Diyarname
Serê sibê polîs çûn avahiya Halk TV ya li Stenbolê û dest bi lêgerînê kirin. Weşana Halk TV hat rawestandin. Serokê Lijneya Rêveberî ya Halk TV Cafer Mahiroglu got kayûm şandine ser kanalê.
Wezareta Tirkiyeyê îro jî kayûm şand ser kanala televîzyonê Halk TV. Gerînendeyê Weşanê yê Halk TV Suat Toktaş got, "Ligel heyeta kayûmê axivîne, xwestine weşan bidome, lê li hev nekirine. Weşan rawestiya ye."
DEM PARTÎ Û YENÎ PARTÎ BERTEK NÎŞAN DA
DEM Partî bi ser hesabê X'ê re peyamek belav kir û got, "Êrîşa polîsan a ser Halk TV û şandina kayûme ser wir êrîşeke dijî çapemenî û azadiya ramanê, êrîşeke dijî girtina mafê agahiyê ye."
DEM Partî got em bang li desthilatdarî dikin ku dest ji van kirinên dijî çapemenî û azadiya ramanê berde, gavên ku demokrasiyê xurt dikin biavêje û ji bo aştî civakî bibe li ser bingeha demokrasiyê tevbigere.
Serokê Giştî yê Yenî Partî Ozgur Ozel jî bertek nîşan da û got, "Şefeqê bi polîsan bi ser de girtina kanaleke televîzyonê û şandina kayûmê karê dîktatoran e."
SAZIYÊN ÇAPEMENÎ BERTEK NÎŞAN DAN
Saziyên çapemeniyê dijî vê kirinê bi daxuyaniyan bertek nîşan dan. GGC'ê (Cemiyeta Rojnamegerîn Başûrêrojhilat), ÇGD'eya Enqereyê (Komeleya Rojnamegerên Hemdem) bi daxuyaniyên nivîskî dijî vê kirinê derketin.
BARIYA STENBOLÊ BERTEK NÎŞAN DA
Baroya Stenbolê jî li ser X'ê daxuyaniyek belav kir. Baroyê gotina "Bêyî pişta xwe bide Zagona Bignehîn tu kes an tu organ nikare desthilatdariyeke dewletê bi kar bîne" bikar anî û got, "Baroya Stenbolê, ku bi parastina serdestiya hiqûqê û parastina mafên mirovan re erkdar e, vê operasyona nehiqûqî ya li dijî Halk TV’ê ji nêz ve dişopîne. Em bang li rayedarên têkildar dikin ku ji dayîna fermanên li dijî hiqûqê û yên ku mijara wan sûc e dûr bikevin; û li gorî madeya 137’an a Zagona Bingehîn, em bang li karmendên giştî dikin ku li gorî berpirsyariyên xwe yên destûrî tevbigerin û van fermanan bi cih neyînin. Destwerdanên ne hiqûqî yên li dijî Halk TV’ê divê yekser bi dawî bibin, weşana wê ji nû ve dest pê bike û biryara desteserkirina TMSF’ê were betalkirin."


