QAMIŞLO
Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê di komxebatekê de hebûna zimanê kurdî di destûr û zagonsaziyê de nîqaş kirin û bal kişand ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, hebûna zimanê kurdî di warê dadmendî û saziyên hikumetê de.
Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê di bin navê “Zimanê kurdî di destûr û zagonsaziyê de” bi beşdariya hejmareke parêzer, nûnerên Kongra Star û Yekîtiya Mamosteyan, li Qamişloyê komxebateke hiqûqî li dar xist.
Di komxebatê de 3 xalên têkildarî nasandina komxebatê û armanca wê, aliyê qanûnî û rexneyî yên Biryarnameya 13`an û perespektîfên wê, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, hebûna wî di warê dadmendî û saziyên hikumetê de, hatin nîqaşkirin.
ALIYÊ QANÛNÎ Û REXNEYÎ YÊ BIRYARNAMEYA 13`AN
Parêzer Mehmûd Xelo diyar kir ku beşa girêdayî zimanê kurdî ne zelal e, di navbera fêrbûn û perwerdeyê de cudahî hene, her wiha di navbera zimanê neteweyî û zimanê fermî de jî heman tişt heye.
Mehmûd Xelo destnîşan kir ku ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî 3 ders ne têrker e, ev ji bo rakirina van 3 dersan jî di siberojê de rê vedike, ji ber ku destûr ne bi hêsanî tê guhertin, divê zimanê kurdî bi mîsogeriyeke destûrî bibe zimanê fermî.
MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ KURDÎ
Xala duyemîn ji hêla parêzer Xanim Eyo ve hat pêşkêşkirin. Xanim Eyo da zanîn ku Biryarnameya 13`an ne ji bo ku bibe çareseriya dawî hatiye derxistin, ew girêdayî hêviyên gel e, divê bi rêya wê çareseriyên heqîqî werin danîn.
Xanim Eyo diyar kir ku perwerdeya bi 2 zimanan çareseriyeke guncaw e, biryara Wezareta Perwerdeyê ji bo Şamê û parêzgehên din gaveke erênî ye, lê ew ji bo herêmên li Cizîrê ku ev 15 sal e lê perwerdeya zimanê kurdî hatiye dayîn, nabe.
JI NASKIRINÊ BER BI MISOGERIYA QANÛNÎ VE
Xala sêyemîn jî ji hêla lêkolîner û parêzer Şems El Dîn Feqê ve hate dayîn. Feqê da zanîn ku dema behsa gelê kurd an pêkhateya kurd tê kirin, divê di destûrê de bi navê gelê kurd were tesbîtkirin.
ENCAMNAMEYA KOMXEBATÊ
Di komxebatê de hat diyarkirin ku ew ê ji bo derxistina reşnivîsa projeya yasayî ya ji bo mîsogerkirina parastina mafê fêrbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî komîteyeke qanûnî were avakirin û pêkêşî aliyên peywendîdar bê kirin.
Her wiha bang hat kirin ku zimanê kurdî wekî zimanekî fermî di dewleta Sûriyeyê de were naskirin, têgînên yasayî werin şîrovekirin û zelalkirin, prensîbên qanûnî yên girêdayî hebûna kurdan a resen li ser cih û warên wan ê dîrokî, werin tesbîtkirin.
ANHA

Hin nûçeyên eleqedar:
- Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê
- Zanîngeha Rojava: Em amade ne materyalan wergerînin kurdî
- Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin
- Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
- Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir
- Çalakî: 'Vê biryarê biguherînin'
- Waliyê Hesekê û mamosteyên zimanê kurdî civiyan
- Li 5 bajarên Rojava kurd ji bo ziman li kuçeyan bûn
- Li Amûdê gel, li Hesekê mamoste ji bo ziman daketin kuçeyan
- Partiyên siyayî yên Kobanî: Em biryara sê saetan a ji bo dersa kurdî red dikin
- Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
- PYD: Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî kurdan wekî neteweyek yekgirtî nas bike
- Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
- Ebdî: Zarok wê bi zimanê xwe bixwînin
- Helîm Yûsiv: Gelo Rojava têkdiçe?
- Helîm Yûsiv: Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)


