logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Pêşbaziya "Kî Zane" dest pê dike

Pêşbaziya "Kî Zane" ku Murat Batgi amade û pêşkêş dike dest pê dike.

  • Dîrok: 19/09/2008
  • Beş: Çapemenî

 

Cemil Oguz

Pêşbaziya "Kî Zane" ku Murat Batgi amade û pêşkêş dike dest pê dike.

Heta niha li Tirkiyeyê kanaleke televîzyonê pêşbaziya zanînê ya bi kurdî li dar nexistiye. Vê yekê kanaleke herêmê Gun TV dide dest pê kirin. Gun TV ku li Amedê û derdora wê weşana xwe didomîne di heman demê de di çarçoveya ku RTUK destûrê dide de weşana bi kurdî jî dike. Televîzyon niha şanenava xwe davêje bin bernameyeke nû. Bernameya ji aliyê Murat Batgi ve hatiye amadekirin û tê pêşkêşkirin. Bernameya bi navê "Kî Zane" diruşma wê jî "Kî zane karê wî pir hêsan e, kî nizane barê wî pir giran e" ye.

Batgi li ser bernameyê agahî da me û da zanîn ku bernemeya ku 15 hefteyan dê bidome hemû hatiye kişandin. Ji bo beşdarbûna pêşbaziyê nêzî sed kesî serî lêdane lê 16 kes hatine hilbijantin. Di her bernemayê de du kes dê bên hemberî hev û yên ku bi ser bi kevin dê wekî 8 kes derkevin çarîk fînalê. Dûre ev 8 kes ji bo nîv fînal û fînalê dê bi hev re bikevin pêşbaziyê. Di dawiyê de dê şampiyonekî/e derkeve holê. Heta niha hemû bername hatin kişandin, şampiyon diyar bû lê heta dawiya bernameyê eşkere nakin.

Di 8 waran de pirs têne pirsîn

Yekem bernameya "Kî Zane"  dê 24'ê mehê bê weşandin û bernameya dawî jî şeva sersalê. Pirsê bernameyê di warê  aktuel û siyaset, spor, tenduristî, dîrok, çand û huner, erdnîgarî, ziman û wêjeya kurdî bi giştî ji 8 waran, ji her warê sê pirs têne pirsîn.
Ji bo 8 kesên ku pêşîn ji pêşbaziyê veqetin CD'yeke kurdî, ji bo yên ketine çarîk fînalê jî ji marketeke li Amedê çekek 150 YTL'yî tê dayîn. Yên ku ketin nav çarên dawî makîneyeke fotografan a dijital, ji bo kesê derketiye fînalê kamerayeke û ji bo şampiyon jî çekek, makîneya fotografan, kamera û kompîtureke ser çongan wekî xelat tê dayîn.

Li ser bernameya ku li bendê ne eleqeyeke baş bibîne me bi Batgî re xeber da. "Kî Zane" li Tirkiyeyê yekemîn bernameya pêşbaziya pirs û bersivan e. Batgî dibêje, "Cîhan û jiyan bi kurdî xweş e" û wiha didomîne: "Heta kurdî di hemû warê jiyanê de nebe hakim, di hemû îlmên zanînê de neyê bikaranîn, tenê bi siyaset û wêjeyê pêşnakeve."

Her tişte ji bo gel ji ziman hez bike

Batgî dibêje ku semboleke biçûk a kurdî jî divê em li hemû warên jiyanê bikin hakim û wiha dibêje, "Her çiqas pêdivî bi kampanyayan hebe jî berî her tiştî gere em vî zimanî bi mirovan bidin hezkirin. Divê mirov ji vî zimanî hez bikin. Ger gel ji vî zimanî hez neke ne mimkûn e ev ziman pêş bikeve. Emê vî zimanî çawa bi gel bidin hezkirin? Tenê yên ku di saziyan de dixebitin nikarin vî zimanî pêş bixin, divê gel xwedî li vî zimanî derkeve. Ji bo vê yekê divê jê hez bike. Em dikin ku bidin hezkirin. Pêşbazî jî amûreke vê yekê ye."

Li gor gotina Murat Batgi kesên wekî pêşbaz beşdarî pêşbaziyê bûne yek jî di saziyan de nexebetîne, ew ji nav gel, mamoste, dixtor, karmend, karker û xanima malê bûn û van gotinan lê zêde dike: "Ez bawerim kesên beşdarî pêşbaziyê bûn êdî dêher warê jiyanê bi kurdî bişopînin."

Hin malperên kurdan nivîsî bû ku dê bernameyê bifroşin TRT Kurdî. Batgî vê yekê red dike û wisa dibêje: "Ji tişteke wisa qet xebera min nîn e. Bêşik mirov dikare bi TRT'yê re jî bi xebite lê bi şert û şurtan. Berî her tiştî peymana min bi Gun TV re heye. Her wiha ez ne ew kurd im ku TRT lê digere."

Batgi di dawiyê de ji bo piştgiriya wan sipasiyên xwe pêşkêşî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Yenîşehîr, Baglar û Kayapinarê dike.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di Kûpaya Cîhanê ya Jinan de çarîk fînalîst diyar bûn

ad

Gel bi ser ket: Mazbata didin Abdullah Zeydan

ad

Deriyê belgefîlman di Documentarîstê de vedike

ad

Pêşmergeyên ku çûbûn Kobanî vegeriyan

ad

Katar amadehiya Kûpaya Cîhanê didomîne: Stadek wekî kumikê

ad

Verendamê Oscarî eşkera bî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname