Diyarname
Li bajarê Amûdê ji bo redkirina biryara hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser zimanê Kurdî gel daket kuçeyan û çalakî li dar xistin. Li Hesekê jî mamoste derketin xwepêşandanê û biryara Wezareta Perwerdeyê red kirin.
ÇALAKIYA BAJARÊ AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê ji bo redkirina biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku ji bo zimanê kurdî daye çalakiyek li dar ket. Bi sedan xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran bi pankartên “Perwredeya Zimanê Kurdî mafê me yê rewa ye”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” meşiyan û daxuyaniyek dan.
Meş ji Meydana Şehîd Cîhad dest pê kir û heta Qada Jina Azad berdewan kir. Di meşê de diruşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Kî ne em, Kurd in em” hatin berzkirin. Beriya daxuyanî bên xwendin, kêliyek rêz ji giyanê şehîdan re hat girtin û sirûda “Ey Reqîb” hat xwendin. Piştre daxuyanî bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî hat xwendin.
Li ser navê Însyatîfa Gel mamoste Arşêk Baravî bi zimanê kurdî, li ser navê malbatên xwendekaran endamê Meclisa Gel a Amûdê Ebdulselam Qafûr bi zimanê erebî û li ser navê xwendekaran jî Evîn Şêrwan bi zimanê îngilîzî xwendin.
Di daxuyaniyan de hat gotin: “Piştî ketina rejîma Baasê, hêviya gelê Sûriyeyê bi pêşerojê nû û geş hebû ku tê de mafê hemû gelan parastî be. Bi derketina hin biryaran ji bo gelê kurd wekî biryara 13’an û mafê dana nasnameyê û kêfxweşî li cem gelê kurd da çêkirin ku êdî serdemeke nû dest pê dike tê de mafê gelan parastî be. Her wiha bi derketina biryara Wezareta Perwerdeyê berî mehekê ku wê sala xwendinê 2026-2027‘an sîstema perwerdeyê wekî berê derbas bibe, ev yek rehetî li cem sed hezaran xwendekaran çêkir. Bi rasthatina vekirina dibistanan re em matmayî man ku biryareke ji nişke ve ji hêla Wezareta Perwerdeyê bi hejmar 943/2068‘an derket dibêje 3 demjimêran ziman tenê wê bê xwendin û materyalên wêjeyî sê branş wê li gor materyalên nîştimanî be û bijarte be. Gelo li ser bingehê çawa biryarek bi vî rengî derket, gelo çarenûsa sed hezaran xwendekaran çawa di ber çavan re nehat derbas kirin? Ev qonaxa 15 salan e, bi sed hezaran xwendekar ji refa 1’ê ta zanîngehê bi zimanê Kurdî perwerdeya xwe dibînin û li kêleka wê fêrî erebî û îngilîzî jî dibin. Ji mafê her miletekî ye ku perwerdeyê bi zimanê dayikê bibîne. Zimanê kurdî yek ji zimanên kevnar û dîrokî ye, zimanekî dewlemend e ku bibe zimanê zanist û wêjeyê. Teqezî li ser vê gotinê ev 15 sal in xwendekar perwerdeyê bi zimanê Kurdî dibînin. Em ne li dijî tu zimanî ne, lê em napejirînin ku keda 15 salan tune bibe. Em wekî gelê bajarê Amûdê, malbaten xwendekaran û xwendekarên bajarê Amûdê helwesta xwe nîşan didin ku ev biryar nayê pejirandin û pêwîst e îsal materyalên xwendinê wekî sala berê be. Bang û xwesteka me ev e û em hêvî dikin ku hemû kesên pêwendîdar destwerdanê bikin û vê biryarê biguherînin û bi pêşeroja zarokên me nelîzin.”
ÇALAKIYA LI HESEKÊ
Li bajarê Hesekê jî mamoste derketin xwepêşandanê û biryara Wezareta Perwerdeyê red kirin. Xwepêşandan li pêşiya avahiya Perwerdê ya bajarê Hesekê li dar ket. Di xwepêşandanê de pankartên li ser hatibû nivîsandin "Jiyan bê ziman nabe", "Zimanê kurdî nasnameya me ye" û "Ji mafê me ye em bi zimanê dayîkê bixwînin" rakiribûn.
Daxuyaniya ku bi zimanê kurdî û erebî bû ji aliyê Rêveberiya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Jînda Ehmed û Nesrîn Reşik ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de li ser biryara Wezareta Perwerdehiya Sûriyeyê hate sekinîn, hat gotin "Mijar ne tenê têkildarî zêdekirina zimanê kurdî wekî materyaleke xwendinê ye, lê têkildarî mafekî zimanî ye ku girêdayî wekhevî û mafekî zimanî, çandî û perwerdeyî yê girtina bi zimanê wan ê dayikê ye. Her weha têkildarî mafê zarok, şagird û xwendekaran ê fêrbûna bi zimanê wan ê dayikê û bikaranîna wî ya di bidestxistina zanînê de ye" û wiha dom kir, "Em dibînin ku cudahiyeke cewherî di navbera fêrkirina zimanê kurdî û fêrkirinê bi zimanê kurdî de heye. Hebûna ziman a sê saetên di hefteyê de gava pêşîn e, lê têrê nake ku zimanê kurdî bike zimanê fêrkirin û zanînê û nabe ev biryar bibe banekî dawîn ê vî mafî. Her wiha em piştrast dikin ku mafê ziman nabe ku mafekî erdnîgarî yê girêdayî hebûna “rêjeyeke berçav” a hemwelatiyên kurd li herêmeke diyarkirî be; zimanê dayikê bi guhartina cihê niştecihbûnê nayê guhartin û xwendekarê kurd li ku dera Sûriyeyê be, mafê wî yê fêrbûna bi zimanê xwe ji dest nade."
Mamosteyan got ku divê xwendekar û şagirdên niha li dibistanê dixwînin berçav werin girtin û gotin, "Nabe ku sûdgirtina ji sîyaseta nû tenê bi nifşên nû yên ku dê di siberojê de derbasî dibistanê bibin, sînordar be û di heman demê de îro nifşek heye ku bi salan derfeta wî çênebûye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe. Serrastkirina bandora bêparîya zimanî pêwîst e xwendekarên niha bi rêya bernameyên veguhêz û qerebûyî yên li gor temen û astên wan ên xwendinê bigire nav xwe. Her wiha em piştrast dikin ku xurtkirina zimanê kurdî nayê wataya dûrxistina zimanê erebî yan jî daxistina ji nirxê wî, lê belê tê wateya avakirina nimûneyeke perwerdeyî ya duzimanî ku zimanê dayikê yê xwendekar diparêze û di heman demê de xurtbûna wî ya di zimanê erebî de û fêrbûna zimanên biyanî jî mîsoger dike. Bi vê yekê wekhevî, girêdan û yekîtîya neteweyî xurt dibe."
Mamosteyan di 14 xalan de dawazên xwe ji Wezareta Perwerdehiyê kirin:
1. Pêşxistina biryara wezaretê ya hejmar 68/943/ da ku bibe gaveke ber bi misogerkirina fêrbûna bi zimanê kurdî û ne tenê rêxistina fêrkirina wê wekî materyaleke fêrkirinê.
2. Misogerkirina mafê xwendekar û şagirdên kurd di fêrbûna zimanê wan ê dayikê da li hemû aliyên Sûriyeyê û negirêdana vî mafî bi cihê niştecihbûnê yan bi rêjeyeke niştecihî ya destnîşankirî ve.
3. Pêwîst e her nezelalîya di pîvana “herêmên ku di wan de rêjeyeke berçav a hemwelatiyên kurd hene” ji holê rabe û pîvanên zelal û aşkere werin danîn da ku jihevcihkirina di navbera xwendekaran de li gor niştecihbûna wan ji holê were rakirin.
4. Pêjirandina sê waneyan di heftîyê de pêwîst ene wekî banekî dawîn ê fêrbûna zimanê kurdî were hesibandin.
5. Danîna planeke demî ya zelal a çûna hin bi hin ji fêrkirina zimanê kurdî ber bi fêrkirina bi zimanê kurdî ve û di hejmara zêdetir a materyalan de heta ku bigihîje nimûneyeke fêrkirinê ya duzimanî di pêvajoyên guncav de.
6. Misogerkirina sûdgirtina xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanan in ji siyaseta nû ya fêrkirinê û sînordarkirina vî mafî bi nifşên bê.
7. Amadekirina mamosteyên ku dikarin bi zimanê kurdî di hemû astan û di hemû materyal û beşan de fêr bikin û sînordarkirina kadroyên fêrkirina zimanê kurdî tenê.
8. Sûdgirtina ji pêşnivîsên perwerdeyî yên ku berê di warê perwerdeyê bi zimanê kurdî de hene, bi taybet bi hezaran mamosta û karmendên di qada perwerdeyê de yên xwedî pêşnivîsên curbicur û vekirina rêyê li pêş wan da ku di prosesa perwerdeyî ya fermî de beşdar bibin li gor bingehên akademîk ên zelal û bê duristina paşguhkirin.
9. Amadekirin û pêşxistina tegihên zanistî û akademîk ên pêwîst.
10. Tevlîkirina çand, wêje, dîrok û kevneşopiya kurdî di mihênahên neteweyî de bi awayekî zanistî û hevseng ku tê girêdayîya çand û dîroka civaka sûrîyeyî derxîne pêş.
11. Misogerkirina berdewamûna fêrkirina zimanê erebî li gel zimanê kurdî, herweha pêjirandina fêrkirina duzimanî wekî rêyeke xurtkirina wekhevîya derfetên, ne ku zimanek ji zimanekî din çêtir were ditin.
12. Vekirina rêgehên di xwendina bilind de ji bo amadekirina mamosta, vekoler û pisporên bi zimanê kurdî û piştgiriya lêgerîna zanistî û berhemana zanînê ji derên akademîk jî.
13. Misogerkirina ku zimanê kurdî nebe materyaleke ezmûnî ya negering, lê pêwîst e di aliyên curbicur ên jiyana dibistanî û fêrkarî de bibe xwedî amadabûneke rastîn.
14. Dayîna garantiyeke qanûnî, xweçî û qanûnsaz ji bo mafên zimanî û fêrkarî yên hemwelatiyên kurd da ku ev maf nebe têkildarî biryarekê îdarî ya ku pêkane û were serrastkirin an betalkirin.
ANHA


