logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin
news-details

Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî

  • Dîrok: 26/09/2026
  • Beş: Serbest

___BERFÎN NUSRET___

Di dîroka hunera Kurdî de, hinek deng ne tenê muzîkê çêdikin, belkî, ew deng sembola qonaxeka ya di têkoşîna civakî de ne û hemû sînorkirinên ku li ser beden û giyanê jinan hatine ferzkirin, dişkînin.

Yek ji van jinan Fetane Welîdî ye ku stêrkek geş e li asîmanê muzîka kurdî ku di demên dijwar de bi dengê xwe yê bilind sînor derbas kirin û di warê muzîkê de rê li ber jinan vekir.

Îro salvegera koça dawî ya hunermend Fetana Welîdî ye. Salvegera xatirxwestinê ya vê jina mezin ne tenê biyografiya hunermendekê ye, belkî vê, ew rêzgirtinek ji bo îradeya jinekê ye ku êşa xwe kir bingeha nemiriyê û heta kêliyên dawî yên jiyana xwe li Sine ya rojhilatê Kurdistanê, wekî sembola evîna paqij ma.

Jinek li nav cewherê muzîk û stranê

Fetane Mihemed Şerîf Welîdî di sala 1953’yan de, li navenda huner û çandê, li cihê perwerdeya bi sedan kesayetiyên navdar ango li bajarê Sine ji dayik bû.

Bavê wê, Mihemed Şerîf Welîdî, hunermend, stranbêj û kemanjenekî navdar bû. Fetane di heft saliya xwe de di bin çavdêrî û piştgiriya bavê xwe û Hesen Kamkar (bavê Kamkaran) de dest bi fêrbûna bingehên muzîkê kir.

Ji ber hewesa wê ya kûr a ji bo hunerê, ew çû Tehranê û xwendina xwe ya akademîk li Dibistana Bilind a Muzîkê temam kir. Di demekê de ku stranbêjî ji bo mêran jî di civaka kurd de ne guncaw dihat hesibandin, Fetane wekî jineke wêrek û radîkal derket holê û rê li ber hebûna jinan di qada muzîka kurdî de vekir.

Dengê bilind ku bi pêlên radyoyê gihişt her malekê

Di salên 1970’yan de, Fetane Welîdî berhemên xwe yên xweşik bi rêya Radyoya Sine û Radyoya Kirmaşanê ya Kurdî tomar kir. Di demek kurt de, şiyana wê ya dengbêjiyê ya bêhempa û hestyariya wê ew kir çirayek geş di hola muzîka resen a kurdî de.

Bi tevahî 56 stranên wê li radyoyê hatine tomarkirin. Lê belê, tenê albumek fermî ya wê bi navê “Bulbul”, derketiye. Ev album hinek şaheserên nemir yên wekî “Şirîn Giyan, Gule Giyan, Şikofe, Bê Qerar e, Yaxwa Be Xêr Bêy, Omêdî Dilim, Ey Yarî Nazdar im, Ey Dilê Xemîn im, Xerîb im û Her Kes Aşiq Bêt” dihewîne.

Şêwazê stranbêjiyê û dengê bilind yê Fetane ne tenê li Sine û Kirmaşanê ma; belkî ew bi pêlên radyoyê sînorên çêkirî derbas kir û gihîşt parçeyên din yên Kurdistanê. Bi vî rengî ew ji bo hunermendên pêşerojê bû wateya hêvî û îlhamê.

Fetane bi dengê xwe yê taybet, sebir û şahî da bi hezaran guhdar û hezkiriyên muzîkê, lê jiyana wê ya taybet ket bin siya serdema herî bi karesat de; Têkçûna di çîrokeke evînê de.

Gelek çîrok û behs têkildarî sedema dûrketina Fetane ji cîhana muzîk û stranbêjiyê hene. Lê ya herî eşkere çîrokeke evînê ye ku bûye sedema xirabûna rewşa wê ya derûnî.

Ev birîna kûr a derûnî bû sedema xirabûna tenduristiya wê û bû sedema ku ew di lûtkeya ciwaniya xwe de ji huner û tomarkirinê dûr bikeve.

Fetane Welîdî zêdetirî nîv sedsalê di nav tenêtî, zilm û şeydayiyê de jiya. Ew êdî ne ji bo radyoyê an koroyê distira, lê tenê li ser êşa xwe di cîhana xwe ya bêdeng de distira. Kesê nekarî wê dilê wê yê bi hesret û xemgîn şad bike. Fetane ji bo evînê dijiya û heta kêliya dawî dilsoz û wefadar ma.

Fetane Welîdî roja êvara 24’ê rezbera 2024’an, di 71 saliya xwe de li Sine koça dawî kir. Her çend cenazeyê wê hatibe veşartin jî, bi fîzîkî ji nav me bar kiribe jî; lê belê nav û dengê wê yê bêhempa wekî sembola evîna paqij dê di dîroka hunera kurdî de her û her nemir bimîne.

Ji Rojnewsê hatiye girtin


 

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî

news
  • 25 09 2026

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

news
  • 14 09 2026

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Baydemir wisa hêrs bû (Vîdyo)

ad

Nehiştin endamên Saziyên Sivîl herin Sirûcê

ad

Muslim: Bi serkeftina Til Koçer alternatîfek nû çêbû

ad

Playboy vedigere ser rastiya xwe!

ad

Gotûbêj: Rêwîtiya Edebî ya Sadik Varli

ad

"Demsala dawî: Şewaxan" di vîzyonê de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname