş kirine pêşkêş dike. Fîlmê ku "çîroka Tirkiyeyê" pêşkêş dike, bi gotina "ji bo zarokan û hêviyê" hatiye pêşkêş kirin.
Anekdotên di fîlm de balkêş in ku rojeva Tirkiyeyê bi taybetî tirk ji vê gelek dûr in. Mînaka du birayan ku yek leşker yek jî gerîla ye û yek dipirse "Em birin dê ji me re bibêjin çi" yê din lê zêde dibe, "Wê ji te re bibêjin şehîd, ji min re bibêjin terorîst".
Û gelek mînakên din. "Guneşî Gordum" li vîzyonê li benda temaşevanên xwe ye.
***
U2 3D
Derhêner: Catherine Owens û Mark Pellington
Lîstikvan: Bono, Adam Clayton, Larry Mullen Jr., U2
Koma navdar a li dinyayê U2 di sala 2006'an de di rêzekonserên xwe de li Amerîkaya Başûr, Meksiko City, Sao Paulo, Santiago û Buenos Airesê li 7 stadan konseran pêşkêş dike û ev konser bi kamerayên dîjîtal ên bi 3 eniyî tê kişandin. Fîlm di heyecana konserên zindî de van konserên U2 bi navê "U2 3D" pêşkêş dike.
***
Yedi Yaşam - Heft Jiyan - Seven Pounds
Derhêner: Gabriele Muccino
Lîstikvan: Will Smith, Rosario Dawson, Michael Ealy û Barry Pepper
Fîlm çîroka zilamekî ku dayîna kefareta heft kesan ku razeke li dû wan e pêşkêş dike. Aliyên hevbeş ê her heftan ew e ku bi qasî ku bêhêvî bin pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Emily Rosa ku dilbicoş e lê bi nexewşiya dil ketiye, plana ku Ben dibêje qey nikare bê guhartin diguherîne û bi vê re her pêşveçûn diguhere. Ew nêzî Ben bûye û cîhana Ben ser û bin dike.
***
Kopek Oteli - Otela Kûçikan - Hotel For Dogs
Derhêner: Thor Freudenthal
Lîstikvan: Emma Roberts, Jake T. Austin, Kyla Pratt û Don Cheadle
Andi û birayê biçûk Bruce li navçeyeke ku qet nahêlin sewal li mal bêne xwedîkirin dijîn. Digel vê yekê ew bi awayekî veşarî kûçikek bi navê Friday xwedî dikin, lê hatine asteke ku êdî nikarin veşêrin. Rojekê dema bi awayekî tesadufî rastî hoteleke tên tiştek tê bîra Andi. Otela ku jixwe çend kûçik têde hene dê ji bo kûçikan veguherînin hêlîneke baş.
***
Teldeki Adam - Zilamê li ser têlan - Man on Wire
Derhêner: James Marsh
Lîstikvan: Philippe Petit, Annie Allix, Jean-Louis Blondeau û Ardis Campbell
Philippe Petit, di sala 1974'an de yekem gava xwe avêt ser têlê bi cotakûleyên New Yorkê ve kirine. Piştî ku bi qasî saetekê li ser têlan reqisî, ji bo piştî kêliyekê wî berdin ew tewqîf kirin û şandin girtîgehê.
Belgefîlmê James Marsh bi vegotina Petit û hevalên wî yên ku alîkariya wî kirine "sûceke hunerî ya sedsalê" pêşkêş dike. Belgefîlmî heta niha li gelek cihan xelat girtiye.


