Diyarname
Romana nivîskar Helîm Yûsiv "Gava ku masî tî dibin" piştî farisî, tirkî, erebî û îngilîzî niha jî ji bo îtalî hat wergerandin û bi navê "Quando i Pesci hanno Sete” weşandin.
'Gava ku mazî tî dibin' di sala 2008'an de hatibû weşandin. Roman, bi ser lehengê xwe Masî re ji Binxetê, bi xatirê evîna Berfîna Serxetê dide ser rêya çiyê, dibe şervanek û li wê derê evîna wî ya şexsî bi ya welat re dibe yek. Di heman demê de ev roman, a nifşekî fedakar û bênav e.
Roman li Bakur 4 çap kiribû û her wiha kurmanciya wê li Rojava û soranîkirina wê jî li Başûr hatibû çapkirin. Roman niha jî ji bo îtalî hat wergerandin û çapkirin. Li gor agahiya weşanxaneyê meha reşemiyê wê li pirtûkfiroşan û di qada online de bê belavkirin.
Roman ji aliyê Hisam Allawi û Francesca Riccardelli ve ji kurdî ji bo îtalî hatiye wergerandin û ji weşanxaneya Calamaro Edizioni hatiye çapkirin.
Heta niha pirtûka Mehmed Uzun "Tu", pirtûka Firat Cewerî "Ez ê yekî bikujim" ji bo îtalî hatibû wergerandin, niha romana Helîm Yûsiv jî bû îtalî.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Romana Mehmet Uzun ‘Tu’bi îtalî weşiya, me bi wergêr re xeber da


