Diyarname
Nivîskar û helbestvan Nisrîn Têlo ku ji Qamişloyê bû û li Norwecê dijiyan, îro mir.
Nivîskar û helbestvan Nisrîn Têlo li Qamişloyê hatibû dinê. Tam dîroka bûyînaa wê nayê zanîn lê qala sanên 1955-56'an tê kirin. Ew keça Evdilqadir Têlo bû ku Têlo endamê Xoybûnê, sekreterê komela xêrxwaziyê ya feqîrên kurd (1935) û serokê Klûba Ciwanên Kurd bû.
Helbestvan û nivîskar Têlo xwendina xwe li Qamişlo qedand û paşê li Zanîngeha Şamê beşa Erdnîgariyê xwend; di sala 1979'an de mezûn bû.
Nisrîn Têlo nêzîkî 30 salan mamostetî kir. Ji ber çalakiyên xwe yên siyasî û çandî gelek caran hate sirgûnkirin, rastî lêpirsînan û zextên hikumetê hat.
Dema li Sûriyeyê dijî Esad şer derket ew ligel malbata xwe çû Norwêcê.
Heta niha wê di gelek kovaran de nivîsand. Pirtûka wê ya bi navê "Rotoskop" hatiye weşandin. "Rotoskop" pirtûkek çîrokan e. Wê helbest û çîrokên xwe bi kurdî dinivîsand.


