logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin
news-details

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • Dîrok: 26/09/2026
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

___Cemil Oguz___

Fûara Pirtûkan a Amedê ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin. Îsal hin weşanxaneyên kurdan beşdar nabin. Weşanxane ji buhabûnê bi gazin in. Va ne agahî:

10'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê îro dest pê kir û heta 4'ê meha pêşiya me dê bidome. Fûar her roj saet di navbera 10.00 - 19.00'an de vekiriye. Li dor 150 weşanxane, saziyên sivîl beşdar dibin. Lê hin weşanxaneyên kurdan nîn in.

WEŞANXANEYÊN KURDAN ÊN BEŞDAR
Li Amedê heta niha hema hema hemû weşanxaneyên kurdan beşdarî fûarê dibûn lê îsal hin weşanxane beşdar nabin.
Li gor lîsteya TUYAP'ê weşanxaneyên kurdan, weşanên Aram, Aryen, Belkî, Bêjing (wekî Tamara beşdar dibin) Dara, Deng, Doz, Jînda, Lûvî, Morî, Na, Nûbihar, Pall, Sîdar, Sîtav, Vate, Wardoz, Zarg, Zîlan Akademî beşdar dibin. 

Ji bilî van hin sazî, komele û weqfên kurdan jî standê vedikin. Ji wan  Weqfa Mezopotamyayê, Weqfa îsmaîl Beşîkçî, dîsa Dersim Yazarlar Dernegi, Diyarbakir Yazarlar Birligi, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hin saziyên ku dê li fûarê bin.

WEŞANXANEYÊN BEŞDAR NABIN
Ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Avesta bi ser hesabê xwe re ragihand ku ew beşdar nabin. Avestayê got, "Çend salên dawî maliyet pir zêde bûn. Me nexwest bêyî standeke baş û cihekî fireh beşdar bibin. Bi ser de jî di wextekî ne baş de çêkirin. Ji serî de tu giringî bi îqaz û gotinên me nedan. Tu caran bo aktivîteyên me tiştek nekirin, cihê xirab dan me. Yarmetî û hêsankariya dikirin, bo me nekirin. Zirara me hatibû radeyekê ku nedihat qebûlkirin. Di nav van şertan de me qerar da ku beşdar nebin. Em xemgîn in. Qerareke pir zehmet bû bo me lê em mecbûr man."

Ji weşanxaneyên kurdan weşanên J&J beşdar nabe. Li gor agahiya xwediyê weşanxaneyê Azad Zal da me, beşdariya fûarê gelek buha bûye, ji quwetê der e û vê yekê kiriye ku ew nikaribin beşdar bibin. Li aliyê din Zal rexne li amadekaran jî dike ku heta van rojên dawî jî ji bo fûarê reklameke baş nekirine.

GERÎNDEYÊ NÛBIHARÊ ÇEVÎK: NEBÛNA HIN WEŞANXANEYAN KÊMASÎ YE

Li ser fûarê me serî li dîtinên Gerînendeyê Weşanê yê Nûbiharê Suleyman Çevîk jî da. Çevîk li ser weşanxaneyên beşdar nebûne dibêje, "Xwezî ew jî li vir bana. Çiqas weşanxane zêde bin, însan zêde bin, fikrên cuda zêde bin hereket tê fuarê. Însanên ji wan hez dikin hene, hinek însan bo weşanxaneyan bi xwe tên, nebûna wan kêmasî ye, xwezî hebana. Biyara wan şaş e."
Çevîk balê dikişîne ser girîngiya Fûara Pirtûkan a Amedê û dibêje, "Cihek wekî Diyarbekir de tune be mirov wê li ku hebe? Hebûna wan bo me jî baş dibû. Dema însan diçin serdana standên wan tên ê me jî. Wekî par divê hemû hebana. Ez xemgîn bûm."

15-20 PIRTÛKÊN NÛ
Gerînendeyê Weşanê yû Nûbiharê Çevîk li ser beşdariya Nûbiharê di fûarê de jî van agahiyan dide me; "Me amadehiyeke taybet çêkir bo vê fûarê. Cihek ji par mezintir girt. Di van 3-4 mehên dawî de me hinek pirtûk nû çap kirin; dor 15-20 pirtûkên me yên nû hene, me anîne fûarê. Yên berê çapên wan ên dubare jî me çêkirin. Dor 30-40 nivîskarên me jî wê pirtûkên xwe îmze bikin. 4-5 bernameyên me hene. Dîsa me kampanyaya 'Pirtûkên di sepetê de' da dest pê kirin. Hinên pirtûkan bigirin bixin wir, dê hinek din ji xwe re bibin."

Li aliyê din Suleyman Çevîk dibêje ku Tuyap li wan geriya ye, gotiye ji ber ev 10 sal in her beşdar bûne îro dê plaketek pîrozbahiyê bidin wan.

Hin ji weşanxaneyên xwedî dîrok û xwedî gelek pirtûkan wekî Weşanên Lîs, Weşanên Peywend jî ne li fûarê ne.

Di fûarê de bi ser 70'yî re çalakiyên çandî hene wekî panel, gotûbêj, muzîk, atolye hene ku hin ji wan bi kurdî ne. Li aliyê din bi dehan nivîskarên kurd dê pirtûkên xwe îmze bikin.


TUYAP'ê plaket da hinan; li ser navê Nûbiharê, Suleyman Çevîk plaket girt.
 

ROJHILAT: BILA WEŞANGERÊN TIRK Jî PIŞTGIRIYÊ BIDIN
Di merasima vekirina fûarê de Berpirsê TUYAP'ê Îlhan Ersoz, Sekretera Gşitî ya TYB'ê (Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) Nazli Berivan Ak, Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partî Halide Turkoglu axivîn. 
Li ser navê YEW-KURD'ê (Yekîtiya Weşangerên Kurd) jî Jêhat Rojhilat axivî. Rojhilat got ku li Tirkiyeyê şertên weşangerên tirk û kurd ne yek e û wiha dom kir, "Em qursan didin bi van zimanê xwe hîn dibin. Li Tirkiyeyê ger 30-40 milyon kurd hebin, hê kurdî nebûbûbe zimanê perwerdehiyê, hê em bi qursan hînê kurdî bibin; bi vê yekê dikare rewşa weşangeriya kurdî ya li hemberî tirkî bê fêmkirin. Loma em dixwazin xwedî li ziman bê derketin, em qala wijdanê dikin. Gelek bi 30-40 milyon heye divê bi qursan zimanê xwe hîn nebe. Weşangerên tirk jî divê vî warî de piştgiriyê bidin." (Ev paragraf paşê li nûçeyê hatiye zêdekirin)

**

Nûçeya Eleqedar:

- Fûara Pirtûkan a Amedê tê

- Rojên li darketina Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû

 

 

*********************************************************************

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

**********************************************************************


 

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

news
  • 18 09 2026

Fûara Pirtûkan a Amedê tê

news
  • 17 09 2026

Gelek derhênerên kurd diçin Antalyayê

news
  • 15 09 2026

Emmy hamey vilakerdişî

news
  • 13 09 2026

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

news
  • 12 09 2026

'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji nivîskarên me du nivîs

ad

Demîrtaş: Li hemberî DAIŞ'a tecawizkar berxwedana bi rûmet heye

ad

Festîvala Fîlmên Karkeran dest pê dike

ad

Di Super Lîgê de fîkstur diyar bû

ad

Ji agahiyênTUÎK'ê: Li sê bajarên kurdan salonên sînemayê nîn in

ad

Nivîskarên Kurd biryara Wezaretê rexne kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname