logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin
news-details

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • Dîrok: 25/09/2026
  • Beş: Serbest

 

___Ayşegul Kizilkaya___

“Mirov divê her wext serxweş be. Hemû tişt di vir de ye: tenê mesele ev e. Ji bo ku hûn giraniya tirsnak a zemên ku milên (napiyên) we diheciqîne û we ber bi erdê ve ditewîne nehisin, divê hûn bê rawestan serxweş bibin.
Bi çi serxweş bin?
Hez bikin bi şerabê,
Hez bikin bi helbestan,
Hez bikin bi dilpakiyê...
Ew terciha we ye,
Dilê we bi çi xwest, bi wê...
Lê serxweş bin û ji ser xwe ve biçin!”
Charles Baudelaire (Diltengiya Parîse)

Helbesta pexşanî cureyekî cihêreng a wêjeyê ye; ew bêyî bikaranîna hevdengî û qalibên klasîk bi forma pexşanê tê nivîsandin, lê di bingeha xwe de hestiyariya helbestî, hêma û metaforan dihewîne.
Pêşengiya vê curê wêjeyê, li dinyayê, şaîrê Frensî “Aloysius Bertrand bi berhema xwe ya Gaspard de la Nuit” (Gaspardê Şevê) ve kiribe jî Charles Baudelaire bi pirtûka xwe ya "Diltengiya Parîsê” re ew cure bi dinyayê daye nasîn û her wiha populer kiriye.
Di edebiyata kurmancî de jî Dilawer Zeraq yek ji wan nivîskaran e ku di vî warî de berhemek afirandiye.
Mijara vê nivîsarê jî bi awayekî berawirdkî nirxandina pirtûka Charles Baudelaire “Diltengiya Parîsê” û pirtûka Dilawer Zeraq “Çilkên Pênûsê” ye. 
Her du nivîskaran jî di berhemên xwe de cure helbestên pexşanî bi kar anî ne. Charles Baudelaire li ser pirtûka Diltengiya Parîsê bi salan fikiriye û xebitiye. Jixwe armanca Baudelaire ev e ku pexşanên helbestî yên bêrîtim û bêyî hevdeng lê belê bi newa, bi  livînên ruhî yên hestyarî ve lihevhatî, di tewangên hişê de pel dayî nerm lê her wiha dijberiyekê di xwe de dihewîne, afirandine.(1)
Dilawer Zeraq jî dibêje: "Ez helbestkar an helbestbêj nîn im. Çilkên Pênûsê helbesta çîroka min e.”(2)
Di sed salên ji hev cuda de her du nivîskaran jî bi awayekî jîrane çavderiya civakê û hundirê takekes kirine. Her du nivîskar  jî li ser cangiranî û tengezariya mirovan sekinîne. Lê ew yek bi awayekî cihêreng bi şewazeke estetîk kirine.
Charles Baudelaire,  Diltengiya Parîsê bi curê helbestên pexşanî nivîsandiye. Dilawer Zeraq jî di Çilkên Pênûsê de tevî ku kurteçîrok nivîsandine jî, vê pirtûkê ji alî şewaz û ziman ve em dikarin di curê helbestên pexşanî de bi cî bikin. Ji ber ku her kurteçîrok bi gelek hêma û metaforan ve xemilandine, newayên kurte çîrokan hene û livînên nav rih, tewangên nav hiş, di metnan de nexşandiye. Gava mirov wan metnan dixwîne ji kurteçîrokan bêtir pêdihîse û dibine ku helbestan dixwîne. 
“Lê tu nehatî...
Û piştî wê spêdeya têrkeser
Te li şûna xwe 
Bêhna berbangê şand
Ji bo ku bêhn bike dil
Û dilmînî bide kulebirîna xwe”(3)
Jixwe Baudelaire jî di her helbesta xwe de bi metafor û hêmayan re kurteçîrokeke vêdibêje. Helbesten wî ji rêzê nîn in. Her helbestek bi serê xwe çîrokek e.
“De bêje mêrikê razdar, tu herî zêde ji kê hez dikî?
-Ji dostên xwe?
-Ev peyv bi min biyanî ye.
-Ji welatê xwe?
-Nizanim di kîjan hêlîpanê ji dayikbû me
-Ji bedewî ye?
-Helbet min ê hez bikira ger abadînî û xwedayî bûya.”(4)
Her du nivîskaran jî di berhemên xwe de bajêrên ku lê dijîn wekî şûnwarê wêjeyê bi cî kirine. Charles Baudelaire kuçe, kolan, parq, mal û taxên Parîsê bi şewazekî estetîk şayesandine. “Çi rojeke bêhempa! Di bin awirên rojê yên har de parqek gelek mezin û wekî ciwaniya di bin fermana eşqekê de xerbiliye”(5)
Kevirên sûrên Amedê, Dilawer Zeraq çawa sewirandiye hê jî wisa reş in û dorhêla bajêr dorpêç dikin. "Esmanê bajarê min î qedîm; bajarê min î ku bedenên reş û kevirîn li dora xwe pêçandiye, dilê xwe, hemû deriyên xwe li roje vekirîbû."(6)
Di salên 1800’î de Parîsa Baûdelaire bajareke kavil, kêmronî û xirbe bû. Destpêka şoreşa pîşesaziyê bû, ji ber koça ji gundan, hejmara bajêr roj bi roj zêdetirî dibû. Baudelaire wekî flaûner li kolanên Parîsê digere; xizanî, perîşanî û rebeniya bajêr bi ser û çavê xwe dibîne  û kiretiyên Parîsê bi nivîsên xwe re estetîze dike. “Gaveke dirêj, bi xem di hişê xwe de bi heman fikrî ve mam; Welatek hebûye ku ji nên re dibêjin paste wekî ku şekireke nadîr be û li ser şer tê kirin.”(7) Baudelaire parsek û qehpikên  kolanan, deng û newaya qerebelixê ji xwe re dike  amûrên helbestên xwe. 
Di salên 1990’î de li Amedê jî ji ber valakirina gundan, koçên bi girseyî ber bi bajêr ve dihatin. Nifûsa bajêr her diçû zêde dibû û wekî şûnwarekî dirûvê Amedê diguherî. Zeraq jî hem wekî nişteciheke wî bajarî di bin bandora guherandina bajêr de jiyaye hem jî  şahîdiya wê guherîna bajêr kiriye. Zeraq jî wekî flaûnerî, li bajarê xwe, li kuçe û kolanên Amedê geriyaye, çavdêriya atmosfera civakê, zarok û ciwanên Amedê, û xizaniya gel kiriye. “Hema bi bihîstîna peyva pere, çavên min diçên ser cilên wî; Çîpê çeqelokî wekî berfê spî ye û pantorê blujeans di bin qorika rastê de pînêyên nostaljîk vedixwîne...” (8)
Her wiha nakokiyên hindurê takekes şopandiye û ew rastî wekî navgîna afirîneriya xwe bi kar aniye.
Baudelaire di nava  metropolan de,  jixwedûrketin û melankoliya takekesê modern dike mijar. Qalibên helbesta klasîk hildewişîne, serobin dike. 
Dilawer Zeraq jî li hemberî qeyran û qaosa hundirê mirovên li bajêr, xwe dispere kozika xwe û di melankoliya eşqê de digere, bi vî awayî metnên xwe dinexşîne.
Diltengiya Parîsê di dîroka wêjeya dunyayê de, di wara curê helbestên pexşanî de wekî mînaka hêrî girîng tê pêjirandin. Metnên di pirtûka Diltengiya Parîsê de ji honaka bûyeran bêtir bi hêma û newa ve hatine afirandin.
Çilkên Pênûse jî ew berheme ku di curê çîrokên helbestî de mînakeke gelek xurt e. Zeraq berovajî vegotineke klasîk bi şewazeke helbestî, metaforên xurt û  bi zimanekî zîz/hestyarî  ve berhemeke estetîk afirandiye. Êş û jana takekes ne bi awayekî têkçûyî lê bi awayekî hayjexwebûneke xurt re karekter xêz kirine.
Tevî ku Baudelaire bêtir bi devê kesê seyem axiftiye û çavderiyên xwe wekî mirovekî derveyî nivîsandine jî, her du berhem, li ser dunyaya navxweyî ya takekes radiwestin. Bi hêma û metaforên xurt re bi wateyan afirandî ve her du nivîskar jî lêpirsîna hebûnê, tenêbûne û jixwedûrketinê dikin.
Her duyan jî vegotineke helbestî bikar aniye. Taybetiyeke din a gelekî girîng jî ev e ku rê li ber xwendevan vedikin; li şûna ku mirov tenê xwedî wate û şîroveyeke yekalî be, derfetê dide fêmkirina wateyên pirqatî. Wate ew e ku xwendevan di her xwendinê de di nav metnan de rastî wateyên nû tê.
Lê cudahiyên metnan jî ev in ku; Diltengiya Parîsê bêtir li ser tenêbûna li nav qerebalixê, cangiraniyê, xizaniyê radiweste.
Çilkên Pênûsê jî li ser pêywendiyê di navbera mirovan, eş, jan, evîn, bîra civakî, nasname û jiyana Kurdan disekine.
Ji dawiya dawî de em dikarin bibêjin ku ji pênûsa Dilawer Zeraq diltengiya mirov wekî bajerekî -dibe ku ew bajar Parîs be, dibe ku Amed be- diçilke.

Çavkanî
(1)Diltengiya Parîsê, Charles Baudelaîre, Weşanên Varlık Şiir
(2)Waar Medîa, Bernama Ronakbîr, 2021
(3)Çilkên Pênûsê, Zeraq Dilawer, Weşanên Lîs, Bêhna Berbangê, Rûpel 21
(4)Diltengiya Parîsê, Charles Baudelaîre, Weşanên Varlık Şiir, Rûpel 17
(5)Baudelaîre, Weşanên Varlık Şiir, Dîn û Wenus, Rûpel, 28
(6)Çilkên Pênûsê, Zeraq Dilawer, Weşanên Lîs, Dilopên Rîtmîk, Rûpel 29
(7)Baudelaîre, Weşanên Varlık Şiir, Pasta, Rûpel 53
(8)Çilkên Pênûsê, Zeraq Dilawer, Weşanên Lîs, Li Esmanê Xwe Digeri, Rûpel 68

 

***

Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

- Culemêrg çi reng e dayê?

- ‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

- Em ne qehpikên tu kesî ne

- Deng û sewta Sînemê ji dinyayê çû

- Zeûgmaya şewitî û helbestkarê nemir

- Teyrên Baz û Eylo

- Fermo Seyda

- Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna

- Şşş! Hiş be, şik afirî

- Bijî serê heshesok

- 603 kevirên çargoşe û obsesîfek

- Nixumandina Perdeyan
- 'Payîz an jî Ziyab'

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî

news
  • 25 09 2026

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

news
  • 14 09 2026

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mercan Dede: Nefesê Heskîfê ye em pê neya xwe pif dikin

ad

Fransa de kînga weçînayiş virazêno û go sebo?

ad

PDK û YNK wê li hev bikin? (Hat nûkirin)

ad

'Gava ku masî tî dibin' bi îtalî hat weşandin

ad

Bi dehan gund di bin dorpêçê de ne

ad

Li Swêdê dê 100 hezar betal çêbibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname