Amed
Ev çend meh in li ser vekirina Deriyê Nisêbîn-Qamişloyê de hewldan didomin. Her du alî jî dixwazin ev derî vebe. Niha Berpirsê Deriyên Sînor ê Sûriyeyê Kuteybe Bedewî li ser hesabê xwe tora civakî peyamek belav kir û diyar kir ku ji bo vekirinê dest bi xebatan kirine.
Bedewî got ku ev xebat ji bo çûn û hatineke bi rêk û pêk hatiye destpêkirin.
Berê hatibû gotin ku heta dawiya 2026'an dê derî bê vekirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Serdan çêbû; Deriyê Nisêbîn-Qamişloyê wê vebe?


